Tiştê dewleta tirk, hukûmeta AKPê îro li Kurdistanê dike
eynî wek tehcîra dema Şêx Seîd û Seyid Riza ye, yanî bi darê zorê koçberkirina
kurdan ji gund û bajarên wan û ji Kurdistanê ye.
Dibê li her bajarê Kurdistanê bi sedhezaran, bi milyonan kurd dakevin kolanan û li dijî vê plana dewleta tirk ya tehcîrkirina kurdan dengê xwe bilind bikin…
Bêdengî, temaşekirin ewê karê dewleta faşîst hêsan bike…

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Kurdistanê sinyala
qetlîameke mezin dide, dibêje ”li wan bajaran heger hewce be ewê mal bi mal ji
terorîstan were paqijkirin. Çawa me got Oramar(Daglica) ewê were paqijkirin û
hat paqijkirin, nuha li van çiyan yek terorîst jî nemaye. Li van bajaran jî ewê
eynî tişt were kirin…”
Ev gotinên Davutogluyê panturkîst û faşîst li Kurdistanê îşareta amadekariya qetlîameke mezin e. Bêdengiya hêzên kurd û kurdan û dinyayê ewê cesaretê bide vê rejîma faşîst.
Lema jî dibê hemû kurd bi xurtî li dijî êrîşên dewletê derkevin û dinyayê bi vê plana hukûmeta AKPê bihesînin.

Êdî dem hatiye ku her kurd, her patî ji dewleta tirk ra
bibêje, "ji weletê me biteqize"!
Berî her kesî dibê PKK viya bibêje û dev ji projeya biratiya bi tirkan ra û "tirkiyetiyê" berde.
Herî kêm ji sedî 90ê tirkan piştgriya terora dewleta xwe ya li hemberî kurdan tê meşandin dikin.
Ev du meh in tiştê dewleta tirk aniye serê kurdan heger Îsraîl bianiya serê filistîniyan, tirkan ewê qiyamet rakira, piştî her nimêja îniyê li her bajarî ewê zulm û terora dewleta Îsraîl bihata protestokirin.
Lê heta nuha carekê jî kesî zulm û terora dewlet li hemberî kurdan dimeşîne protesto nekiriye.
Ne dîndar, ne jî çep, kes li dijî zulma li kurdan dibe dernakve, kes dewleta tirk protesto nake.
Bira protesto li wir bimîne, li gorî anketan ji sedî 80-90ê tirkan piştgiriyê didin çewisandin û serkutkirina kurdan û vê wahşeta dewlet li Kurdistanê dimeşîne...
Li gorî anketan miletê tirk dixwaze dewlet koka terorê biqelîne, heta terorîstek hebe dom bike.
Madem wiha ye, dibê kurd jî êdî şîara serxwebûnê bilind bikin…

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar