02 oktober 2015

Tirkiyê dixwaze êrîşî ser PYDê û kurdan bike



Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu gotiye, ”Wek em li Îraqê dikin, heger ji Sûriyê jî PYD derbasî vî alî bibe emê tiştê hewce bikin. Kî bixwaze ewlekariya Tirkiyê tehdît bike ewê bersîva xwe bigre.”
Ev gotinên Davutoglu tê maneya Tirkiyê biryar daye êrîşî PYDê û kurdên Kurdistana rojava bike, tenê bahaneyek lazim e. Û wiya jî bibînin. Ma li ba tirkan derew tuneye?
Lema jî ewê pir ne ecêb be sibe maneyekê bibînin û bibêjin ”PYD” d...erabsî vî alî bûye, nizanim PYDê çi kiriye û dû ra jî mewziyên kurdan bombebaran bikin.
Çimkî wisa xuya ye Tirkiye bi êrîşên Rûsya yên ser hin meqerên Daîşê û hin hêzên girêdayî Daîşê pir nerehet bûye. Ji ber ku Tirkiye naxwze Daîş li hemberî kurdan zeîf bibe.
Davutoglu bi vê tehdîda xwe ji Emerîka û Rûsyayê ra dibêje, heger hûn Daîşê zêde biêşsînin ezê jî li kurdan û PYDê xim, çeperên kurdan bombebaran bikim.
Welhasil bi êrîşa rûsan ya do careke din diyar bû Daîş û hêzên din yên cîhadîst hemû jî girêdayî Tirkiyê ne, lema jî Tirkiye naxwaze zirar bigihîje Daîşê, naxwaze kes li Daîşê xe.
Tirkyê bi hebûna xwe ya di NATOyê da heta nuha nedihîşt balafirên koalîsyonê derba mirinê li Daîşê xin, tim digot, ev ne Daîş e, ev Artêşa Azad ya Sûriyê ye, nizanim ev tirkmen in, nizanim ev kîja hêza mitefikê me ye, filan û bîvan.
Yanî qatilên cîhadîst tim ji êrîşan diparast.
Bes vê yekê nikane ji rûsan ra bibêje.
Navê wan çi be jî di rastiyê da hemû jî Daîş in, navên cuda hemû maske ne, Tirkiyê ji bo parastinê navên cuda li qatilên cîhadîst kirine. Tu ferqa El Nusra û Ahrar El Şam ji DAİŞê tuneye, hemû yên hev in.
Ferq ev e, navên cuda hemû numareyên Tirkiyê ne, ji bo ku wan ji mohra terorîstiyê xelas bike.


Daily Mail: Türkiye'de IŞİD militanlarına sahte pasaport satılıyor

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE