14 september 2015

Ji dîroka dewleta tirk belgeyeke nîjadperest

Di sala 1930 da ji teref wezîrê karûbarê hundur Şukru Kaya ve genelgeyek bi dizî ji wîlayetên kurd û elewî lê dijîn ra tê şandin. Di vê genelgeyê(tamîmê) da Şukru Kaya dibêje ”qiyafet, stran, govend, dawet, urf û adet hestên netewî û irqî daîma zindî digre û cemiyetan bi maziyên wan ve girê dide.” Lema jî dibê bi zimên ra ew jî werin qedexekirin û pîs nîşandan.
Yanî di vê tamîmê(genelgeyê)da jî meriv dibîne ku dewleta tirk, Komara Tirktiyê ji roja ava bûye dewleteke nîjadperest( irqçî) û faşîst e û xwestiya kurdan û gelên din ji ortê rake.
Rejîma kemalîst ji  rejîma Afrîka Başûr ya irqçî hîn irqçîtir û hîn faşîsttir e. Di vê tamîmê da meriv vê yekê pir baş dibîne.
Ev belgeya Mehmet Bayrak, di ”Kurt Tarih Dergisi” da weşandiye îspata vê yekê ye.
Vê dewletê di salên 20î da, bi taybetî jî piştî serîhildana Şêx Seîd, bi plan û program û bi rengegî sîstematîk xwestiye hemû gelên ne tirk bihelîne, asîmîle bike û bike tirk. Û di netîceyê da bêyî kurdan hemû miletên din kirine tirk û heta faşîst.
Kurd tam nehelandin, nikanîbûn bikin, hin asteng hebûn, hin gelşderketin. Lê belê dîsa jî malik li kurdan şewitandine, bi milyonan kurd jî asîmîle kirine û kirine tirk.
Helbet tiştê dewleta tirk kiriye ne ev tenê ye, bi hezaran belge, tamîm, qanûn û biryarên wiha hene.
Min ev tamîma wezîrê karûbrê hundur Şukru Kaya, wergerand kurmancî. Hêvî dikim em kurd dersekê jê bigrin.

”XII. Dibê neyê jibîrkirin ku qiyafet, stran, govend, dawet, urf û adet hestên netewî û irqî daîma zindî digre û civatan(cemiyetan) bi maziyên wan ve girê dide.
Ji ber vê yekê, bi lehçeyê(bi zimên) ra dibê urf û adetên wan jî ne baş û xerab werin dîtin û bi taybetî jî dibê bi zirar û xerab werin nîşandan. Û bi tu hawî neyê giptakirin û bilindkirin.
Dibê di her wesîleyê da naveroka(mahiyeta) wan adî û îptîdaî werin dîtin, were teşhîrkirin, dibê eyb û pîs were dîtin.
Ferd û malbatên mensûbên wê lehçeya pê dipyivin dibê nav û leqebên wan bibin tirkî, kunye û qeydên wan yên di nifûsê da di her fersendê da werin guhertin(tashîh kirin) û bi tu hawî, mesela paşnavê wek Boşnak, Çerkez, Laz, Kurd, Abaza, Gurcî, Tirkmen, Tatar, Afşar, Pomak neyê dayin.
Dibê navê gundan yê bi  ziman û lehçeya wê herêmê werin guhertin. Mesela ji navên wek gundê çerkezan û navên wek wan ra destûr neyê dayin û gelê herêmê û yên ehlî cî fêrî vê yekê werin kirin.
Dibê herkes li mala xwe û bi hev ra bi tirkî bipeyive, ev yek were teşwîq û ferzkirin, dibê herkes were nuxteya ji dil û can bibêje ez tirk im, ji bo vê yekê werin mecbûrkirin.
Netîce, dibê zimanê wan, adetên wan, daxwazên wan bibin tirk, dibê bi dîroka tirkan û qedera tirkan ve were girêdan. Ev yek wezîfeyeke girîng û netewî ya her tirkî ye. “

Ji bo xwendina tirkiya belgeyê vira bitikîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE