08 september 2015

Hukumeta AKPê haziriya qetlîamên mezin dike


Piştî civîna do bi şev ya heyeta ewlekariyê, Davutoglu û Erdogan hedefên xwe eşkere kirin. Li gorî Davutoglu û Erdogan, PKKê bajarên Kurdistanê kirine depoyên sîlehan.
Ev vireke mezin e. Dewlet dixwaze li bajarên Kurdistanê qetlîaman bike, êrîşê bibe ser gel, dîsa bi hezaran kesî bavêje zindanan.
Li Kurdistanê wek li bajarên Tirkiyê çeteyên wan tunene, nikanin bi çete û faşîstên xwe kurdan terorîze bikin û bidin lînckirin.
Lema jî ji bo operasyonên mezin dibê hin bahaneyan bibînin. Bi îhtîmaleke mezin ewê urfîîdareyê(sikiyonetimê)îlan bikin û dû ra jî dest bi terorê û girtinan bikin.
Li bajarên Tirkiyê ji do da ye dest bi terorê kirin. Li gelek bajaran(li dora 140-150)êrîş birin ser kurdan, gelek însan lînc kirin.
Li herderê avahiyên HDPê û bi hezaran mal û dikanên kurdan şewitandin.
Li Mêrsînê, Qeyseriyê û hin ciyên din riyên otobozên bi plakayên Kurdistanê birrîn, otoboz kevir kirin, plakayên wan jêkirin û ala tirk pê ve kirin.
Yanî hukûmeta AKPê li Tirkiyê bi destê faşîst û çeteyên xwe dest bi talana mal û milkên kurdan û qetlîamê kiriye. Tiştên di 6-7ê îlona sala 1955a da anîn serê rûman(yûnanan) dikin bînin serê kurdan jî. Ev destpêk e, di rojên pêş da ewê pir mezin bibe.
Jiyana kurdên li Tirkiyê di bin xetereke mezin da ye, heger hukûmet tedbîrekê negre hergav dikane qetlîamên pir mezin bibin. Mesûlê vê jî bêguman Davutoglu û Erdogan e.

XXX
Li gorî medyaya Swêd artêşa tirk bi hêzeke mezin derbasî nava sînorên Kurdistana başûr bûye. Hedefa artêşa tirk îşxalkirina Qendîlê ye.
Xeber çiqasî rast e nizanim. Lê mimkûn e rast be. Wê demê ji têkçûnên xwe ders û tecrûbe negirtine.
Kesên ji bo qirkirina zarokên me sînoran derbas dikin neheq in, zalim in, çavsor in. Hêvî dikim bela xwe bibînin û sax venegerin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE