03 augusti 2015

Tirk him me dikujin û him jî dibêjin derew e

Bulent Arinç: Li Zergele kuştina sivîlan dereweke PKKê ye
Cîgirê serokwezîr Bulent Arinç, di telewîzyona NTVê da gotiye, “di operasyona li ciyekî bi navê Zergele de tê gotin ku kesên sivîl hatine kuştin. Ev dereweke PKKê û ya propagandîstên wê ya pir adî ye...”
Bulent Arinç virekekî profesyonel e, merivekî pir rezîl, pir bêşeref û pir bêheya ye. Derewa neke tuneye û tu carî li ber xwe nakeve. Tamara wî ya arê ji zûda ye qetiya ye. Lema jî demagogekî pir rezîl e.
Ajanekî pir profesyonel e, li gorî wezîfeya xwe dikeve her boyaxê, her şexsiyetê.
Ûjdan, exlaq, fedî, qarekter, şexsiyet di bin sifirê da ye, ji bo dewleta xwe derewa, bêbextiya û namerdiya neke tuneye.
Bi këmasî bi qasî Erdogan neyarê miletê kurd e, lê wek Erdogan hertim nade der. Ji ber ku pir rehet derewan dike.
Meriv ne namerd û fahîşeyekî profesyonel be li hemberî gundê wêranbûyî, hewqas vîdeo, fîlm û belge, li hemberî meytê jineke bi himil nabêje “li Zergele kuştina sivîlan derew e. Ev dereweke PKKê ye.”
Merivekî hewqasî adî û namerd e, nabêje gundê Zergele, dibêje “dereke bi navê Zergele”!
Di bûyerên wiha da meriv dibîne di nava tirkan da merivên namerd û neyarên kurdan çiqasî pir in...

XXX


Tirkiyê çend roj berê bi derewan xwe li Daîşê rakişand, lê ev hefteyeke rojê çend caran tenê PKKê û gundên kurdan bombebaran dike. Dawiya derewan zû hat.
Erdogan û Daîşê hevalên hev yên stratejîk in. Dewleta tirk jî piştgiriya vê siysetê dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE