22 juli 2015

Li Tirkiyê dibê dîndar careke din neyên ser hukim !


Ji salên 1950î û virda li Tirkiyê 3 darbeyên leşkerî çê bûn, gelek hukûmetên xerab hatin û çûn. Tirkiyê û kurdan gelek rojên xerab û dijwan dîtin. 
Lê di van 65 salên borî da îktîdar û dema herî xerab, herî felaket îktîdara AKPê ye. Li Tirkiyê heta nuha tu serokwezîr û serokkoamarekî bi qasî Erdogan û Davutoglu xerab, zalim, faşîst, şerxwaz, bêexlaq û pûlperest nehatine ser hukim. 
Berê jî bêqanûnî, sûîstîmal hebû, siyasetmedaran bertîl û rişwet dixwarin. Lê ne bi vê bobelatê û ne di vê dereceyê da.
Di îktîdara AKPê da me dît ku dîndar ji îslamiyetê bêtir secdeyî peran dibin, dînê wan jî û Xwedayê wan jî pere ye.
Ji bo peran derewa, xerabiya, zalimiya, bêexlaqiya nekin tunye. Qey berê hebûn, dewlemendî nedîtibûn, tim bi feqîrî, zikat û fitreyên xelkê mezin bûbûn, lema jî di îktîdara AKPê da dev ji îslamê, zikir û îbadetê, pakî û helaliyê, Xwedê û pêxember berdan û secdeyî peran kirin. Heryek bi qasî Qarûnekî dewlemend bû. Tu nema peran bixwin. . Helbet di nava wan da tek tûk însanên baş, yên di vê qirêjê negeriyan jî hene, lê pir hindik in.
Di 13 salên îktîdara xwe da Erdogan Tirkiye û Kurdistan mehû kir, di warê sosyal, kulturî, exlaqî, dînî û siyasî da serobinî hev kir.
Tirkiye kir welatekî wek Pakîstanê û Afganîstanê. Tirkiye bû civateke jihevdeketî û bihevketî, civateke ultra faşîst, ultra dîndar û ultra pûlperest.
Li ba xwediyên îktîdarê rastî, pakî, diristî, moral, exlaq, manewiyat daketiye binê sifirê, hertişt bûye maddî, pere, pere û pere...
Heta ku AKP li ser hukum be û Erdogan serokkomar û Davutoglu jî serokwezîr be pêşeroja Tirkiyê û kurdan pir tarî xuya dike. Merivê çawa ji vê bela mezin xelas bibe ez nizanim.
Lê dibê carek din dîndar nêzî îktîdara siyasî nebin. Dîndar, hêzên îslamî li ku hatine ser hukim bi xwe ra felaket, şer û malwêranî anîne wî welatî.
Ewrûpiyan ev yek di sedsala 17a da(1618-1648)di şerê sî salî yê dînî da bi tecrûbeyên xwe fêr bûn û dîn ji siyasetê qetindin û dû ra rehet kirin. Felaketa îktîdara AKPê dibê ji bo tirk û kurdan jî bibe derseke ji bo pêşerojê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE