20 juni 2015

Gefên tirkan û çîroka gur û berx


Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYDê) Salih Muslim, îdiayên tirkan ku dibêjin ereb û tirkmanên Girê Spî bi zorê hatine derkirin, red kiriye û gotiye bira rexistinên navdewletî û medya werin li herêmê lêkolînê bikin.
Derdê tirkan ne ereb û tirkmen in, ew li pey kurdan e, dixwazin bela xwe di kurdan bidin. Ereb û tirkmen hincet e, bahane ye.
Mesela tirkan bû mesela gur û berx.
Rojekê gur ji kaniyê av vedixwar, bala xwe dayê wa ye berxek jî hinekî jê wê de, ji erqê avê vedixwe. Birayara xwe da berx bixwe. Bang li berx kir, got
- Ero yê li dera hanê! Ma tu çima ava min şolî dikî? Te bi wan nigên xwe yên pîsik ava min kiriye gerrek, av nayê vexwarin.
Berx li hember van gotinên gur matmayî ma û bi dengekî liberger ji gur ra got:
- Ez uzrê xwe dixwazim, min efû bike! Lê ez fêm nakim ez çawa dikanim ava te şolî bikim? Çimkî tu li serê kaniyê yî û ez jî li vir li jêrî kaniyê, ji erqê avê vidixwim. Û av ji ba te bi alî min da diherike. Lema ez li vê jêrê çi bikim jî ava te şolî nabe.
Gur ji van gotinên berx gelkî aciz bû û bi hêrs jê ra got:
- Dev ji van gotinên vala berde. Û ji xwe ez ji van qurretiyên te berê heta ber dev tije bûme. Baş tê bîra min salek berê jî te li hemberî min bêedebiyek wiha kiribû. Û wa ye tu nuha jî dikî.
Berx dîsa bi tirs got:
- Salek berê ez ji diya xwe nebûbûm, lema jî ne mimkûn e ku tiştekî wiha di nabêna min û te de derbas bûbe.
Gur awirê xwe bêtir tûj kir û got:
- Ji bo min qet ferq nake ku tu kînga ji diya xwe bûyî. Heger ne tu bû, wê çaxê qey bavê te bû. Ji bo vê yekê jî ji bo min ferq nake. Min carê biryara xwe daye ezê te bixwim…
Û dû ra jî xwe çindî ser berx kir û dev kir gewriyê…
Bawer bikin ya tirkan jî bûye ev mesele dinya alem dizane kurdan zulm li kesî nekiriye û kes ji erdê wan dernexistiye. Tirk jî viya baş dizanin.
Lê mexseda wan wek gur xwarina me ye. Îcar ewê bikanibin me bixwin ya na, ew hîn ne diyar e…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE