27 juni 2015

Erdogan: Emê tu carî nehêlin kurd bibin xwedî dewlet

Serokomarê Tirkiyê Erdogan, do siyaseta dewleta tirk ya derbarê Sûriyê û kurdan da baş eşkere kir, got bedelê wê, buhayê çi be jî ewê nehêlin kurd li Sûriyê bibin xwedî dewlet  bibin xwedî tu maf.
Kesê nehêle kurd li sûriyê bibin xwedî tu maf, li Tirkiyê tew nahêle. Yanî ev gotinên Erdogan bi qasî ji bo kurdên rojava ye, hewqasî jî ji bo kurdên Kurdistana bakur e.
Erdoganê diz û piştgirê Daîşê di axaftina xwe ya pir bi zirt û pirt da wiha gotiye:

-Ez ji vir bang li hemû miletê xwe dikim, bang li hemû cîhanê dikim. Li bakurê Sûriyê, li başûrê me emê tu carî destûrê nedin dewletek ava bibe. Ez dixwazim ev yek pir baş were zanîn. Bedelê wê çi dibe bila bibe, emê nehêlin. Emê nehêlin demografiya vê herêmê were guhertin.”

Ji viya vekirîtir neyartî nabe, mêrik siyaseta dewleta xwe pir vekirî dibêje. Ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî dewlet ya jî xwedî statuyeke siyasî ewê her tiştî bikin. Heger hewce be ewê li hemberî kurdan şer jî îlan bikin.
Jixwe piştî hilbijartinan biryara îşxala Kurdistana rojava jî girtine, xebera wê di rojnameyên do da hebû.
Loma jî Erdogan vala napeyive, dibê meriv tehdîdên wî hinekî cidî bigre.
Rewş pir cidî ye, di rojên pêş da dikane gelkî xerabtir jî bibe.  Ji ber vê yekê dibê PYD, PKK, PDK, YNK û hemû partî û hêzên kurd ji nuha da tedbîrên xwe yên leşkerî baş bigrin û yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin. Bêyî xweparastin û liberxwedanê tu riyeke din li ber me tuneye.
Riya din teslîmbûn û qebûlkirina tirkbûnê ye…
Dibê meriv çend gotinan jî li ser kurdên hîn bi AKPê ra ne, hîn parlamenter û wezîrên AKPê ne bibêje.
Dîtina Erdogan û Davutoglu li ortê ye, mêrikan pir vekirî alîkariya Daîşê dikin û li alî din jî dibêjin emê nehêlin kurd li Sûriyê jî bibin xwedî maf û desthilat.
Heger dîsa jî kurd di nava AKPê da dimînin û di bin emrê Davutoglu û Erdogan da siyasetê dikin, maneya xwe ew van gotin û siyaseta Erdogan diparêzin û ew jî wek wî li dijî azadiya kurdan e. Yanî ew jî wek Erdogan neyartiya miletê kurd dikin  û piştgiriyê didin dijminên kurdan û siyaseteke tunekirina kurdan.
Dibê ev yek jî tim were gotin….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE