02 april 2015

Ronakbîrekî ermenî xwe "osmanî his dike!

Şêwirmendê serokwezîr Ahmet Davutoglu Etyen Mahçûpyanê eremenî, li Belçîkayê di konferansa xwe ya li zanîngeha Gentê, li ser pirseke li ser eremenîtiya wî, bi pozbilindî gotiye:
”Ez ne mecbûr im ermenîtiya xwe îspat bikim. Ez xwe ji ermeniyekî bêtir osmanî his dikim…”
Mahçûpyan, ji bo ku havkariya xwe ya bi hukûmeta AKPê û dewleta tirk ra veşêre demagojî kiriye. Ew jî baş zane ku tiştê gotiye ne rast e. Lê bi têkiliyên xwe yên bi hukûmeta AKPê ra carê daye nav, hatiye nuxteya ermenîtiya xwe înkar bike.
Dewleteke, împaratoriyeke bi navê ”Dewleta Osmanî” hebû. Lê ”osmanî” ne miletek bû û ne navê miletekî ye.
Di nava sînorên Dewleta Osmnî da bi dehan milet û dîn hebûn. Û ermenî jî yek ji wan miletan bûn.
Û ew jî dû ra, di Şerê Cîhanê yê Yekem da ji alî osmaniyên ku Mahçûpyan ji wan hez dike û xwe ji wan dibîne ve hatin qetilkirin.
Lê Mahçûpyan ji ber ku bûye şêwirmendê Davutoglu, him qala vê qetlîama ”osmaniyên xwe” nake û him jî xwe ji ermenîtiyê dûr dixe. Şêwêrmendiyê û hevkariya bi dewletê ra  eslê wî jî pê daye înkarkirin.
Netîceya hevkariya bi dewletê ra wiha ye, eslê meriv jî bi meriv dide înkarkirin. Yekî wek Etyan Mahçûpyan jî dixe vî halî, ku êdî xwe ermenî jî nabîne...
Heyf, meriv li ber dikeve, ronakbîrekî ermenî xwe ermenî nebîne, xwe ji qatilên bav û kalên xwe his bike...

2015-03-31

XXX
Mele bi şev li ber mûmê tiştek dixwend. Cumleyekê (hevokekê, îbareyekê)bala wî kişand. Cumle wiha bû:
-Kesê riya wî ji qevda destekî dirêjtir be ehmeq e!
Mele tavilê destê xwe avêt ji riya xwe da, riya xwe qevd kir. Riya wî ji qevda destê wî çent têlan dirêjtir bû.
Tavilê ket telaşa xelasiya ji wan çend têlên dirêj yên riya xwe. Ket fikarên ewê çawa xwe ji qismê dirêj yê riya xwe xelas bike?
Riya wî di dest da, mûma li ber bala wî kişand. Biryar da bi mûmê wan çend têlên riya xwe yên dirêj bişewitîne û xwe ji ehmeqiyê zû xelas bike.
Bi şewitandina riyê ra dest şewitî û agir bi hemû riyê ket û ji wir jî bi rû û bi por ket, herder kizirî, janê da dil.
Wê gavê heqîqet fêm kir û li kêlek hevoka ”Kesê riya wî ji qevda destekî dirêjtir be ehmeq e!”, wî jî xetek kişand û ev têbinî(jêrenot)nivîsî:
”Bi tecrûbeyê sabit e !”
Lê çi heyf ku herkes wek mele bi tecrûbeyê sabit nake…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE