04 april 2015

Rojekê miletê kurd ewê ji vê tiyatroyê ra bibêje êdî bes e!

Li gorî xebereka di medya sosyal da belav bûye HDP di hilbijartinên 7ê hezîranê da ewê parlamenterê Diyarbekrê Altan Tan, parlamenterên Hekariyê Adil Zozanî û Esad Can, parlamentera Qersê Mulkîye Bîrtane, parlamenterê Agiriyê Xelîl Aksoy, parlamenterê Wanê Nazmî Gur û parlamnterê Betlîsê Husamettîn Zenderlîoglu ji bo cara duyem wek namzetên parlamentoyê nîşan nedin.
Ez Adil Zozanî û Esad Can didim aliyekî, lê tasfiyekirina Altan Tan, Mulkîye Bîrtane, Husamettîn Zenderlîoglu, Aksoy û Gur tasfiyekirina tamara kurd û kurdayetiyê ye.
Di nava HDPê da yên tamara kurdî piçek pê ra heye, bi kurdî dipeyivin û dinivîsin Mulkîye Bîrtane xanim, Zenderlîgoglu û çend kesên wek wan in. Lê çepên tirk wa ye wan jî tasfiye dikin.
Heta li gorî Ertugrul Kurkçu, Sabahat Tuncel, Figen yuksekdag, Levent Tuzel û kesên wek wan, Adil Zozanî û Esed Can jî meriv dikane di nava xeta kurd da bihesibîne.
Heger ev xeber rast be, ev tê wê maneyê ku HDP tam dibe partiyeke tirk, çepên tirk û partiyeke li gorî dilê hukûmetê.
De ew ji xwe ra dizanin, çawa were hesabê wan ewê wer bikin. Yê me tenê “leqleqa vala” ye.
Lê rojekê miletê kurd ewê li hemberî vê lîstikê îsyan bike û bibêje “ÊDÎ BES e!” Ew roj pir ne dûr e…
XXX
Hin kirin û tevgerên însên aqilê meriv nagre, meriv nizane çi bibêje û çi navî lêke!
Meriv naxwaze bibêje hemû dîn in. Lê tiştê dikin jî ne karê mirovên biaqil e.
Îcar merivê çi navî lêke ez nizanim.
Tiştê meriv matmayî dihêle, gelo ev çi sihir û hîpnotîzmaye ku dikane hewqas însan gêj û bêhiş bike û ji bo hedefeke vala bi çol û çepelan xe…
Wisa xuyaye dibê meriv baweriya xwe zêde bi aqilê însên neyne, tu bala xwe didê yên herî biaqil jî bi dîn û kêmaqilan ra hol dibin…
Hema ya baş ew e meriv devê xwe bigre û ji xwe ra li vê tiyatroya trajîkomîk temaşe bike..



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE