15 april 2015

Erdogan bi van gotinên xwe jenosîdê diparêze


Bîranînên 100 saliya jenosîda ermeniyan hêdî hêdî nêz dibe. Wek tê zanîn, îsal 100 saliya qetlîama ermeniyan ya ku bi destê Dewleta Osmanî û îttîhatçiyan hat kirin.
Serokê rûhanî yê katolîkan Papa Francesco, sê roj berê got, ”qetlîama sedsala 20a ya pêşî li hemberî ermeniyan hat kirin.”
Li hemberî vê beyana Papa Francesco, wek her tim Erdogan û Davutoglu û hemû tirkên kemalîst û nîjadperest dîn û har bûn û ji vir û wir da êrîşî Papa kirn.
Do jî şêwirmendê Davutoglu Etyen Mahçupyan got, ”Piştî ku bûyerên li Bosnayê û li Afrîkayê qewimîn wek qetlîam tên qebûlkirin, ne mimkûn e ku meriv ji tiştên di sala 1915a da hat serê ermeniyan ra nebêje jenosîd.”
Vê beyana Mahçupyan hukûmeta AKPê tew bi carê da şaşomaşo kir. Wan beyaneke wiha ji Mahçûpyan qet nedipan.
Erdogan Mahçupyan kir şêwirmendê Davutoglu got belkî bi vê postê îsal, di vê dema krîtîk da devê Mahçupyan û ermeniyan bigre. Lê belê hesabê Erdogan yê mal û bajêr li hev derneket. Hesab tew hîn xerabtir bû.
Tirk bûne xilt, xweliyê tim li serê xwe dikin. Ji ber ku neheq in, ji ber ku zalim in. Ji ber ku talalnkir in û çapûlcî ne. Loma jî çi dikin jî dawiya dawî li zirarê derdikevin.
Mahçûpyan, ji zûda bû baş li têla Erdogan û Davutoglu dixist, baş pesnê Erdogan dida. Di pesindana Erdogan û AKPê da Mahçûpyan hewqasî pêşda çû, got ”ez xwe ji ermeniyekî bêtir osmanî his dikim….”
Yanî mêrik got ez xwe ermenî his nakim. Di şerê Cimatê û Erdogan şûrê Erdogan dizan kişand, li gorî nigê Erdogan çû.
Van mesajên Mahçûpyan pir kêfa Erdogan dianî û loma jî baweriya wî pê temam bû, bi îhtîmaleke mezin qet bawer nedikir Mahçûpyan beyaneke wiha bide.
Û ji xwe ev sedeqeta Mahçûpyan bû bawerî da Erdogan ku wî bike şêwirmendê serokwezîr Davutoglu.
Lê Mahçûpyam wa ye sedaqeta xwe û hesabê Erdogan xera kir. Îcar nuha ewê çawa bikin ew jî pir balkêş e?
Biqewitînin hîn xerabtir e. Beyanê pê bidin tekzîpkirin ew jî xerab e. Welhasil îşê Erdogan û Davutoglu gelkî zor û gelkî xerab e.
Wan ev post wek bertîl dabûn Mahçûpyan ji bo ku devê wî bigrin, lê wa ye di deqîqweya dawî da devê xwe vekir û tiştê dibê negota, got.
Çi qewimî, kîjan cin hatin Mahçûpyan ez nizanim, lê wa ye bi kibarî gotiye heger hûn ji bûyerên Bosnayê ra dibêjin jenosîd, ne mimkûn e ku hûn ji bûyerên di sala 1915a da hat serê ermeniyan ra nebêjin jenosîd.
Miqayese rast e û di cî da ye, li gorî ya Bosnayê, qetlîama 1915a jenosîdeke bi plan û program bû.
Îhtîmal heye îro Parlamentoya Ewrûpayê jî biryara qetlîamê bigre. Gelek welatên din jî ewê biryarên wiha bigrin. Ji bo ku PA biryareke wiha negire hukumeta AKPê pir xebitî, bi keriya merivên xwe şandin Brukselê Strasburgê, lê xebata wan pere nekir.
Loma jî Erdogan ji PA û ji dinyayê ra rest kişandiye, gotiye, ”Parlametoya Ewrûpayê çi biryarê digre bira bigre, ewê ji vî guhê me têkevê û ji wî guhê me derkeve…”
Ev şêla Erdogan û tirkan ya înkarê parastina jenosîdê ye. Erê wan jenosîd nekirine, ew jê ne berpirsiyar in. Lê dibê înkar nekin, înkarkirin parastina jenosîdê û qatilan e.
Bi vê şêla xwe Erdogan û Davutoglu sûcekî li hemberî însaniyetê çêbûye diparêzin, xwe dikin şirîkê wî sûcî û jenosîdê.
Mahcirên Balkanan û Kafkasan gelek xerabî bi gelên herêmê kirine. Û hîn jî dikin. Ji sedî nodê mahcirên Balkan û Kafkasan panturkîst, faşîst û neyarên gelên here mê ne. Sed sal berê jî wiha bûn, îro jî wiha ne, qet neguherîne. Şêla Erdogan û Davutoglu îspata vê yekê ye.
Van panturkîst û barbaran tiştên anîn serê ermeniyan, rûman, asûrî, suryanî û cihuyan, nuha jî tînin serê kurdan, eynî siyaseta panturkîst li hemberî kurdan jî tatbîk dikin.
Kurd jî nuha rûbirûyê jenosîdeke kulturî û zimanî ye ya hêdî hêdî ye. Kurd ewê çawa ji bindestiya van zaliman xelas bibin ne diyar e…

XXX
Parlamentoya Ewrûpayê ji Tirkiyê ra got bûyerên 1915a wek jenosîdê qebûl bikin
Parlamentoya Ewrûpayê pêşniyara jenosîda ermeniyan qebûl kir. Di pêşniyarê da ji Tirkiyê tê xwestin ew bûyerên 1915a wek jenosîdê qebûl bike û arşîvên xwe ji her kesî ra veke.
Wek dihat payin, wezîrê Tirkiyê yê karûbarên derve û hin berdevkên hukûmetê biryara Parlamentoya Ewrûpayê bi gotinên lûmpenwarî rexne kirin û gotin ev ne karê we ye.
Di civînê da parlamenterê portekîzî Paulo Rangel, gotinên Erdogan yên derheqê Papa da serf kiribûn bi tundî rexne kiriye û gotiye:
” Erdogan nikane wek serokê MAFÎayê xîtabî Papa bike.”
Zikrê derwêş çi be fikrê wî jî ew e, Erdogan ev e, bi kultura Mafîa mezin bûye, loma jî wek serokekî Mafîayê dipeyive. Bayê nezaketê, dîplomasiyê bi serê camêr neketiye.
Lê yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne. Di rojên pêşda Erdoganê viya bibîne…



XXX
Erdogan û tirk di mesela qetlîama ermeniyan da li hemberî Ewrûpayê pir zirtan didin xwe. Yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne.
Ewrûpî zû bi zû xwe bi ber teqala Erdogan û tirkan naxin, çimkî Erdogan û tirkan cahil û zirzop dibînin. Bi wan dikenin.
Lê kibarî û nezaketa ewrûpiyan jî heta derekê ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE