25 februari 2015

Dengîr Mîr Mehmet Firat qala çîroka xwe û Erdogan dike




Ji avakarên AKPê û berdevkê Erdogan yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat ji HDPê bû namzet.
Min bi xwe ev biryara Firat pozîtîf dît û pê kêfxweş bûm. Xwezî gelek kurdên din jî biryareke wiha bidana.
Firat, ev cara pêşî ye bi riya rojnamevan Farûk Mercan, qala şerê xwe û Erdogan û sebebê veqetandina xwe ya ji AKPê kiriye.
Li gorî Faruk Mercan dinivîse, sebebê veqetandina Dengir Mir Mehmet Firat mesela kurd bûye, lê ji bo ku mesele zêde mezin nebe û AKP zirarê nebîne kêmsiheta xwe wek sebeb nîşan daye.
Li gorî Dengîr Mîr Firat, çîroka veqetandina wî ya ji AKPê wiha dest pê kiriye:
Di sala 2008a, di civînekê da Firat mafê axaftinê ji Erdogan digre  û dibêje, ”Birêz serokwezîr, hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê derbas bûn, partî ewê bihata girtin lê me ew jî li pey xwe hîşt. Nuha li pêş me hilbijartineke nuh heye, wîzyona me çi ye, em wê bipeyivin.”
Erdogonjî gotiye:
-Em bipeyivin…
Dengîr Firat: Di îktîdara me da dîndaran hema hema hemû mafên xwe girtin. Lê belê kurdan negirtin.”
Erdogan: Çi ne ew maf?
Dengîr Firat:
”Perwerdeya bi zimanê kurdî mesela. Ez jî diznim ku bi carekê da nabe, lê dibê em hin gavan bavêjin.”
Erdogan:
”Ez çûm herdera başûrê rojhilat. Yek ferdî jî nehat ji min perwerdeya bi kurdî nexwest. Ya din jî, ma dewleta kurdan heye ku zimanê wan yê dayikê bibe zimanê perwerdê?
Firat Dengîr:
Dewleta kurdan heye, Komara Tirkiyê ye. Tu jî serokwezxîrê wan î. Û mesela perwerdeya bi kurdî jî, ez dixwazim, ji bo zarokên xwe ez viya ji te dixwazim.
Xwedêgiravî Erdogan li hemberî van gotinên Firat bêdeng maye û civînê qedandiye.
Dîsa li gorî Farûk Mercan dinivîse, piştî civînê, Firat dihere odeya Erdogan û îstîfa xwe dide.
Erdogan jê ra dibêje, ”Bîna te teng e, here demekê îstîrahet bike. Dengîr Firat jî jê ra dibêje, ”Min nikanîbû tu îqna bikira û te jî nikanîbû ez îqna bikirama, wê gavê îstîfa dikim.”
Erdogan jî dibêje, ”Îstifa te ewê deng bide.”
Firat dibêje, ”Ezê problemên siheta xwe sebeb nîşan bidim.
Û piştî sê rojan Dengîr Firan îstîfa xwe dide û ji AKPê Îstîfa dike û Abdulkadîr Aksû(sûndxwarekî neyarê kurda ye. Dibêjin ne kurd e)dikeve dewsa wî.
Di nivîsê da li ser wezîrê ziretê Mehdî Ekerê bismilî jî agahdariyeke kin û balkêş heye.
Berî hilbijartinên 2009a, Mehdî  Eker ji Erdogan ra dibêje, bira li merkezên perwerdê yên gel(Halk Egitim Merkezeleri) dersên kurdî werin dayin. Erdogan bi hêrs ji Eker ra dibêje, ”bi devê PKKê nepeyive !”
Bi qalkirina çîroka veqetandina xwe û vê mesela Eker, Dengîr Mîr Mehmet Firat tiştekî baş kiriye. Bi îhtîmaleke mezin gelek tiştên din jî wî û Erdogan ji hev ra gotine, lê Firat qala hemûyan nekiriye. Lê li gel vê jî, ji bo naskirina Erdogan û fêrbûna dîtinên wî yên derbarê kurdan û mesela kurd da ji devê yekî wek Firat bihîstina van gotinan dîsa baş e û muhîm e.
Ez bawer dikim di rojên pêş da Firat ewê qala gelek meseleyên din yên muhîm bike. Ji ber ku ew merivekî gelkî nêzî  Erdogan û taximê wî bû. Firat, derbarê AKPê, Erdogan û hevalên wî da gelek tiştên muhîm dizane.
Wek tê dîtin siyaseta Erdogan ya kurdan  ya esasî  girtina rayên kurdan e, ji bo girtina rayên kurdan carnan hin demagojiyan dike, hin manaewrayên biçûk dike, lê armanc xapandin e. Fikrê wî yê esasî dibê kurd nebin xwedî tu mafên esasî û netewî, dibê kurd werin helandin.
Piştî Firat ji AKPê veqetiya di dawiya sala 2012a da di nabêna min û wî da minaqeşeyek çêbû. Ez li vir dûr û dirêj qala wê minaqaşeya me nakim, yên bixwazin dikanin di bloga min da bixwînin.
Di minaqaşa me da ez bi îstîfa wî ya ji AKPê kêfxweş bûbûm û min li ser hevaltiya wî ya bi Erdogan ra ji birêz Firat ra gotibû:
” Bi baweriya min, meriv bi hevaltiya kesê ku welatê meriv îşxal kiribe û nehêle zarokên gelê meriv jî bi zimanê xwe bixwîne serbilinda nabe; dixwaze bira ew kes serokwezîr û serokkomar be. Hûn çuqasî ji Erdogan û partiya wî dûr bikevin û bibin rêberê gelê xwe, serokê miletê xwe, kurd ewê hewqasî ji we hez bikin. Meriv bi hevaltiya dijminê xwe serbilind nabe…
Silavên dostaniyê”
Sê sal berê dema min ev gotin ji Firat ra gotin, ew ji  vegera nav tevgera kurd ya siyasî û siyaseta kurd gelkî dûr bû, kêm kesî bawer dikir ew were vê nuxteya îro. Helbet ji nuha da hîn baş ne diyar e birêz Firat çiqasî vegeriya ye. Gelo ji nuha û pêda ewê siyaseteke kurd û Kurdistanî bike ya jî ya Tirkîyetiyê? Ev yek hîn tam ne zela e. Lê di siyasetê da hertişt mimkûn e.
Li gel van nezelaliyan jî ez bi xwe bi vê biryara Firat ya namzetiya HDPê kêfxweş bûm. Ev destpêk e, hêvî dikim di rojên pêş da wek siyasetmedarekî kurd dakeve qada siyasetê.
Bi dîtina min kîjan kurd dev ji AKPê û partiyên tirk berde, kînga dibe bira bibe, baş e û dibê meriv pê kêfxweş bibe. Jixwe ji armancên xebata me yek jî ew e ku kurd ji tirkan biqetin û werin ji bo gelê xwe û welatê xwe siyasetê bikin.
Helbet dîrokê û kirinên wan jî dibê meriv ji bîr neke, lê ji wan ra tim neke serhevde. Kînga vegerin baş e...
Heger 30-40 parlamenter û wezîrên AKPê yên kurd ew jî wek Firat îstîfa bikin Tirkiye ewê biheje, bingehê siyasî yê dewleta tirk li Kurdistanê ewê nemîne.
Sê sal berê min ji ber hevaltiya wî bi ya Erdogan Firat rexne kiribû, nuha jî bi vê biryara wî ya siyasî ez wî pîroz dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE