22 februari 2015

15 saliya malpera Avestakurdê pîroz be!


Malpera Avestakurd ya nûçeyan îro 15 saliya xwe pîroz dike. Avesta, ev 15 sal in weşana xwe bi kurmancî, bi rengekî bênabir didomîne. Ji bo malpereke internetê ya kurdî ev îstîkrar ne hindik e, ciyê şanaziyê ye.
Bêguman li ba xelkê 15 sal ne pir e, lê ba kurdan pir e. Bi taybetî jî ji bo malperên ne yên partiyan ne hindik e. Li ba kurdan tenê du numûne hene, ew jî Avesta û Nefel e. Van herdu malperên serbixwe, ne girêdayî tu hêz û partiyê îstîkrareke pir baş nîşan dan.
Di van 15 salan da min gelek caran şaşiyên zimanê Aveste raxne kir û şaşî dan rastkirin.
Hin caran min xeberên wê, uslûba xeberan rexne kir. Lê gelek caran jî xeberên wê bûn çavkaniya nivîsên min. Ne Avesta bûya minê nikanîbûya ew nivîs binivîsandana.
Avesta yek ji wan malperana ye ku ez her roj çend caran lê mêze dikim û jê sûdê digrim. Ji bo malpereke nûçeyan ev ciyê serbilindiyê ye.
Bi kurtî weşana wê, zimanê wê tam ne bi dilê min be jî min her roj çend caran bala xwe daye Avesta, jê feyde girtiye û tim jî xwestiye ew jiyana xwe ya weşanê bidomîne, bipêşkeve û weşaneke baştir û bêterefgirî bike.
Ez 15 saliya malpera Avestakurdê bi dil û can pîroz dikim û jê ra jiyaneke dirêj dixwazim…



Li ser rexneyekê
Di nivîsa xwe ya pîrozkirina 15 saliya Avestakurdê da min navê malperên Avestakurdê û Nefelê wek du malperên. şesxî, serbixwe, negirêdayî partiyan nîşan dabû.
Cemîl Oguz ji ber ku min navê van hedu malperan tenê daye ez rexne kirime.
Heqê wî heye, dibê min navê Amîdakurd û Diyarnameyê jî bida. Avestakurd û Nefel çiqasî serbixwe bin, Amîdakurd û Diyarname jî hewqasî serbixwe ne.
Min negotina navê Amîdakurdê û Diyarnameyê ne bi qestî, bi rastî min ji bîr kir. Ji ber ku ew tam ne malperên xeberan e û ez her roj li wan nanêrim loma.
Lê kes nizane min ji bîr kiriye û xelk ne minecîm e bizane. Ez vê qusûra xwe bêyî lam û cîm qebûl dikim.
Loma jî dema Cemîl Oguz û yekî din, vê îhmalê min nêta min ya xerab ve girê bidin heqê wan heye.
Loma jî ez bi vê notê him vê kêmasiya xwe qebûl dikim û him jî navê Amîdakurd û Diyarnameyê jî lê zêde dikim.
Dibe hin malperên din jî hebin haya min jê tuneye. Lê bi rastî di dema nivîsê da herdu malper jî nehatin bîra min. Îcar kî bawer dike, kî bawer nake bi kêfa xwe ye….

XXX


Ez û xanim îro çûn kaşê(hevrazê)xweşemitandinê, nêzî mala me ye. Bi meş li dora 15-20 deqîqeyan e.
Xelkê zarokên xwe anîbûn li teleferîkê dikirin, diçin jora gir û ji wir jî xwe şûşî jêr dikirin. Dilê min û xanimê gelkî hebû em jî wek wan bikin lê em bi zorê di bin xwe da dimeşiyan. Ji bo ke em nekevin me bi destê hev digirt…
Meriv di kêlek golê û ji nav daristanê diçe wî kaşî û merkezê. Ciyekî li ber golê ye û li hin deran av teng û fire dibe. Bi rê da em rastî sosiretekê hatin. Xûzekî(kûçikê avî) bi tirkî jê ra dibêjin ”kunduz” û bi swêdî jî dibêjin ”baver” çend darên tu dibêjî ecêb birî bûn, wergerandibûn erdê. Hinek ji daran hîn neketibûn, karê xwe nîvçe hîştibû. Diyar e îşev ewê temam bike. Me tunela wî jî li wir dît, hîn neqedandibû. Heta biqedîne ewê daristanê mehû bike. Min du sê risim girtin, wan jî li jêr belav dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE