07 oktober 2014

Tirkiye kînga bixwaze dikane êrîşên çeteyên xwe rawestîne

Erdogan merivekî dîktator e, bi rehetî ewê gavê paşda navêje. Loma jî dibê berxwedan û piştgirî pir berfireh û mezin bibe. 
Kurdistana başûr dibê di her warî da zêdetir alîkariyê bike. Rev, terkkirina Kobanê teslîmbûna Tirkiyê ye. Koban here dor ewê were Qamîşlo û Hewlêrê jî. Loma jî dibê em vî neyarê xwînxwar di Ko´banê da bifetisînin.
Şer li Kobanê hîn berdewam e. Diyar e hukûmetê hîn biryara xwe nedaye ewê çi bikin. Heta çete vekişin dibê berxwdan berdewam be.
Tirkiye ji bo alîkariya Kobanê û rawestandina çeteyan şertan dide ber Salih Muslîm. Maneya xwe ew e ku dema bixwazin dikanin Daîşê rawestînin.
Ji xwe êdî baş xuya bû ku qumandarê Daîşê yê herî mezin serekerkanê Tirkiyê ye, Tirkiye Daîşê sewq û îdare dike. Loma jî kînga bixwazin dikanin êrîşên şeteyên xwe rawestînin.

XXX
2014-10-06
Erdogan û Davutoglu wisa bawer dikin ku kurd bêçar ne. Dibê miletê kurd nîşanî hukûmetê bide kurd ne bêçara ne....
Tirkiye bi riya çeteyên xwe yên Daîşê dixwaze tevgera kurdan ya siyasî teslîm bigre, dixwaze kurdên Sûriyê dev ji kantonan berde û têkeve bin emrê Tirkiyê.
Helbet kurd ewê vê teslîmiyetê qebûl nekin û bi liberxwedana xwe vê xeyala Davutoglu û Erdogan pûç bikin. Wekî din tu rê li ber kurdan tuneye...
Nabe kurd wek fîlmekî li qetlîama Kobanê temaşe bikin.
Zulma dewleta tirk li kurdan dike pir mezin e, bi gotin nayê. Serîhildana li hemberî vê zulmê jî ewê mezin be.
Dibê Koban bi tenê neyê hîştin !
Bi tezkereyê hukûmetê bi kurdan ra biryara şerekî girt. MHPê jî piştgirî da vî şerî. Êrîşa ser Kobanê destpêka vî şerî ye


Hukûmeta AKPê bêyî liberxwedanê ji kurdan ra tu riyeke din nehîşt. Kurd mecbûr in liberxwe bidin. Ev çirîsk ewê agirê serîhildaneke mezin pêxe û gurr bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE