19 oktober 2014

Îdîa Kemal Burkay ”aliyê kurd jî ne hazir e” sivikkirina sûcê hukûmeta AKPê ye

Seokê Hak-Parê birêz Kemal Burkay di rojnameya Zemanê da bi Arîfe Kabil ra hevpeyvînek kiriye. 
Burkay, di hevpeyvîna xwe da dibêje, ji bo çareserkirina mesela kurd ne dewlet tenê, ”aliyê kurd jî ne hazir e. Ez ji alî dewletê tenê ve lê nanêrim. Kurd jî ji aliyekî da ji bo çareseriyê baş ne hazir in. Kîtleya tevgera kurd ya siyasî di warê siyasî da perçe bûye.”

Îdîa aliyê kurd jî ji bo çareseriyê ne hazir e him ne rast e û him jî sivikkirina sûcê hukûmeta AKPê ye. Yanî di vê netîceyê da sûcê PKKê jî heye.

Ev, buhtaneke bêbingeh e. Ev su salin hukûmetê bi riya Ocalan çi xwest PKKê ew kir.
PKKê heta nuha yek gav jî bêyî emrê Ocalan neavêtiye. Hukûmetê gotiye îro ne sibe, PKKê, qebûl kiriye. Dû ra hinekî din dirêj kiriye û hinekî din û hinekî din.

Yanî hukûmetê tim wext dirêj kiriye û PKKê bêdil be jî dawiya dawî tim qebûl kiriye.
Yanî hukûmetê heta nuha negotiye ez viya, viya didim û PKKê jî ne gotita na, ez viya qebûl nakim.
De îcar çawa ”aliyê kurd jî ne hazir e”, ez qet fêm nakim.

Efendim ”tevgera kurd ya siyasî perçe bûye”, weleh qet jî perçe nebûye.
Rast e derî PKKê  Hak-Par û hin partî û komên siyasî yên biçûk jî hene, fikrên wan ne wek çareseriya PKKê ye.

Lê belê ev yek nayê maneya tevgera kurd perçebûyîye û loma ne dewlet tenê, kurd jî çareseriyê naxwazin.

Heger Burkay bi rastî bi demokrasiyê bawer dike û hurmeta wî ji raya piraniyê ra heye, wê demê her kes dizane ku rayên Hak-Parê û hêzên derî PKKê ji sedî  yek jî tunye. Di hilbijartinên dawî da Hak-Parê li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê li dora 40 hezar rayî girt. Yanî meriv nikane bi vê hêzê bibêje tevgera kurd ya siyasî perçe bûye. Perçebûnên wiha tu carî naqedin, ewê tim û tim hebin.

Bi dilê me be, ne bi dilê me be piraniya kurdan çareseriya PKKê û hukûmetê qebûl dikin.
Ez jî li dijî pêşniyara PKKê me, wê kêm dibînim. Lê netîce îro piraniya kurdan bi wan ra ye û ew piranî çareseriya PKKê û hukûmetê qebûl dike.

Yanî ji ber ku ez wek PKKê nafikirim ezê bibêjim tevgera kurd ya siyasî perçe bûye?
Loma jî îdîa Burkay ”kurd jî ji çareseriyê ra ne hazir in” ne rast e, bi gotineke herî sivik, kêmkirina sûcê hukûmetê û bi rengekî neheq sûcdarkirina PKKê û kurda ye.

Heger hukûmet bi rastî samîmî be ewê pakêta xwe ya çareseriyê têxe dengdanê, miletê kurd ewê raya xwe bide.

Heger pêşniyara hukûmetê û PKKê ne li gorî dilê Burkay û kurdên derî PKKê be, ewê jî bi pêşniyara xwe derkevin hemberî milet.
Demokrasî wiha ye, raya piraniyê ye, şaş be jî, ne li gorî dilê meriv be jî dibê meriv hurmetê jê ra nîşan bide…

Bersîva Burkay ya dawî jî ez matmayî hîştim û wek kurdekî ez xemgîn kirim.
Li ser pirsa tu fêrî jiyana vira(Tirkiyê, Anqerê) bûyî ya na, Burkay gotiye, ”Fêrbûna tevliheviya vira zor e. Ji min dipirsin gelo ez fêrî vira bûm ya na. Vira memlektê(welatê)min e, ji xwe ez ji Tirkiyê çûm.”

Heyf, serokê partiyeke kurd e lê dîsa jî Kurdistanêwek  welatê xwe nabîne. Serokekî kurd ji Tirkiyê ra hîn dibêje Tirkiyê welatê min e, hîn xwe ne ji Kurdistanê, Mazgîrtê û Dêrsimê,xwe  ji Tirkiyê dihesibîne. Hîn di dil û şiûrê wî da ne Kurdistan, Tirkye welatê wî, warê wî ye…
Ez bawer dikim trajediyên wiha ancax li ba kurdan hebin.

Miletekî ku hebûna meriv, zimanê meriv, muzîka meriv,navê meriv, sîmbolên meriv qebûl neke, ji hemûyan nefret bike, lê meriv dîsa jî wek kurd xwe ji wî welatî, ji wê civatê  bihesibîne, bi rastî jî tiştekî pir û pir ecêb e…

Bi Xwedê heta ku siyasetmedar û serokên ku Tirkiyê welatê xwe bihesibînin, li peravên Bodrumê, Dîdimê, Çeşmeyê û Kûşadasiyê havîngehan bikirin, tahtîlên xwe li wan deran biborînin serok û rêberên me bin, em çi qehremaniyan bikin, jî, bi sedhezaran şehîdan bidin jî vala ye, em tu havilê nakin.

Çare dibê em xwe ji siyasetmedar û serokên wiha xelas bikin, dibê kesên ne tenê bi dev û belavokan, bi ruh û canê xwe, bi hest û şiûrê xwe kurd û Kurdistanî ne bikin siyasetmedar û serokên xwe…





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE