15 oktober 2014

Arinç kurdan bi qetlîamê tehdîd dike!


Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç,pir vekirî miletê kurd bi qetlîamê tehdît kiriye, gotiye ”mesele ne Kobanê ye, serîhildana ku pir xeyal dikirin dixwazin pêk bînin. Heta nuha muwefeq nebûn, ji nuha û pê da jî ewê muwefeq nebin. Emê dinyayê bi ser serê wan da hilweşînin.”
Li ser Kobanê jî Arinç hin derewên mewzin û hin tiştên bêmistewa, tiştên gelkî neyarane, ji serî heta dawî mişt kîn û nefret e wek marekî verşiya ye.

Lê gotina Arinç, ” Emê dinyayê bi ser serê wan da hilweşînin.” dibê ji alî siyasetmedarên kurd ve pir cidî were girtin.
Ev ne blofeke vala ye, bi rastî jî hukûmeta AKPê li hemberî kurdan tiştên pir xerab û pir tahlûke difikire. Pir ne dûr e ku haziriya qetlîamekê jî dikin.
Di warê qetlîaman da tecrûbeya dewleta tirk pir e, sicîla tirkan ya di vî warî da jî gelkî xerab e. Ji qetlîama ermeniyan heta nuha bi dehan qetlîamën mezin û biçûk kirine, bi sedhezaran kurd, rûm, suryanê, asûrî, cuhû kustine û bilyonan jî 5-6 miyon jî rûm bi darê zorê mecbûrî koçberiyê kirine.
Loma jî dibê kurdên Ewrûpa û partiyên kurd Yekîtiya Ewrûpayê, Emerîka û Neteweyên Yekbûyî û welatên Ewrûpa yeko yeko ji van gef û beyanên Erdogan, Davutoglu û Arinç agahdar bikin.
Kurdên di parlamentoya Swêd da ne, kurdên di medya swêd da xwedî îmkanin dibê parlamentoya Swêd û civata swêdî ji gefên berpirsiyarên hukûmeta AKPê agahdar bikin.
Ji bo ku çavên kurdan bitirsînin û rê li ber protestoyên wan bigrin di rojên pêşda ewê dest bi tewqîfatên kîtlewî bikin, li bajarên Tirkyê bi destê hukûmetê nîjadperest û faşîstên tirk dikanin êrîşî kurdan bikin. Yanî li Tirkiyê mal û jiyana kurdan di xeterê da ye.
Û ji xwe wa ye ji nuh da hin qanûnên nuh yên faşîzan hazir dikin, di rojên pêşda ewê derxin. AKPê û MHPê li hev kirine, ewê bi hev ra hereket bikin.
Parlamenterên kurd, partî û dezgehên kurdan dibê bi beyan û civînên çapemeniyê bala bîriûraya giştî ya Tirkiyê û ya dinyayê bikşînin ser van gefên hukûmetê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE