24 mars 2014

Pêşeroj ya miletê kurd e


Ji ber ku miletekî wek kurdan hewqasî mezin bindest bûye, welatê wan bûye çar perçe û ew jî wek cîranên xwe nebûne xwedî dewleteke serbixwe hertim herkes matmayî hîştiye. Bi rastî jî fêmkirina vê dîroka kurdan ya trajîk ne rehet e.

Miletekî hewqasî mezin çawa dikane têkeve vî halê rezîl?
Ez dibêjim serxwebûna me jî wek bindestiya me ewê bi hêsanî neyê fêmkirin, ewê herkesî matmayî bihêle.

Alem û dîroknas ewê bibêjin, yaho kurdan bi serê xwe, bêyî alîkariya ji derve çawa kanîbûn zora çar dewletan, Emerîka, gelek dewletên Ewrûpî û Natoyê bibira?

Evê bibe. Ev roj nêz e, herkes ewê vê pirsê ji xwe bike: Kurdan ev yek çawa kir?
Baweriya min ew e kurd ewê li Rojhilata Nêz dewleta herî modern, herî demokratîk ava bikin. Di siyasetê da bi wekheviya jin û mêr kurd ji nuha da bingehê vê dewleta modern û demokratîk davêjin.

Pêşeroj ya miletê kurd e, herçar dewletên serdest dirizin, dibin dewletên paşdemayî, dewletên serdema navîn, dewletên mezhebî, dewletên dizan û çeteyan.

Şansê van dewletan li hemberî miletê kurd yê modern, demokrat û azadîxwaz tuneye.

XXX
Îşev(22/3) ji dilê in nayê tiştekî binivîsim. Her roj eynî çîrok e. Herewere Erdogan û Erdogan. Weleh mêrik bi îktîdarê ve bûye qirnî, ji bo ku ji ser hukim nekeve dikane bi welatekî ra hebekê derxe.

Li Tirkiyê mistewa siyasetê pir ketiye. Derew û demagojiyên Erdogan û birbira Bahçelî û Kiliçdaroglu meriv diwestîne. Carna ez ji xwe ra dibêjim, kesên li Tirkiyê û Kurdistanê dijîn çawa nexweş nakevin, çawa dikanin li hewqas derew û gotinên beradayî û hertim li eynî tiştî guhdarî bikin.
Xwedê alîkarê gelê me be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE