14 januari 2014

PYD tunebûya kesî hesabê kurdan nedikir


Do bi şev di kanaleke telewîzyonê da min bîstekê li çend kurdan guhdarî kir.Li ser Kurdistana Sûriyê(Rojava) dipeyivîn. Ji xwe pir bawer digotin li Kurdistana Rojava kurd pir xurt in, ”herkes muhtacî kurda ye”, bêyî kurdan aştî cênabe û filan û bîvan.

Çi heyf ku moderatora programê nepirsî, bê qesta wan bi ”kurdan” kî ye û çi ye? Kîjan hêz e, kîjan partî ye?

Ji ber ku milet bi xwe, bê partî û rêxistin ne tiştike, nikane tiştekî bike. Ji bo ku milet bikanibe bibe qeweteke madî, dibê organîze be, xwedî partî, program û hedef be. Di şertên Sûriyê yên ïro da dibê xwedî çek be…

Û tiştê ez dizanim li Kurdistana Rojava bêyî PYD-ê û PKK-ê tu hêz û partiyeke xelk jê hesaban bike, jê bitirse û ”mecbûrî” wê bebe tuneye.



Tiştê xelkê, dewletan mecbûrî rûniştina bi kurdan ra dike ne bi heqbûna kurdan, hêza kurdan ya çekdar û gelêrî ye. Beşekî kurdan organîze û çekdar in û dikanin gelşê derxin.

Yanî ”herkes” hesabê vê hêza çekdar û organîze dike, ne ya miletê kurd.
Lê beşdaran xwediyên hêzê bi nav nedikirin, nedigotin kurd çawa xurt in, bi çiyê xwe xurt in? Tenê digotin , ”kurd xurt in, herkes mecbûrî wan e.”

Yanî ji dêlî ku bibêjin PYD xurt e, xwedî hêz e, PKK her wisa, digotin ”kurd” xurt in û herkes mecbûrî wan e. Yanî gotinên girover bikar dianîn.

Nedixwestin PYD-ê û PKK-ê bi nav bikin, lê bi hêza wan, bi xurtiya wan fort didan xwe, digotin efendim ”kurd xurt in û herkes mecbûrî wan e…”

Ev ne do tenê, hertim dibe, gelek kes hêza PYD-ê û PKK-ê bi gotinên girover dike ”hêza kurdan”, hêzeke bêxwedî…

Weleh berê jî min gotibû, li gel hemû sekterî û şaşiyên xwe jî xwedê kir kir îro li Sûriyê PYD heye. Heger PYD û hêza wê ya çekdar tunebûya kes ne mecbûrî kurdan dibû û ne jî hesabê wan dikir. Di şerê Cîhanê yê Yekem da çawa ku gunehê kesî bi kurdan nehat, îro jî nayê û him jî li gorî berê zêdetir pê nayê.

Hemû dewletên cîran dixwazin kurdan ji ortê rakin, bi kêmanî bindest bihêlin û bi demê ra bihelînin bikin ereb, faris û tirk. Ev stratejiya wan ya mişterek e; dibê kurd nebin xwedî dewlet, nebin xwedî desthilat.

Yên li Tirkiyê û Sûriyê kurdan dike hêz û nahêle ev plana dijmin bi ser keve PKK û PYD ye.
Helbet hêz û gurûb û şexsên din jî hene, ew jî li gorî îmkan û hêzên xwe li ber xwe didin, lê hebûn û muxalefeta wan têra rawestandina vê plana dijmin nake, têra ”mecbûrkirina herkesî nake…”

Yanî heger efendiyên dinyayê ji mecbûrî kurdan jî dawetî Cenewre-2-ê bikin ev ne ji ber humanîzma wan e, ya jî ne ji ber hebûna û mazlûmiya kurda ye; ji tirsa çekên PYD-ê û PKK-ê ye, ji tirsa gelê li pişt PYD-ê û PKK-ê ye…

Heger PYD û PKK li gorî vê hêzê siyasetkeke rast û netewî jî bimeşînin bi rastî jî ”herkes” ewe mecbûrî kurdan bibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE