19 december 2013

Çîroka du kûsiyan


Dibêjin rojek hat li wekatê kûsiyan av nema, hemû gol û çem miçiqîn. Hemû kûsî li hev kom bûn û li ser çareyekê peyivîn. Nizanîbûn ewê bêav çi bikin û bi kuda herin. Ji her kûsiyekî dengek derdiket. Di nava wan da kûsiyekî rîsipî dengê xwe bilind kir û got:

-Hela guh bidin min. Li pişt vî çiyayê hember golek mezin heye. Ku em kanibin xwe bigihînin wir mesele namïne.

Lê hemûyan nikanîbû çiya derbas bikra û xwe bigïhanda pişt çiyê. Di nava wan da yên gelkî kal, yên nexweş û yên biçuk hebûn. Rê dûr bû. Loma jî çûyna hemûyan zor bû. Ya baştir ew bû ku ji nava xwe du hebên herî xort û herî jêjahtî bişînin avê.
Û wer jî kirin, ji nava xwe du kûsiyên xort û jêhatî hilbijartin û şandin avê.

Herdu kûşî ketin rê û çûn, piştî 20 salan gihîştin ser golê. Lê hew pê hesiyan ku ne satilek û ne jî tasek bi xwe ra neanîne. Gotin em çawa bikin, çawa nekin, yekî got:

-Dibê em yek herin satilekê bînin û bira yê din jî li vir li br golê be, ji bo ku kes neyê ava golê nebe û avê neqedïne.
Yê din got rast e:
-Tu here ezê li vir bim.
Yê din got:
-Nabe, ez herim ya tu avê gişî vexwî û biqedînî? Wê demê emê hemû ji tîna bimrin.
-Ez sond dixwim heta tu neyê ezê devê xwe bi avê nekim. Tu herî satilê bîne, ezê li vir li bernde te bim.
Li ser vê, kûsiyek ket rê û çû û yê din jî li wir li br golê ma.

Di ser çûna wî ra 30 sal, 40 sal, 50 sal derbas bûn lê nehat. Dawiya dawî kûsiyê li ber golê got:

-Wiha nabe, ez ji tîna bahecîm. Wisa xuya ewê neyê, belkî bi rê da tiştek heat serî. Belkî hemû ji tîna mirin. Ya baş ew e ez hinek av vexwim, qenekê ez ji tîna nebehecim û nemirim. Bira li dinyayê qira kûsiyan neyê.

Û dû ra jî serê xwe hêdî ka dirêjî avê kir ji bo qultek av ji golê vexwe. Lê hîn devê wî negihîştibû avê, ji nav qamîş û deviyên li kêleka golê xiştînek û dengek hat, got:

-Mêze heger tu wiha bikî ez naçim haaaa!!
Gava bawerî tunebe netîce ev e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE