13 november 2013

Li ser ziyareta serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî ya Amedê

Wezîrê Karûbarê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, derbarê ziyareta serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî da ku di 16-ê mehê da ewê here Diyarbekrê hin tiştên balkêss gotine.

Davutoglu gotiye, ”Ev ziyaret îşareta baweriyeke mezin ya bi xwe ye. Vexwendina serokwezîrê me jî netîceyeke vê bixwebaweriyê ye. Heger birêz serokwezîr ferqekê têxe nabêna Stenbolê û Diyarbekrê ewê zirarke mezin ya psîkolojîk bide yekîtî bihevrejiyana me. 
Birêz Barzanî wek lîderekî Îraqî yê muhîm dikena were herdera welatê me. 
Ya girîng di hatinê da mesaja ewê bide. Ev mesaj ji birayên me yên Bakurê Îraqê ra ye. 
Ma dema lîderekî Boşnak li dereke ku boşnak lê pir in beşdarî dawetekê dibe qey em wek tehdîdekê fêm dikin? Na, boşanak unsûrekî nufûsa me ya esasî ne. (…) 
Ev ziyaret nîşana wê yekê ye ku baweriya Tirkiyê bi xwe zêde bûye…”

Dibê em kurd van gotinên Davutoglu baş ji hev vençirin û maneyên wan baş fêm bikin.
Yek, Davutoglu dibêje, ”êdî em ji Mesûd Barzanî û ji perçebûna Tirkiyê natirsin, em êdî bawer nakin ewê zirarê bide me. Em xwe pir xurt dibînin. Û ji xwe heger ne ev baweriya Tirkiyê ya bi xwe bûya serokwezîr Barzanî nediezimand Diyarbekrê.

Dudu, hukûmet Diyarbekrê wek bajarekî kurdan û Kurdistanê nabîne û naxwaze tu ferqê têxe nabêna Stenbolê û Diyarbekrê. Loma jî Barzanî dawetî Diyarbekrê dikin. Yanî tirsa wan êdî ji hatina Barzanî ya Diyrbekrê tuneye.

Sisê, Davutoglu birêz Mesûd Barzanî ne wek lîderekî kurd û serokê Kurdistana Federe, wek lîderekî Îraqî (yanî ereb)dibîne. Û wek lîderekî îraqî jî ew dikane here her dera Tirkiyê.

Çar, Davutoglu Kurdistana Federe û statuya wê hîn jî nas nake û loma jî dibêje ”Bakurê Îraqê”.

Pênc, Davutoglu wek boşnakan bi çavê mahciran,bi çavê pêsekinyên tirkan li kurdan dinêre û loma jî birêz Mesûd Barzanî jî wek merivên mahcirên tirkiyê dibîne.

Bi kurtî Davutoglu wiha li ziyareta birêz Mesûd Barzanî dinêre. Yanî dibê kurd bibînin û fêm bikin bê tirk, hukûmet bi çi çavî li serokê Kurdistana Federe û li ziyareta wî dinêrin. Ev girîng e.

Kurdên başûr, Tirkiye jî di nav da helbet ewê bi cîranên xwe ra têkiliyên aborî û dîplmatîk deynin, ev normal e. Lê ev ziyareta serokê Kurdistana Federe tam ne ji bo vê ye.

Helbet Erdogan ne ji bo xêrê, ji bo fêsadiyê, ji bo ku PKK-ê/BDP-ê û PDK-ê û heta dereceyekê jî kurdên bakur û başûr bîne hemberî hev, nêbana wan xera bike Mesûd Barzanî vexwendiye Diyarbekrê. Yanî hesabê wan ev e. Ev vekirîye, nedîtina vî hesabê AKP-êbêguman safiyeke mezin e. Yanî di vexwendina birêz Barzanî da hesabekî Erdogan heye.

Li hemberî vê, dibê hesabekî birêz Barzanî jî hebe û miheqeq jî heye. Lê li ser vî hesabî di nabêna kurdan da mutabaqetek tuneye. Xwezî hebûya.

Xwezî ziyrareta birêz Mesûd Barzanî wexteke din û bi hawakî din bûya, bi konsesuseke netewî pêk bihata.
Loma jî hatina birêz Mesûd Barzanî ya nuha û bi vî rengî pir ne bi dilê min e û ez zêde rast nabînim.

Lê li gel vê jî serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi axaftina xwe ya Diyarbekrê, bi şêla xwe ya li hemberî hukûmetê û bi şêla xwe ya netewî dikane vî hesabê AKP-ê xera bike. Ev yek mimkûn e.

Dil dixwest ku kurd li hev bûna, BDP-ê û kurdan hemû kurdan bi hev ra bi alên Kurdistanê pêşwaziyeyek mezin û bi îhtîşam li serokê Kurdistanê bikirana û kurdan bi hev ra, bi tifaq daxwazên miletê kurd ragihandana Tirkiyê û dinyayê. Û ya rast jî ev e.

Lê mixabin wa ye BDP li dijî Erdogan meşekê li dar dixe û loma jî ev tifaqa netewî ya dil dixwaze mumkûn xuya nake.

Dimîne şêla kurdên û axaftina birêz Mesûd Barzanî ya Diyarbekrê. Wek kurdekî ez hêvî dikim ku axaftineke pir baş ya li gorî dilê hemû kurdan bike. Axaftina wî BDP-ê û hemû kurdên hatina wî ya nuha û bi vî rengî rast nabînin şaş derxe û planên hukûmeta AKP-ê pûç bike, nabêna kurdan xerabtir neke, wan nêzî hev bike. Bi axaftin û peyamên xwe wek serokekî netewî di dilê kurdan da ciyê xwe bigre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE