30 september 2013

Erdogan dîsa got li Tirkiyê yek milet heye

Serokwezîr Erdogan, dîsa neqarata xwe ya ”yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet” dubare kiriye û gotiye:
”Dema em bi rê ketin me gotiye yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet. Emê îro jî û sibe jî vê yekê dubare bikin… Kesên ku dixwazin li welatê me aleka duyem hil din di nava îxanetê da ne. Bi 738 kîlometre qare erdê welêt, em yek welat in. Emê musaade nekin ku kes li ser van erdan emeliyatê, operasyonê bike.”

Lê hin kurd hîn jî hêviya çareseriya mesela Kurdistanê ji kesê xwediyê van dîtinan dikin û pesnê demokrasiya Erdogan didin, dibêjin weleh Erdogan ewê mafê kurdan bide.
Weleh Erdogan ji bo xapandinê bêyî hin tawîzên beradayî û çend qurişên bertîlê tu mafekî jî nade kurdan.
Kesê ku hebûna kurdan bi resmî qebûl neke, ma ewê çi mafî bide kurdan?
Ev gotinên Erdogan înkara hebûna miletê kurd e, înkara Kurdistanê ye, înkara zimanê kurdî ye.
Ji xwe gava miletek û welatek tunebe bêguman ziman jî tuneye. Ziman yê miletekî ye û milet jî bi welatê xwe, bi coxrafya ya xwe heye.

XXX
Neyarên miletê kurd li Hewlêrê 4 teqîn pêk anîne. Ez vê êrîşa terorîstan şermezar dikim û ji kesên şehîd ra rahmetê û ji yên birîndar ra jî şîfayê dixwazim.
Li hemberî terorîstan çeka me ya herî mezin tedbîr û hevkariya me ye. Dibê em li Kurdistana rojava û başûr hemû hêzên terorîst, El- Qaîde biqedînin.
Bi hêviya ku hêzên ewlekariyê hemû qatilan û kesên li pişt wan bigrin.



XXX
Ez nabêjim bira dilê me tenê ji bo kurdan lêde, em tenê ji bo kurdan bişewitin û tenê ji kurdan hez bikin. Hestekî wiha, fikrekî wiha ne însanî ye.
Ez dibêjim dibê meriv dost û dijminê xwe baş ji hev bigerîne, xêrxwaz û nexêrxwazê xwe nas bike, kesê ku bi çavê dostaniyê li meriv nenêre, kesê neyartiya meriv bike, dibê meriv jî jê hez neke, jê ra li çepikan nexe.
Yanî kesê nifira li meriv bike dibê meriv dua lê nake, ez viya dibêjim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE