17 april 2013

Kurd çima ji tirkî hez dikin?

Kovara Dîwar, di hejmara xwe ya vê mehê da mijareke pir girîng, ”Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin ? kiriye mijara sereke.
Kovar, di her hejmarekê da mijarekê digre dest û ji gelek aliyan ve li ser wê mijarê radiweste. Di vê hejmarê da mijara sereke, ”Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin”? e.
Li gorî anons û pêşgotina kovarê, di vê hejmarê da çend nivîskar li ser tesîra sê zimanan, ”erebî, tirkî û farisî” ya li ser kurdî sekinîne.
Ez erebî û farisî didim aliyekî, ji ber ku zanîna min têra xwe li ser rewşa kurdên Îranê, Îraqê û Sûriyê tuneye. Ezê tenê li ser kurdên Tirkiyê çend gotinan bibêjim. Ew jî pir kin. Ji xwe ne hewceye meriv zêde dirêj jî bike. Çimkî sebeb pir vekirî ye.
Bi dîtina min meriv dikane pirsa kovarê hîn konkrettir bike.
-Kurd çima bi tirkî dinivîsin?
Ez bawer nakim li ser vê mijarê tu kesî bi qasî min nivîsîbe, ji destpêka salên 1980-î virda ye ez gelek caran li ser vê meselê rawesitiyame. Lê ezê fikrê xwe bi kurtî careke din jî dubare bikim.
Ji ber ku kurdên bakur ji kurdî hez nakin û ji tirkî hez dikin loma bi tirkî dinivîsin.
Û sebebê vê hezkirina ji tirkî jî helbet asîmîlasyon e. Yanî ji ber ku kurdên bakur(Tirkiyê)di warê zimên û kulturî da asîmîle bûne loma bi tirkî dinivîsin.
Kurdên bakur ji ber ku ji alî tirkan ve asîmîle bûne, loma jî di warê kulturî, hest û fikrên netewî da jî ji kultur, aso, şiûr û taybetmendiyên xwe yên netewî dûr ketine, êdî bi fikir, hest û zewqên xwe yên şexsî ji kurdan bêtir dişibin tirkan.
Mesela, ferqiyeta ku meriv di nabêna du gundiyên kurd û tirk da dibîne, meriv nikane di nabêna ronakbîr û bajariyekî kurd û tirk da bibîne. Êdî her du jî dişibin hev, ji ber asîmîlasyonê tu ferqeke zêde di nabêna bajariyekî kurd û tirk, ronakbîrekî kurd û tirk da nemaye. Ya jî pir hindik e. Çimkî zimanê wan yek e, û bi zimên ra kultura wan jî pir nêzî hev bûye.
Ji ber ku kurdên bakur asîmîle bûne, zimanê tirkî bûye zimanê wan yê esasî, yê perwerdê, edebiyatê û siyasetê. Kurdî, êdî ji bo piraniya kurdan ne zimanê meju û dil e, teqrîben wek zimanekî biyanî ye, carnan dema pêwîst be û ew jî bi rengekî sînorkirî pê dipeyivin. Wek turîstan. Lê ne wek zimanê dayikê.
Kurdên bakur ji ber ku asîmîle bûne, ji kurdî jî hez nakin û heger pir ne mecbûr bin naxwazin pê bipeyivin jî. Ji muzîka kurdî jî hez nakin.
Kurdên bakur ji ber ku asîmîle bûne, loma jî ji zimanê tirkî, ji muzîka tirkî, ji Tirkiyê, ji bajarên Tirkiyê, ji keçên tirk pir hez dikin. Çimkî asîmîlasyona zimên ya kulturî û siyasî jî bi xwe ra aniye, êdî wek tirkan, ew jî ji zimanê tirkî, ji muzîka tirkî, ji edebiyata tirkî, ji bajarên Tirkiyê û ji jiyan û şevbêrkên bi tirkî hez dikin, zewqê jê digrin.
Ziman kilîta dil e, bi riya vê kilîtê însan û milet ciyê xwe di dilê meriv da çê dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE