25 februari 2013

Erdogan dîsa dest bi fortên "em nahêlin" kir


Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, gotiye yekîtiye Sûriyê ji bo wan gelkî muhîm e û dû ra jî wiha domandiye:

”Tiştên li Îraqê qewimî em naxwazin li Sûriyê jî biqewime. Em wek Tirkiye nikanin ji hebûneke mîna Bakurê Sûriyê ra misaade bikin. Tiştekî wiha selahiyet û mafên cihê dide me. Û dibê kes jî destûrê nede tişekî wiha…”

Yanî tiştê ku çend sal berê ji bo kurdên başûr digot, nuha ji bo kurdên rojava dibêje; efendim Tirkiye ewê nehêle li Sûriyê jî ” Bakurê Sûriyê çê bibe” û kurdên wir jî wek kurdên başûr bibin xwedî statuyeke siyasî.

Erdogan di vê beyana xwe da dev ji demagojiya PYD-ê û PKK-ê berdaye û rasterast gotiye, ew qebûl nakin ku kurd li Sûriyê azad bibin û bibin xwedî desthilat. Ji ber ku Edogan heta nuha gelek caran hebûna PYD û PKK-ê dikir mahneya fêsadî û midaxeleyên xwe. Lê îcar mêrik vekirî gotiye, em nahêlin kurd li Sûriyê jî wek li Îraqê bigihîjin hin mafan.

Yanî camêr siyaseta dewlewt û hukûmeta xwe pir vekirî diyar dike, dibêje siyaseta li hemberî kurdên başûr(kurdên Îraqê) meşandin, ewê li hemberî kurdên rojava(kurdên Sûriyê) jî bimeşînin.

Dibê hemû kurd, hemû partî û serokên kurdan van gotinên Erdogan wiha fêm bikin û li gorî wê tedbîrên xwe bigrin û gavan bavêjin.

Kesê ku bibêje ewê destûrê nedin kurd li welatekî din bigihîjin mafên xwe yên netewî û bibin xwedî desthilat, ewê çawa mafê kurdên xwe bide, çawa bi wan ra li hev bike?

Ev gotinên Erdogan jî nîşan didin ku hukûmeta AKP-ê hîn dev jiyaseta kemalîzmê ya înkar û îmhakirina kurdan bernedaye. Siyaset û hedefe Erdogan ya esasî hîn jî ew e ku li tu beşekî Kurdistanê, li tu weletekî cîranê Tirkiyê kurd ji bindestiyê xelas nebin û negihîjin mafên xwe yên netewî.

Lê ev, xeyaleke vala ye. Diyar e ku Erdogan siyasetmedarekî korfahm e. Heger ne korfahm bûya ewê ji siyaseta xwe ya Îraqê derz û tercubeyek bigirta. Lê negirtiye.

Li Îraqê siyaseta Erdogan çawa neçû serî û kurd dawiya dawî bi ser ketin, bêguman li Sûriyê jî ewê heman tişt bibe, Erdogan xwe biçirîne jî kurd ewê li Sûriyê jî mafên xwe yên netewî bidest xin û wek li başûr, bibin xwedî desthilat.

XXX

Bi baweriya min, heta ku kurdên bakurê Kurdistanê (kurdên Tirkiyê)nebin xwedî dewlet, ne tirk rehet dikin û ne jî kurd. Ji bo rehetkirina her du miletan jî dibê Kurdistan çê bibe…





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE