14 november 2012

Heta deve xiya nebe bar lê nabe


Hemû rûdan û agahdariyên di van rojên dawî da ji herêmê tên, dewleta tirk di bin xêliya ”Artêşa Azad ya Sûrî” da di demek nêz da ewê êrîşî gelek bajarên Kurdistana Rojava yên wek Qamîşlo, Kobanê, Dirbesipyê û hin herêmên ser sînor bike û bixwaze van gund û bajarên ser sînor têxin bin kontrola xwe. Ji xwe wa ye Serê Kaniyê îşxal kirine...
Derbarê vê nêta tirkan da êdî tu tiştekî veşartî û neyê zanîn tuneye, tirk di rojên pêş da di bin navê ”Artêşa Azad ya Sûriyê” da sedîsed ewê êrîşî kurdan bikin.
Û haya kurdan jî ji vê nêt û haziriya tirkan heye. Di vir da tiştê were kirin, dibê kurd li hemberî êrîşeke wiha bêhazirî neyên girtin,ji nuha da bi hemû hêza xwe amadekariyên parastina welatê xwe bikin.


XXX
Li Tirkyê piraniya însanên tirk û kurd nedîtin ku Tayyip Erdogan merivekî zir cahil e û loma jî dikane pir tahlûke be. Ji ber ku merivê cahil xwe zû wenda dike. Civatê pir dereng Erdoganê rastîn nas kir. Lê heta wê çaxê jî hasil çû mûsil...
Ji bo dîtin û ferqkirina cehaletê zanîn lazim e û li Tirkiyê ew jî pir kêm e.
Îqnakirina cahilan pir zor e, dibê meriv zora wan bibe. Kurd mecbûr in zora vî cahilê zirzop bibe...

XXX
Heger hûn her tiştê ku berazek/xenzîr û zarokek dixwazin bidine wan, di netîceyê da ewê berazekî we yê pir baş û zarokekî we yê pir xerab hebe.
H.Jackson Brown
Li Tirkiyê zarokên pir xerab ji berazên pir baş zêdetir in.

XXX

Hinek kes karûbarên wan wer rexnekirina xelkê ye. Xelk çi bike jî miheqeq kêmasiyekê dibînin.
Lê malneketan tu carî "riya rast" jî nîşanî însanan nadin. Ji bo kesên wiha dibêjin, rexnegirê ku çareyê nîşan nede heqê wî yê rexnekirinê tuneye. Hestiyê zimên tuneye, loma jî pir digere…

XXX
Temiya min li we, tu carî li gorî sondê baweriya xwe bi însên neynin, li gorî însên baweriya xwe bi sondê bînin...

XXX
Dibêjin xortanî zû dibuhure, kalîtî jî wisa ye ezbenî. Xortanî zû biqede jî dîsa baş e. Qenekê piştî xortaniyê baş xerab kalîtî tê. Lê piştî kalîtiyê tu jahr nayê, dawiya rê ye. Loma jî dibê meriv şukiriya xwe bi xortaniyê bîne…

XXX
Heta deve xiya nebe bar lê nabe. Heta em zora Erdogan û AKP-ê nebin mesela kurd çareser nabe... 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE