10 januari 2012

Hin însan pir bêar in



Yaho ev Mehmet Metîner merivekî çuqasî bêar, bêheya, bêrû, bêheysiyet û çamûr e.
Bi kurtî merivekî pir şerûd e, ne fedî dike û ne jî li ber xwe dikve.
Ji ber ku merivekî bi sabiqe ye, teqleyên navêtibe tuneye, loma jî hertim xelk wî rezîl dike. Bes ne xema wî ye…
Ruyê mubarek ne rû, tu dibêjî qey çermê gamê şê ye…
Hercara ku mebûsekî BDP-ê di meclîsê da dipeyive, ev rezîl miheqeq ji ciyê xwe gotinan davêjê û bela xwe tê dide. Do jî bela xwe di Bozlak û Sirri Sureyya da û xwe li Sirrî rakişand.
Lê wan jî ew xistin binê erdê
Ji ber ku bela xwe di her kesî daye gurûba AKP-ê ew ji rêzên pêşiyê rakiriye, avêtiya rêzên dawî. Lê li wir jî rehet nasekine, kî bipeyive weke bonciyê meclîsê yê AKP-ê, ewê ji ciyê xwe bireye û yê xatib nerehet bike.
Kuro bê tu merivekî bi sabiqe yî, bi teqleyên xwe yên siyasî di nava herkesî da te îtîbara xwe xistiye binê sifirê, loma jî giran be û hinekî devê xwe bigre.
Lê devê xwe nagre, ji ber ku merivekî pir bêar û pir şerûd e…
Gelo xanim û zarokên vî merivê bêxlaq dema li van minaqşyan û heqaretên ku xelk li wî dikin temaşe dikin çi his dikin, çi difikirin?


Xwedê kesî fahş neke, fahş kir şaş neke, şaş kir weke Metîner bi erdê ra kaş neke…
6/1-2012

 XXX

Serfermandarê Giştî yê tirk Necdet Ozel, di hevpeyvîna xwe da li dijî perwerdeya bi zimnê kurdî derketiye, gotiye:

 ”Di perwerdê û qada kamûyê da bikaranîna zimanên cuda ewê veqetandinê çêbike, loma jî ez rast nabînim”

Yanî weke berê leşker dîsa li dijî qebûlkirina nasnameya kurd û perwerdeya bi zimanê kurdî ne...
Lê wisa xuyaye ku Necdet Ozel, van dîtinan li ser daxwaza hukûmetê tîne zimên. Erdogan, di merheleya çêkirina qanûna esasî ya nû da dixwaze artêşê li dijî perwerdeya zimanê kurdî nîşan bide ji bo ku ji kurdan ra bibêje, hûn dibînin, MHP li dij e, leşker li dij in, loma jî nuha em nikanin vî mafî têxin qanûna esasî, bi xêr ”buhareke” din emê hewil bidin…

 Heger hukûmet nexwaze, Necdet Ozel nikane(û ji xwe wek leşker mafê wî jî tuneye)van tiştan bibêje...
6/1-2012


XXX
Herdu nivîsên dawî yên Ahmet Altan mikemel in, ev demek bû bi teqala Erdogan ketibû û dabû ser riyeke şaş. Lê bi van herdu nivîsên xwe yên dawî dîsa şûrê heq û rastiyê kişandiye û ji zaliman ra dibêje hûn neheq û zalim in û bi mêranî dajo ser wan.

Gava însan piştgir û hevalê heqiyê û mezlûman be û heq û rastiyê biparêze hêza gotinên meriv dibe weke hêza bombeya atomê, tirs û xofeke mezin dixe dilê... dîktaor û zaliman.

Ev demek bû Ahmet Altan, bi rengekî neheq û bêsebeb êrîşî BDP û PKK-ê dikir. Û li alî din jî zêde baweriya xwe bi Erdoganê sûtal, zalim û virek dianî, ew wek serok û merivekî bi rastî jî mezin didît, jê hêviyên pir mezin dikir.

Par çend caran min rexne li vê şêla wî girt.
Lê wa ye di nivîsa xwe ya do da qebûl dike ku Erdogan ne tu meriv e, ne dîwarekî saxlam e ku meriv pişta xwe bispêrê.

Bi vê guherîna Ahmet Altan ez kêfxweş bûm.
Gelê kurd hewcedarê qelemek weke ya Ahmet Altan e. Gelek sipas ji bo van herdu nivîsên dawî…


4/1-2012

XXX
Medîa û çapemeniya tirk du roj berê bi helahelayake mezin îdîa kir ku bavê Salih Encu yê ku di qetlîama Roboskê da jiyana xwe wenda kir Abdulazîz Encu, ji bo hibriyên kesk, sor û zer yên girtibûn ser 35 tabûtan xwedîgiravgî gotiye ”Alên li ser tabûtan jan bi dilê min xist”!
Yanî hewqasî bi wan alan qeheriye.

 Lê Abdulazîz Encu îro beyanek daye û gotiye ku wî tiştekî wiha negotiye û herkes dizane ku... ez tiştekî wiha nabêje jî.
Abdulazîz Encu gotiye:

 ”Ez 47 salî me û ji qorîcîtiyê teqawit bûme. Ji bo 35 kesên ku bi lawê min ra jiyana xwe wenda kirin min got, ”dilê min jan dide”, lê wan bi hawakî din nivîsîne. Min negot, ”Alên li ser tabûtan jan bi dilê min xist.

Hemû kurdên li vir min û malbata min nas dikin. Ew jî dizanin ku ez tiştekî wiha nabêjim.
Medîa û çapemeniya tirk pir rezîl e, weke kûreya derewan dixebite, li dijî kurdan û tevgera kurd ya netewî her derewê û bêbextiyê mebah dibînin. Di telewîzyon, radyo û rojnameyan da her roj bi hezaran xeberên bêbinake, ji kok da derew belav dikin. Dewlet li dijî kurdan şerekî hovane û ew jî şerekî psîkolojîk dimeşînin.


4/1-2012

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE