10 december 2011

Tirk ne besbûn kurd jî aqil didin wan

Di malpera Netkurdê da Anonseke wiha heye:
”Guhertinên Rojhilata Navîn: Gelo Tirkiye dikare bibe model?”
Di xeberê da tê gotin ku îşev di TRT6-ê da ”bi pêşkêşkerî û moderatoriya Mehmet Baqî, nivîskar Muhsin Kizilkaya, rojnamevan û nivîskar Mûrad Ciwan û Akademisyen Mazahar Bagli” ewê li ser guhertinên Rojhilata Navîn û ”modelbûn Tirkiyê” bipeyivin.
Di xeberê da 6 sernivîsên mijarên ku herçar ”ronakbîr, nivîskar û akademisyenên” kurd ku bi hev ra ewê li ser rawestina jî hatiye pêşkêş kirin. Ez wan li jê diweşînim.
Min bala xwe da sernivîsên mijaran, li gel ku hemû mijarên axaftinê Rojhilata Navîn e, lê dîsa jî kurd û mesela kurdan di programa wan da tuneye, hemû li ser ”lîderî” û ”modelbûna Tirkiyê” ne.
Li Rojhilata navîn rejîmên dîktatorî tên daxistin. Türkiye li vê herêmê dikare bibe model, bibe lîder?
Çar ”ronakbîr, nivîskar û akademisyenên” kurd ewê îşev di TRT-ê da werin ba hev û li ser Rojhilata Navîn bipeyivin.
Lê ne li ser kurdan û pêşeroja kurdan û rewşa kurdên bakur, ewê li ser ”lîderî” û ”modelbûna” Tirkiyê ya li Rijhilata Navîn rawestin, li ser têkiliyên Tirkiyê û Emerîka, Rûsya, Îsraîl û Îranê û li ser tesîr û rola Tirkiyê û Erdogan ya li ser ereban bipeyivin.
Tu dibêjî qey kurd û Kurdistan ne li Rojhilata Navîn in û li vê herêmê miletê bindest û herî perşîn ne kurd in, loma jî navê wan di programê da tuneye…
Çar ”ronakbîrên” kurd ne ketine derdê kurdan û pêşeroja wan, ketine derdê ”modelbûna” Tirkiyê ya ji bo welatên Rojhilata Navîn û tesîra Erdogan ya di nava ereban da!
Heyran tirk têra xwe hene, hûn dev ji wan berdin, heger hûn pir jêhatî ne aqilekî bikdin kurdan, dev ji tirkan berdin.
Ez programê bi tevayî digrim jêr, hûn bi xwe jî dikanin lê binêrin.
Bi hezaran pirspor û akademîsyenên tirkan ne bes e, yên me jî aqil didin tirkan, pêşeroja Tirkiyê û Erdogan meraq dikin, dixwazin bizanibin hela ka di pêşerojê da Tirkiye li Rojhilata navîn ewê bibe ”model” ya na?
Tesîra Tirkiyê û Erdogan li ser dewletên eraban çi ye û di pêşerojê da ewê çawa be?
Ê çi ji we ra ” tesîra Tirkiyê û Erdogan li ser dewletên ereban çi ye û dîplomasiya ku Tirkiye dimeşîne çawa tê dîtin?”
Li herçar perçeyên Kurdistanê jî kurd perîşan in, me ne dibê berî Tirkiyê ya jî bi Tirkiyê ra mesela kurdan jî bipeyivin.
Heger hûnê jî weke tirkan Tirkiyê û Erdogan ji xwe bikin asas wê demê tu ferqeke we û tirkan namîne.
Weke akademîsyen, nivîskar û siyasetmedarên kurd, ma ne dibê berî Tirkiyê, hûn rewşa gelê xwe û welatê xwe analîz bikin,Tirkiyê û Erdogan û siyaseta Tirkiyê ya derve bihêlin ji Tirkan ra.
Ma dîplomasiya Tirkiyê û Erdogan bi we ketiye?
Hûn pir jîr û jêhatîne li ser dîplomasiya kurdan rawestin, ya jî li ser tesîra xurtî û zeîfiya dîplomasiya Tirkiyê ya li ser kurdan rawestin û bi rewşa kurdan ve girê bidin.
Yanî ew mijarên ku hûnê li ser bipeyivin,bi mesela kurd û Kurdistanê û çareseriya mesela kurd ve girê bidin.

XXX
ANONSA Netkurdê

- Li Rojhilata navîn rejîmên dîktatorî tên daxistin. Türkiye li vê herêmê dikare bibe model, bibe lîder?

- Li ser Rojhilata navîn stratejîyên Amerikayê, İsrailê, Rusyayê, İranê çi ne? Türkiye di vê hevsengkirinê de li kû derê disekine?

- Li ser dewletên ereban tesîra Türkiyeyê û Recep Tayyip Erdoğan çi ye? Dîplomasiya ku Türkiye dimeşîne çawa tê dîtin?

- Avrupa di krîza aborîyê da ye, li dewletên ereban bûyer û serhildan hene. Tirkiye, ji bo ku bibe hêzêka alternatîf divê çi bike? Li ber Türkiyê fersend û astengiyên çawa hene?

-Hûrkariyên zîyareta Joe Biden çi ne?

-Pêwendiyên Türkiye-İsrailê heya kengê ê wiha dewam bikin?

Bersivên van pirsan ji perspektîfên cuda, sibê li ser TRT 6-ê di programa minaqeşeyên germ û pirralî li ser buyerên germ ên herêmê û Tirkiyeyê, yên derve û hundur; programa "Civak û Siyast"ê.

Bi pêşkêşkerî û moderatoriya Mehmet Baqî û bi beşdarbûna nivîskar Muhsin Kizilkaya, rojnamevan û nivîskar Mûrad Ciwan û Akademisyen Mazahar Bagli.

"Civak û Siyaset" sibê roja Înê saet di 22:45-ê (bi wextê Tirkiyeyê, 21: 45-ê bi wextê Ewropayê) de li ser ekrana TRT-6-ê.

1 kommentar:

  1. Muhsin û Murad rojek wê li ciyek ji bo peran wê jiqelb herin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE