04 december 2011

Hemû kurd dibê vegerin ser koka xwe

Di nava CHP-ê da tevlihevî, şer û pevçûn nasekine, CHP li bin guh hev dike. Li alîkî kurdên dêrsimî û mesela qetlîama Dêrsimê û li aliyê din jî kesên weke Sezgîn Tanrikulu û daxwazên wî yên derbarê mesela kurd da.

Yanî sebebê vê tevliheviya di nava CHP-ê da jî mesela kurd e.

Kurd û tirk li hev nakin û ne mimkûn e ku li hev bikin jî.

Kurd, ji ber tirkan çuqasî daduxun, ji bawerî û dîtinên xwe tawîzê didin jî têr nake, tirk dixwazin ew bêtir xwe înkar bikin, bêtir bibin nasyonalîstên tirk.

Berê çepên kurd bi çepên tirk ra bûn, lê demek hat êdî zemînê vê yekîtî û hevkariya çepên tirk û kurdan neme, dîrokê dawiya vê merheleyê anî û loma jî çepên kurd ji çepên tirk dûr ketin û weke siyasetmedar û ronakbîrên her miletî wan jî li gorî  rastiya welatê xwe, gav avêtin û xwe  organîze kirin...

Dû ra dor hat dîndarên kurd. Dîndarên kurd jî dîtin ku mayina di nava dîndarên tirk da him nabe û him jî şaşiyeke mezin e. Loma wan jî hêdî hêdî dev ji dîndarên tirk berdan û xwe weke dîndarên kurd organîze kirin.

Nuha jî dor hatiye partiyên weke CHP-ê û AKP-ê, dîrokî êdî ciyê kurdan di nava van partiyên tirk da nemaye.

Dîrokê ev merhele jî qedand, weke çep û dîndarên kurd, kurdên di nava van partiyên tirk da jî dibê vê rastiya dîrokî bibînin û dev ji van partiyan berdin.

Kesên ji xwe ra dibêjin em kurd in û neyartiya kurdan nakin ji nuha û pêva êdî ewê nikanibin weke berê di nava van partiyan da bimînin.

Ji ber ku mesela kurd hatiye nuxteyeke wisa ku wan mecbûr dike ku yan eslê xwe înkar bikin û bibin hevkarê tirkan û bi tirkan ra bajon ser gelê xwe, ya jî ewê kurdbûna xwe qebûl bikin û ji van partiyan veqetin.

Wekî din tu rê tuneye, dema ”îdareyê” êdî buhurî.
Yanî êdî tu kurd bi nasnameya kurdayetiyê nikane di nava van partiyên tirk da bimîne, şert û zemînê vê mayinê nemaye.

Mesela di nava CHP-ê da şert û zemîna mayina Sezgîn Tanrikulu nemaye. Ya ewê weke Kiliçdaroglu bibe ya jî ji CHP-ê veqete.

Esas li gel hemû înkar û bêşexsiyetiyê şertê mayina Kiliçdaroglu jî nemaye, tirk bi vê şêla Kiliçdaroglu hîn jî ne razî ne, dixwazin xwe hinekî din jî pîs û înakr bike.

Nuha AKP-yê jî eynî tiştî bike.

Netîce, weke çepên kurd û dîndarên kurd dibê kurdên CHP-ê û AKP-ê jî êdî xwe ji van partiyan dûr bixin û partiyên xwe yên kurd ava bikin.

Şertên welatê me û dîrokê dawiya vê hevkariyê jî aniye, kurd dibê vegerin ser koka xwe û doza mafên xwe yên netewî bikin.

Ev yek ewê mesela kurd jî zûtir çareser bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE