06 november 2011

Bêkesiya kurdan Erdogan çavsorî kiriye

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di peyama xwe ya cejnê da careke din peyama operasyona derveyî sînor da û got, ” pêşmerge piştgirî nedin jî ewê bi xwe operasyonê bikin.”

Erdogan derbarê hevdîtina xwe ya bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ra jî got:

Em li bendene ku pêşmergeyên Rêveberiya Herêma Bakurê Îraqê (Erdogan hîn jî navê Kurdistanê nagre devê xwe) li gel me cih bigirin û em bi hev ra operasyonê bikin. An na, emê bi xwe operasyonê bikin."
Rast e, heger bikanibin ewê bikin, çimkî bêkesiya kurdan Erdogan çavsorî kiriye...

Yek , ji ber ku Emerîka li pişt wan e.

Dudu, çavê wan kurdan dibire, dizanin ku çi bînin serê kurdan jî cîhan dengê xwe nake, ewê ji wan ra bimîne.

Erdogan, Gul û Davutoglu bi çavê ”peza qurbanê” li kurdan dinêrin, loma jî qet guh nadin rica û pêşniyarên serokên kurdan, qêrîn û hawaran dayikên kurd.

Dibêjin na, ya hûnê teslîm bibin, ya jî emê we hemûyan bikujin, bi bombe û napalman bikin komir.

Ji xwe ji ber vê biryara şer e ku Fethulah Gulen ji artêşê ra dibêje, ”bira ne 500, bira 5 hezar bin, bi ra 50 hezar bin. Hûn milyoneke çekdar in, hemûyan cihê cihê lokalîsera bikin û ji ortê rakin. ”

Yanî Gulen jî ji hukûmetê ra dibêje, şer bidomînin û miheqeq qezenz bikin.

Meriv ji vê beyana Erdogan ya cejnê jî fêm dike ku hukûmetê riya diyalogê, çareseriyeke siyasî û aştiyane ji rojeva xwe derxistiye û xwe angajeyî qezenckirineke bi riya şer kiriye.

Îcar ji ber ku armanca Erdogan "qezenckirina" şer e,  ne çareserkirina mesela kurd e,  loma jî qet guh nade pêşniyarên Mesûd Barzanî yên diyalogê û dîtina riyeke aştiyê.

Erdogan, ji dêlî van pêşniyarên Barzanî yên diyalogê û çareseriyeke demokratîk, bi rengekî zorba alîkariya şer li ser kurdên başûr ferz dike, dibêje hûnê bi me ra zarokên xwe bikujin.

Erdogan vê zorbatiyê dike, ji ber ku îro xwe pir xurt dibîne, loma jî dixwaze di şer da zora kurdan bibe û dilê xwe yê nîjadperest honik bike.

Bi dîtina min êdî her babet hevkarî, dostanî û piştgiriya bi hukûmeta AKP-ê ra şaş e, şirîkatiya vê siyaseta Erdogan ya şerxwaz e.

XXX

Pîrozbahiya xapandinê
Serokkomar Abdullah Gul û serokê giştî yê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu, ji bo xapandinê weke taktîk îro çûn Wanê.

Ji ber ku di ”jest” û ”şovên” wiha da tu zirareke wan ya siyasî tuneye, bi vê çûna xwe ne mafekî didin kurdan û ne jî ji bo çareserkirina mesela kurd gavekê davêjin.

Çi ye, çi ye, Gul cejna xwe li Wanê pîroz dike!

Gul, cejna xwe li Wanê pîroz bike çi feyd...eya wê ji kurdan ra heye, neke çi feyddeya wê ji kurdan ra heye?

Qet!
Serokkomar Gul, ji bo kuştina zarokên waniyan sonda ”heyfgirtinê/întîqamê” dixwe û emrê qetlîama zarokên wan dide û îro jî diçe pîrozbahiya cejna dê û bavên van zarokan!


Kurd êdî ne bêmeju ne…

Kurd, ji Gul ji pîrozkirina cejnê bêtir awestandina şer û mafên xwe yên netewî dixwazin.
Heger Gul pir dilşewatê waniyan e, bira bombebarankirina zarokên waniyan rawestîne, bira nehêle zarokên waniyan bi napalm û çekên kîmyayî bibin rejik.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE