20 oktober 2011

Rim êdî di çewêl hilnayê

Ez endamê grûbeke e–mailiê me. Navê wê Diyarbekir yahoo group” e. Grûbeke pir mezin e, qala 10 hezar endaman dikin.

 Do bi şev min ji moderatorên vê grûbê meylek girt. Moderatorên grûbê bi sloganke bi kurdî û tirkî êrîşa Çelê û kuştina 24 leşkeran protesto dikirin, digotin:

 -Benîm adima oldurme!
-Ser navê min nekuje!


 Û di binê sloganê da jî bi zimanê tirkî ev nivîs nivîsîbûn:
”Me li ser navê xwe selahiyeta kuştinê neda kesî. Aştî, kuştina li ser navê gelan û însaniyetê cînayeta herî qirêt e. Em şermezar dikin. Moderatorên grûba yahoo yên Diyarbekrê.”
Berê înformasyon tim bi îmzeya moderator Ergun Eşsîzoglu dihat, lê îcar bênav bû, bi îmzeya hemû moderatoran hatibû şandin.


Ji ber ber ku slgona bi kurdî û tirkî bû, min jî rabû tiştekî kin nivîsî, got, ”ma we destûra kuştinê daye dewletê?” Çimkî dewlet her roj kurdan dikuje. Dibê hûn vê pirsê berî PKK-ê ji dewletê bikin.


Nivîsa ku min ji moderatoran ra şand wiha ye:


”Ji moderatorên Grûba yahoo ya Diyarbekirê ra
Bêguman kuştin tiştekî na baş e.
Lê dema yek bixwaze te bikuje tu yê çi bikî?
Dema leşker ji bo kuştinê biçin ser gerîla, dibê gerîla çi bike?
Ya din, ma we destûra kuştinê daye dewletê?
Dewlet her roj kurdan dikuje, rojê bi tonan bombe bi ser serê kurdan da dibarîne.
Ma we destûra operasyonên siyasî û girtinê daye dewletê?
Lê dewlet her roj qefle bi qefle kurdan digre û davêje zindanan.
Dibê berî PKK-ê hûn ji dewletê ra bibêjin "li ser navê min kesî nekuje"!
Helbet kuştin tiştekî ne baş e, dibê însan hevûdu nekujin, meseleyên xwe bi riya diyalogê çareser bikin.
Lê dewlet û hukûmeta AKP-ê naxwaze, ji kurdan ra dibêje ya hûnê bibin tirk ya jî emê we bigrin û bikujin.
Bira dewlet mafê kurdan yê netewî bide û şer rawestîne.
Dema dewletê mafê kurdan da û şer dîsa jî dom kir, wê demê emê hemû li dijî PKK-ê derkevin û şerê wê bikin.
Li gel silavan
Zinarê Xamo
Ji moderatoran yekî, (belkî jî Ergun Eşsîzoglu be, ji ber ku hemû agahdarî û meyl bi navê wî tên)bi nivîseke kin, ev nivîsa min ya bi kurdî rexne kir. Rexneya li nivîsa min wiha ye:
”Selam,
Di grûba me da kî bixwaze bi çi zimanî binivîsîne dikane binivîsîne. Qedexeya ziman tuneye lê, beşdarbûna we ya nivîsan bi kîjan zimanî be dibê hûn bi wî zimanî binivîsînin. Ev ji perensîbên me ne. Bi giramî".


"Selam,
Grubumuzda isteyen istediği dilde yazar. Dil yasağı yok ama, katıldığınız yazışmlar hangi dildeyse o dilde yazışmaya katılmakta prensiplerimizden,.
Türkçe olan bir yazışmaya Türkçe katılmak ne kadar doğru?
Eğer yazışma Kürtçe olsaydı buna hiç bir itirazımız olmazdı. O zaman istediğiniz kadar kürtçe yazardınız. Saygıyla"

Li ser vê balkişandina moderator min vê sibehê ev nivîsa jêr jê ra şand. Lê bersîv neda min. Û nivîsa min jî weşandin y ana ez nizanim.




”Merheba!
Nivîs(yazişma) hemû ne bi tirkî ye, bi tirkî û kurdî ye.
Ji ber ku slogan him bi tirkî û him jî bi kurdî ye. "Ser navê min nekuje !", bi kurdî ye û loma min jî ya bi kurdî xwend û bi kurdî bersîv da(nivîsand).
We gotiye, "Di grûba me da kî bixwaze bi çi zimanî binivîsîne dikane binivîsîne. Qedexeya zimên tuneye LÊ..."
A hemû mesele di wê "LÊ" yê da ye.
Bi baweriya min "qedexe" li ser zimanê kurdî heye, bi kêmanî dema ez bi kurdî dinivîsînim kêfa we jê ra nayê.
Gelo min bi îngilîzî ya jî bi fransizî jî nivîsîbûya ma te yê dîsa îtîraz bikira û mesajeke wiha bişanda?
Destê xwe bide ser ûjdanê xwe û rast bipeyive!
Di nava rêzên mesaja te ya kin da ez nerehetiya te ya li hemberî kurdî dibînim, tu bi çavê zarokê dêmariyê li zimanê kurdî dinêrî.
Belkî tu ne kurd î, tu tirk î, loma jî tu dixwazî kurdî nemîne. Lê tu viya ne bi rengekî qebe, tu bi hostayî dixî qalibekî praktîk...
Lê devê xwar ken lê nabe star...
Tu ji zimanê kurdî hewqasî aciz î ku te slogana bi kurdî "SER NAVÊMIN NEKUJE" ji bîr kiriye û tenê ya tirkî "Benîm adima oldurme!" di bîra xwe da hîştiye.
Slogana we him bi tirkî û him jî bi kurdî ye, hûn him bang li kurdan dikin û him jî li tirkan dikin.
Heger yekî kurd ewê nikanibe bi kurdî dîtina xwe li ser slogana bi kurdî "Ser navê min nekuje !" bibêje, wê demê çima we kurdiya wê nivîsî?
Hela ji kerema xwe ra vê tenaquzê ji min ra îzah bike ji bo ku ez jî hinekî biaqil bibim...
Li gel silavan.
Zinarê Xamo
Not:
Bi hêviya ku hûn nivîsa min biweşînin/Umud ederîmkî yazimi yayinlarsiniz.”


 Di nivîsa xwe da min du ”sûc” kiribûn, yek min bi kurdî nivîsîbû û ya din jî min gotibû ji bo çi hûn ji dewletê ra nabêjin ”li ser navê min însanan nekuje !”


 Ev herdu tişt jî moderetorên grûba yahoo ya Diyarbekrê gelkî aziz kir. Lê nehatibû hesabê wî/wan ku bersîva rexneya min ”ma we destûr daye dewletê ku însanan bikujin” bidin.

Dewlet her roj kurdan dikuje, her roj li welatekî din bi tonan bombe ser serên kurdan da dibarîne, lê heta nuha min nedît ku grûb bi sloganeke wiha dewletê rexne bike.

Û ji ber vê yekê jî moderator ji dêlî ”kerê”, êrîşî biriye ser kurtên, gotiye tu çima bi tirkî nanivîsînî û nizanim çi û çi?

Û li gel ku slogana wan jî bi kurdî ye vê daxwazê ji min dike. Lê çi heyf ku bersîva min neda, min fêm bikira ji bo çi dibê ez bi tirkî binivîsînim ewê baş bûya.

Tişekî din ê ku ez li ser difikirim, hebûna kurdan ya di nava vê grûbê da ye. Wek min li jor jî got, qala 10 hezar endamên wê dikin. Û ji ber ku nav jî Diyarbekire, bi îhtîmaleke mezin bi hezaran kurd jî di nava vê grûbê da hene.

Lê yek kurd jî tevî minaqeşeya li ser vê mesela girîng nebû û dîtina xwe negot. Vê bêdengiya kurdan ez matmayî hîştim.

Ji ber ku tiştê bûbû mijara minaqeşeyê pir girîng bû. Grûbê ji PKK-ê ra digot, ”li ser navê me însanan nekujin” lê eynî tişt ji dewletê ra negotibûn Û min jî ev şêla wan rexne kiribû.
Diyar e kes naxwaze xwe bike destiyê kêrê, her kes li rehetiya xwe difikire….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE