06 oktober 2011

Erdogan ne li pey xwarina tirî, li pey kuştina rezvan e

Li Erzeromê 25 jê girtî 47 siyasetmedarên kurd di mahkimê da xwestine parastina xwe bi kurdî bikin.


Lê weke hertim dadgehê daxwaza wan dîsa red kiriye, hakiman gotine em hebûna zimanekî bi navê kurdî qebûl nakin, dibê hûn bi tirkî bipeyivin.


Esas dadgeh jî li gorî emir û dîrektîfên Erdogan hereket dikin. Çimkî Erdogan tim dibêje ”yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet, yek ziman.”


Dema serokwezîr bibêje ”yek milet û yek ziman”, helbet dadgeh jî ewê hebûna miletekî din û zimanekî din qebûl neke.


Ji ber ku herkse dizane ku mahkimeyên Tirkiyê ne serbixwe ne, hemû li gorî emir û dîrektîfên AKP-ê dixebitin.


Û ne mahkime tenê, pûlis jî , zanîngeh jî çapemenî jî hemû ketine bin kontrola AKP-ê, loma jî şefê hukûmetê Erdogan çi emir bide wan ew jî mecbûr in emrê wî bicî bînin. Dema emrê Erdogan bicî neynin, ewê ji nanê xwe bibin.


Mesela Erdogan dixwaze ku cîhazên guhdarîkirinê di hemû bînayên BDP-ê da were bicîkirin, li telefonên hemû şarederan, serok û birêvebirên BDP-ê werin guhdarîkirin, dadgeh tavilê destûrê dide û pûlis jî tavilê cîhazan bicî dikin.


Erdogan dixwaze BDP-ê bi van metodên adî krîmînalîze bike û belav bike. Û ji bo vê yekê jî emir dide dezgehên dewletê û dezgehên dewletê jî tavilê li gorî emrê wî partiyeke siyasî bi tevayî digre bin taqîbî û li hemû serok, berpirsiyar û birêvebirên wê guhdarî dikin.



Armanca Erdogan tasfiyekirine tevgera kurd e, belavkirina BDP-ê û hemû rêxistinên kurdan e. Îcar KCK, guhdarîkirin, delîl melîl hemû bahane ne, BDP-ê yek tevgereke ”bêqanûnî” nekira jî ferq dîsa jî ferq nedikir, çimkî hukûmetê û Erdogan carê biyara xwe dane, dibê vê serîhildan û liberxwedana kurdan jî bişkînin.



Dixwazin bi vê terorê û êrîşan faşîst BDP-ê ”basko” bikin û gel jî çavtirsiyayî bikin.



Ji hilbijartinên 12-ê hezîranê xurtderketina BDP-ê Erdogan û hukûmeta wî pir tirsand. Erdogan ditirse ku di hilbijartineke din da hejmara 36 parlamenter derkeve 72 heban. Û bi vê çûyinê ewê hemû Kurdistan ji destê wî û zilamên wî yên kurd derkeve.



Loma jî bi vê şîdetê dajon ser BDP-ê û tevgera kurd ya netewî. Ji ber ku dibînnin ku nabêna kurdan jî her ku diçe baş dibe, kurd li hemberî êrîşên dewletê destên xwe didin û daxwzên xwed yên netewî bi hev ra bilind dikin.



Loma jî hukûmet dixwaze darbeyeke pir mezin li kurdan xe.



Erê darbeyeke leşkerî çênebûye lê belê terora ku li hemberî kurdan û tevgera kurd ya siyasî tê meşandin ji dema darbeya 12-ê Îlona 1980-î zêdetir e ne kîmtir e.



Di van du sal û nîvên dawî da da nêzî 8 hezar siyasetmedarên kurd hatin bincavkirin û nêzî 4 hezar kesî avêtine zindanê...
Ev terora li hemberî miletê kurd û siyasetmedarên wan tê meşandin ji ya naziyan ne kêmtir e. Ferza ku kurd bêxwedîne, cîhan qala vê qetlîama siaysî nake.



Medya tirk îro ji medya naziyan xerabtir e tevdigere, bêyî dezînformasyonê, taharîk û dijminatiya li hemberî kurdan tiştekî nake.



Di rewşeke wiha da bêyî kurdank es xwediyê kurdan tuneye, dibê em xwe bidin ser hev û bi hev ra li dijî van îrîşên faşîst derkevin.



Ji ber ku hedefa hukûmeta AKP-ê şikandin û teslîmgirtina miletê kurd e, qedandina her hezê, her grûbê û her partiyê ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE