09 augusti 2011

Qijik û Silêman Pêxember

Dibêjin qijikek hebû, ne ji dengê xwe û ne jî ji rengê xwe memnûn bû. Rojekê rabû lêxist çû ba Silêman Pêxember şahê hemû teyr û tulûran û gilî û gazinên xwe pê kir, jê ra got:


-Ey serdarê hemû teyr û tulûran(tuyan), te çima hewqas neheqî li min kiriye? Ne rengê min tu reng e û ne jî dengê min tu deng e. Ne rengê min xweş e, ne dengê min xweş e. Loma jî her kes henekê xwe bi min dike.


Hz. Silêman  got:


-Qijika qêmaqil, here ji Xwedayê xwe ra şikir û dua bike ku tu wiha yî. Ji ber vê yekê ye ne ji bo dengê te û ne jî ji bo rengê te kes nêçîra te nake. Herçî goştê te ye ew jî ji xwe çermekî hişk e û nayê xwarin. A ji ber vê yekê jî tu yê gelkî bijî, tu yê çûkek umirdirêj bî...


Bi rastî jî li gorî dibêjin qijik(qirik) kanin bi qasî însên  temenekî(umrekî) gelek dirêj bijîin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE