15 augusti 2011

Erdogan kurdan bi şerekî mezin tehdît dike

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan, doh li Anqerê di civîna pîrozbahîyên dehsalîya partîya xwe da li dijî BDP-ê, PKK-ê û kurdên ne li dijî wan, peyamên pir sert dan û kurd raste rast bi qetlîamê tehdît kir.
Erdoğan got, ”Ez eşkere dibêjim, êdî kêr gihaştiye hestî û sebra me nemaye. Eger ew difikirin ku emê serî bitewînin, bira vê ji me nepên. Piştî remezanê ewê mîlada aştiyê gelekî cuda be.”


Erdoğan got, ew li bende temambûna meha remezanê ne, piştî rojîyê ewê bersiveke pir tûnd bidin xwedîyê van êrişan û ewê bedela wê pirr giran be.


Ev demeke Erdogan dibêje di meha îlonê da li hemberî PKK-ê ewê dest bi ”stratejiyeke nuh û şerekî hîn berfirehtir” bikin.


Di nava vê ”stratejiya nuh û şerê berfirehtir” da îşxalkirina Kurdistana Federe û li wir çêkirina herêmeke ”tampon” jî heye.


Tê gotin ku dewleta tirk ewê vê îşxalê û ”herêma tampon” di çarçeveya peymana 1964-ê ya bi Îraqê ra bikin.


Xwedêgiravî ev peymana bi Îraqê ra destûrê dide ku Tirkiye heta bi 75 km. jî têkeve nava axa Îraqê û li wir operasyonan bike.


Dîsa li gorî çapemenî dinivîse, wê ji korîciyan hîn bêtir feydeyê bibînin. Ji bo ku di şer da wan bidin pêş, ewê meaşê wan zêde bikin û daxwaza wan ya piştî teqawitê hilgirtina çekan jî qebûl bikin.


Wekî din, ewê tenê leşker û pûlisên profesyonel li ser sînoran bicî bikin û wan derxin operasyonan.


Tîmên taybetî ewê dîsa têxin dewrê û gelek tedbîrên leşkerî yên bi vî rengî lê zêde bikin.


Û li alî din li bajaran jî ewê li hemberî BDP-ê û kurdên dost û dilxwazên BDP-ê, heta kesên ne dijminê PKK-ê jî dest bi girtinan bikin.


Yanî li li bajran û li hemberî kesên siwîl jî ewê dest bi teroreke mezin bikin.


Di vî warî da hukûmet û generalan li hev kirine.


Yanî bi kurtî Erdoganê ku xwedêgiravî dikira demokrasî bianiya Tirkiyê û mesela kurd bi riyeke demokratîk û aştîyane çareser bikira, êdî wek dîktatorekî, weke lîderekî faşîst dipeyive û dixwaze li hemberî kurdean şerekî mezin bide destpêkirin.
Helbet bi van tehdîdan ne kurd dev ji daxwazên xwe yên rewa berdidin û ne jî Erdogan dikane bi tehdît, girtin û kuştinê mesela kurd biqedîne.
Ev rê berî pir hetiye ceribandin û şaşiya wê car bi car tim îspat bûye.
Lê bêguman tiştên Erdogan dibêje gefên pir cidî ne û miletekî bi kuştinê, bi qetlîamê tehdît dike.


Ne kurd tenê, li Tirkiyê hemû hêzên demokrat û aştîxwaz dibê li dijî van dîtinên Erdogan derkevin û piştgiriyê bidin daxwazên kurdan yên demokratîk û netew û kurdan bi tenê nehêlin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE