22 augusti 2011

Bi kuştina zarokên 6 mehî hûn însaniyeta xwe jî dikujin

Do 16 balafirên şer yên artêşa Tirkiyê êrîş birin ser herêma Kurdistana azad û quntara Qendîlê ya girêdayî qezaya Pişder bombebaran kirin.

Balafirên Tirkiyê di vê êrîşê da wasiteyeke malbateke kurd jî bombebaran kirin û malbata (8-10 kes) di erebê da hemû kuştin.

Di nava kuştiyan da 3 zarok jî hene, ji zarokan yek 3 salî û yek jî 6 mehî ye û yê din jî 11 salî ye.
Termê du kesên din jî hîn nehatine dîtin.

Li gel ku çapemeniya kurd termên zarokan yên perçe pereçe bûyî weşandind jî hikûmeta AKP-ê derbarê vê êrîşa hovane da xwe kerr dike û heta tu beyan nadeye.

Erdogan fena ku tiştek nebûbe dengê xwe nake.

Medyaya tirk ji xwe qed qala bûyerê û vê wahşeta ku li hemberî zarokekî 6 mehî hatiye kirin nake û xebera wê jî nade.

Erdogan, ji dewleta Îsraîl ji ber ku 9 hemwelatiyên wî kuştin uzur û tazmînatê dixwaze.

Lê dema balafirên Erdogan bi emrê wî gundên kurdan bombebaran dikin, bedenên zarokên kurdan yên 6 mehî û 3 salî bi bombeyan perçe perçe dikin, bira uzur û tazmîna li wir bimîne, camêr tew dengê xwe jî nake.

Bêguman ewê dengê xwe nekin, ji ber ku yên hatine kuştin kurd in , zarokên kurdan e.

Û bi bombebarankirinê ji xwe armanca wan jî ev e.

Ji bo ku balafirên tirk 12 gundên kurdan wêran kirin, 10 kurd kuştin, laşê zarokê 6 mehî perçe perçe kirine çapemeniya tirk pir dilşaye, 

Lêdana her hedefekê, avêtina her bombeyekê medyaya tirk bi kêfxweşî û şahiya avêtina golekê pîroz dike, dibêjin "goooool, gooooool.." û pê kêfxweş dibin...

Bêdengiya hukûmeta AKP-ê heta dereceyekê meriv fêm dike, lê çapemeniya welatekî li hemberî miletekî mezlûm çawa dikane hewqasî bêûjdan û bêmerhemet be, aqilê meriv nagre...
Şêla medyaya tirk ya nemirovane ya li hemberî kurdan meriv matmayî dihêle.

Dema mesele dibe kurd, medyaya tirk weke dezgeheke leşkerî û di emrê artêşê da dixebite. Ji bo ku artêş êrîşê bibe ser kurdan, gundên wan wêran bike, xwîna wan birjîne, bi şev û rojan bombeyan bi ser serê kurdan da bibarînin medya tirk her babet tahrîkê dike. Ji artêşê bêtir ew şer dixwaze...

Di serî da hukûmeta herêma Kurdistanê û hemû kurd, dibê li hemberî vê hovîtiya dewleta tirk bêdeng nemînin û ji dewleta tirk uzur û tazmînatê bixwazin.

Dibê xwîna zarokên kurdan li erdê nemîne, dibê hukûmeta AKP-ê hesabê van cînayetên xwe bide. Ji ber ku ev şer, şerê Erdogan û AKP-ê ye, Erdogan vî şerî dixwaze....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE