14 augusti 2011

Beqa xwe bi gê* ra rewisand

Rojekê ga li mêrgê diçêriya bêhemdî pê li çend çêlikên beqan kir û pelixand. Beqek ji mirinê xelas bû, bazda ba diya xwe. Bi helkehelk û tirseke mezin ji diya xwe ra got:

-Dayê, ew heywanekî pir û pir mezin bû, çar nigên wî hebûn, em hemû di bin nigên wî da pelixîn.

Diya wî beqeka qure û ji xwe pir razî bû, nedixwest zarokên wê kesî di ser wê ra û ji wê mezintir bibîne. Lema jî rabû xwe nepixand, nepixand û dû ra jî ji çêlika xwe ra got:

-Ma hewqasî mezin dibû?

Beqê biçûk got:


-Na dayê na, pir mezintir bû, ne îş mezin bû,!

Beqê hinekî din jî zor da xwe, xwe hinekî din jî nepixand û got:


-Hewqas mezin dibû?


Beqê biçûk dîsa got:


-Na dayê na, ew pir mezintir bû. Ne îş mezin bû. Tu nikanî bi qasî wî mezin bibî, qet xwe nenepixîne, tu yê biteqe.

Li ser vê bersîva beqê biçûk, diya qure, pozbilind û aqilsivik pir qeherî û xwest xwe hinekî din jî binepixîne. Lê dawiya dawî got “PEQ” û teqiya û mir...

*Gê:ga. Beqa xwest xwe bi qasî ga mezin bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE