19 juli 2011

Tirk ji bo ku Sirri Sureyya bînin hemberî BDP-ê jê ra şelafiyên nemayî dikin

Tirk, rastê wan jî û çepên wan jî, lê bi taybetî jî dîndarên wan pir çavê diya xwe ne, naxwazin yek tirk jî xêra kurdan bixwaze.


Heger carê yek tirk jî bi tesadufî bibe dostê kurdan, ya jî hinekî xêra kurdan bixwaze dîn dibin, dixwazin miheqeq vê dostiyê xera bikin û wî tirkî bikin dijminê kurdan.


Vê yekê bi nermikî, bi xayintî dikin.


Sirri Sureyya Onder, tirkekî çepê ji Kurdistanê ji Semsûrê(Adiyamanê)ye û ji lîsteya BDP-ê bi alîkariya kurdan bû parlamenter.


Ji roja ew hatiye hilbijartin û virda ye rast, çep û dîndarên tirk bi zimanekî nerm û şelafiyeke nedîtî hewildidin ku wî û BDP-ê bînin hemberî hev.


Bi taybetî jî piştî bûyera Farqînê û kuştina 13 leşkeran her roj di çapemeniyê da wî pîj dikin, halana tê hildidin, dibêjin me got qey tu yê di nava BDP-ê da wekî wan nebî, tu yê bibî dengekî cuda.


Heger tu yê jî wekî wan bî û li dijî şaşiyên wan dernekevî, wê demê ferqa te û wan namîne, wê dem ne hewceye ku tu li wir bî.


Tu dibêjî belkî Sirri Sureyya bi zanetî ji bo tevliheviyê û fêsadiyê şandine nava kurdan û dixwazin ku ew wezîfeya xwe bicîh bîne.


Di van 3 mehên dawî da 43 gerêlla hatine kuştin nabêjin Sirri Sureyya dibê tu li dijî vê derkevî û ji artêşê ra bibêjî, çima hûn zarokên kurdan dikujin?


Artêş bi şev û roj operasyonan dike, nabêjin, dibê tu li dij derkevî.


Tenê xurtê kurdan e, dibêjin PKK-ê protesto bike, lê hember kirinên artêşê dengê xwe dernexe.


Lê Xwedê kir ku Sirrî Sureyya gurra wan nake.


Bi kêmanî camêr heta nuha gurra wan nekiriye û şêleke bi şexsiyet û baş nîşan daye, dibêje ez bi kurdan ra bêbextiyê nakim...


Ji bo ku Sirri Sureyya û BDP-ê bînin hemberî hev, ya jî wî ji BDP-ê biqetînin û bikin dijminê kurdan jê ra şelafiyên nedîtî dikin, dibêjin tu merivekî mêr, rastgo, xwedî gotin î û loma jî me hêvî dikir ku tu yê di nava BDP-ê da bibî dengekî cuda û biwêribî li dijî şaşiyan derkevî.


Daxwaza wan ji Sirrî Sureyya ew e ku ew jî weke wan, kuştina 13 leşekeran têxe hustuyê PKK-ê û dewletê biparêze.


Li gel ku êdî her kes dizane ku artêşê leşkerên xwe kuştine, lê dîsa jî qet vê yekê tevrênakin, ew her PKK-ê hedef nîşan didin.


Ji bo ku vê yekê bi wî bidin kirin, li ber digerin, wî zeyt dikin, pesnê wî didin, wî mezin dikin, lê camêr weke ku ew dixwazin nerm nabe û tam li gorî dilê wan hereket nake, li gorî wan napeyive....


Ev yek wan dîn dike, wan matmayî dihêle...


Fena ku bi rengekî sergirtî jê ra bibêjin ku tu tirk î û tu çawa li gorî menfeeta dewleta xwe hereket nakî?


Loma jî ”gazinan” jê dikin. Hinek dibêjin ”ne heddê me ye ku em te rexne bikin û aqil bidin te” ya me tenê gazinek e....


Belê xelk çavê diya xwe ye, pînc in, zinya ne, ji bo ku tirkekî bikin dijminê kurdan her babet derew, şelefaî û durûtiyê dikin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE