06 juli 2011

Serpêhatiya hesp û kerê

Dibêjin yekî gundî hespek û kerekî wî hebû. Hespê wî hespekî bi hêl û mêl û esîl bû. Wî gelkî ji hespê xwe hez dikir. Wî her roj ew baş qeşawî û tîmar dikir û xwarina herî baş didayê. Lema jî hesp gelkî bi kêf û liserxwe bû.


Lê kerê reben halê wî ne tu hal bû. Ji baran him jar ketibû, him jî pişt lê bûbû nêk û kurmî bûbû.


Roja ku xwediyê wan dibû bajarvanî herdu jî bi xwe ra dibirin. Lê hemû bar, yanî tişt miştên ewê bibira li bajêr bifirota tenê li kerê dikir. Tiştek li hespê nedikir.


Yekcarnan hesp destkêşî xwe dikir û caranan jî bi rê da lê suyar dihat. Ev yek ne carekê, her tim wiha bû, her cara ku dibûn bajarvanî bar tim li kerê bû û hesp jî vala, wer bi teqala wan diket.

Rojekê barê kerê ji yê her tim gelkî girantir bû. Demeke dirêj ji bo ku di bin bêr da nekeve, heta jê hat li ber xwe da, di heynê xwe dernexist. Lê dawiya dawî bala xwe dayê ku ewê nikanibe zêde dom bike, ku hinekî din jî here, ewê nigên wî yên ziravockî bifistiqin û ewê di bin bêr da bibêje terp û bikeve. Bi halekî hustuxwar berê xwe da hêsp û jê ra got:


-Birakê hesp, ez ketime bextê te hinekî alî min bike. Barê min îro pir giran e, ez di bin da mirim. Ez nabêjim bêr hemû rake, hema tenê hinekî ji ser pişta min rake bes e, ewê barê min hinekî sivik bibe. Ku tu alî min nekî, di bin vî barê giran da ezê bikevim û bimrim!


Hêsp bi tinaz serê xwe li ba kir û got:

-Qet zêde dirêj meke, ez alîkariya te nakim. Çimkî barkişandin ne karê min e. Ev yek karê te ye û bi çi hawî be jî dibê tu ji heqê xwe derkevî.


Kerê feqîr dengê xwe nekir û riya xwe domand. Lê piştî hinekî din jî meşiya, hêz tê nema û got gurm û ket erdê.
Mêrik got çirp û xwe ji ser hespê avêt erdê. Hewil da kerê ji erdê rake. Lê kir nekir ker ranebû. Bala xwe dayê bi rastî jî taqet di ker da nemaye. Bi hêrs ji ker ra got:


-Ez nikanim zêde serî li xwe bigerînim. Dibê ez zû xwe bigihînim bajêr, hîn ku dinya li min germ nebûye. Û bala xwe da hesp û got:


- Tu ji ker gelkî bi hêztir î, ji vir û wê da jî tu kanî herduyan rakî.


Û rabû barê ker bi ber xwe ve kir û avêt ji ser pişta hesp da û dû ra jî ker kir himêza xwe û da ser bêr.
Hesp şeqizî, lê nikanîbû tiştek jî bigota. Piştî hinekî çûn hêsp hêdîka ji ker ra got:


-Birakê ker, heq û misteheqê min e, dema te ji min alîkarî xwest min alîkariya te bikira, nuha ez nediketim bin vî barê giran û tu jî di ser barê min da nedibû serbar.


Ker got:


-Ê bira, belasebeb negotine, çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro!



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE