27 juli 2011

Şêr û kîroşk

Dibêjin di wext û zemanekî pir kevn da şêrekî gelkî mezin û hêrsokî hebû. Ji ber ku ew pirr mezin û pir xurt bû, lema jî li hemû lawirên daristanê çavsorî dikir. Tim dixwest lawir giş bi emrê wî bikin.

Rojekê rabû ban hemû lawirên daristanê kir û ji wan ra got:

- Ji îro û pê da ez mezin û serdarê we gişa me. Bi bihîstina dengê min ra dibê hûn bi dor xurînî, navroj û şîva min ji min ra bînin. Dema hûn neynin ezê we ceza bikim.

Lawir(heywan) hemû ji tirsan qutifîn. Çeqel hema di cî da xwe avêt ortê û dest bi şalûziyan kir, got:

- Ey serdarê mezin, tu dixwazî şîva te tim çi be?

Şêr got:

- Ez rojê tahmekê, xwarineke cihê dixwazim. Ez her roj eynî xwarinê qebûl nakim. Dibê rojekê goştê ga be. Roja din yê pezkûvî ya jî yê xezalekê be. Dibê hûn têkevin dorê. Lê bi bihîstina dengê min ra dibê şîva min hazir be, ya na hûn dizanin ezê çi bînim serê we!

Û dûra jî dêla xwe wek qamçiyekî, rast û çep li erdê xist û xofeke mezin xist dilê wan, got:

- De zû herin haziriya xwe bikin!

Çeqelê devbelaş dîsa xwe avêt ortê, hêdîka got:

- Hahoo, weleh mala me şewitî!

Helbet tu lawirekî jî nedixwest xwe bike qurban û ji şêrekî ra bibe şîv. Çeqel got:

- Êmê çawa bikanibin yekî ji nav xwe hilbijêrin û jê ra bikin şîv?

Gamêşekî gelkî mezin dengê xwe bilind kir û got:

- Pir hêsa ye. Emê ji yê herî biçûk dest pê bikin û ber bi jor ve herin, heta dor digihîje yê herî mezin.

Bi van gotinên gamêş ra, lawirên mezin hemûyan li dora xwe mêze kirin û gişan bi hev ra çavên xwe bera kîroşkê dan.

Kîroşkê fêm kir nêta wan çi ye, lema jî bi xurtî berê xwe da wan û got:

- Baş e. Heger ewê kîroşkek berî we hemûyan bibe qurban, wê gavê bira ew jî ez bim. Lê ez zarok û neviyên xwe yên biçûk yekî jî nakim qurban, dibê hûn vê yekê baş bizanibin.

Û bi vî hawî biryar hat dayin ku dema şêr bixurrre û dengê wî bê bihîstin kîroşkê here bibe şîva wî. Roja din bi hilatina rojê ra xurrîniyeke mezin hat bihîstin, deng di nava daristanê da olan da:

- Xuuurrrrr!


Kîroşk hemû şiyar bûn. Lê kîroşka pîrikê got:

- Hîn zû ye, ne wexta rabûnê ye. Ji xwe ra rakevin.

Kîroşk gurra pîrika xwe kirin û giş dîsa raketin. Bîstek derbas bû, dîsa xurrrîneke mezin hat bihîstin. Lê ya vê carê hîn bilindtir û hîn dirêjtir bû. Digot:

XUURRRrrrrrr!

Hemû kîroşk ji xewên xwe yên şîrîn veciniqîn û rabûn ser xwe. Lê belê kîroşka pîr dîsa got:

- Guh medinê û qet jî netirsin. Wa ye roj hilatiye, rabin xurîniya xwe bikin.

Û hemû kîroşk zû zûka, li pel û pincarên der û dorê belav bûn û zikên xwe têr kirin. Bîstek din derbas bû, roj bejnekê hilat, dîsa xurrînîyek hat bihîstin. Lê ya îcar hewqas pir bû ku erd û ezman dihejand, digot:


- XUURRRrrrrr! XUURRRrrrrrrrr! XUURRRrrrrrrrrr!


Hemû lawirên daristanê ji tirsan biziyan. Lê Pîra Kîroşkê qet guh nedayê û çêra xwe domand. Ew hîn ji xwe ra wiha hêdî hêdî diçêriya, hew carê bala xwe dayê ji her alî da lawir ber bi wê ve dibezin. Fîl, gamêş, mihî, bizin, pezkûvî, gakûvî, çeqel û yên din hatin li dora wê kom bûn. Hemû lê rabûn û pê da qîriyan, jê ra gotin:

- Şêr pirr qeherîye. Ji serê sibê ve ye li benda te ye. Zû here zêde wî neqeherîne.

Kîroşkê bi dengekî sakin got:

- Erê erê, ezê niha herim. Min ji bîr nekiriye. De bi xatirê we. Bîstek din emê dîsa hevdu bibînin

Wiha got û ji ba wan da rê û çû.

Çeqelê ku tu carî bi zimanê xwe nikanîbû, serê xwe hejand û got:

- Ev kîroşka zir dîn e. Dike here bibe şîva şêr, dibêje emê bîstek din dîsa hevdu bibînin. De were memre, de were meteqe!

Kîroşka me pir çû, hindik çû, bi rê da rastî bîreke pir kûr hat. Çû li ser devê bîrê sekinî û li jêr mêze kir. Dema sûretê xwe di avê da dît, guhên xwe mûç kirin, bi pepikên xwe serê xwe hinekî xurand û ji xwe ra got, a nuha ez zanim ezê çi bikim. Û dûra jî da çindikan û dîsa riya xwe domand.


Çer şêr ew dît, xurrrînî pê ket û bi hêrs jê ra got:

- Tu pir dereng mayî!

Û dûra, gava fêm kir ku xurîniya wî ev kîroşka biçûk e, tew bi carê da azirî, bi hêrseke mezin got:

- Tu pir biçûk e! Tu ji min ra nabe pariyek jî. Ma ezê çawa têr bixwim?

Pîra kîroşkê bêyî ku xwe bitertilîne[1] got:

- Ey serdarê hemû lawiran, ez zanim ku ez biçûk im û tu nikanî bi min têr bibî. Lê ji ber ku ez ji bo xurîniya te ya îro hatim hilbijartin lema ez hatim. Esas ezê hîn zûtir bihatama, lê bi rê da şêrekî din bera min da, xwest min bixwe. Heta ji min hat min baz da û min bi zor xwe ji nav lepên wî xelas kir.

Şêr bi hêrs got:

- Kîjan şêr bû? Zû ji min ra bibêje!

Kîroşkê got:

- Heta nuha min qet ew li van deran nedîtiye. Lê yekî gelkî mezin bû. Ji te jî mezintir bû.

Li ser vê bersîva kîroşkê xurrînîyeke mezin bi şêr ket û got:


- Te got ji MIN jî mezintir e?

Kîroşkê got:

- Belkî jî li ber çavên min wer mezin xuya dikir. Lê belê yekî pir hêrsok û êrişkar bû.

Şêr dîsa bi hêrs, dêla xwe wek qamçiyekî, rast û çep li erdê xist û got:

- Were zû wî şêrî nîşanî min bide. Dibê ez vê yekê ji wî ra nehêlim!

Kîroşkê bi zanetî hustiyê xwe xwar kir û got:

- Ew şêrekî gelkî mezin û stûr e, ez ditirsim te biêşîne.

Li hember van gotinên kîroşkê, şêr tew bi carê da dîn bû, got:

- Te got ewê MIN biêşîne?! De zû bide ber min! Li ber çavên te, dibê ez îro wî perçe perçeyî bikim!

Kîroşk ket rê û şêr jî da pê wê. Çûn, çûn heta ku li ser devê bîrekê sekinîn. Kîroşkê bi pepikên xwe yên biçûk binê bîrê nîşanî şêr da û got:

- Ew di hundurê vê bîrê da ye.

Dema şêr xwe bi ser bîrê da xûz kir û li jêr nêrî, ji nav avê şêrekî jî paş da li wî mêze kir. Li ser vê, şêr gelkî qeherî, bijî li dora hustuyê wî tîk bûn û bi xurrîniyeke mezin diranên xwe qîç kirin.

Li jêr bijiyên şêrê din jî eynî wek yên wî tîk bûn û wî jî diranên xwe qîç kirin. Şêr heta jê hat bi şêrê di bîrê da xurriya:

- XXUURRR!

Dengê wî di hundur bîrê da olan da û wek ku şêrê din jî ji binê bîrê lê vegerîne û bibêje:


- XXUURRR!

Li ser vê, şêr hewqas qeherî ku hema got gurm û xwe avêt ji ser sûretê xwe yê di avê da. Ser serî çû ket binê bîrê. Dema çû ket binê bîrê, dît ku şêrekî din li wir tuneye. Ew tenê sûretê wî bi xwe bûye.

Piştî wê, kîroşkê rabû bi lez û bez berê xwe da mala xwe. Dema zarok û neviyên wê, ew li hember xwe dîtin gelkî dilşa bûn û hemû li dorê civiyan.

Wê jî rabû ji wan ra qala serpêhatiya xwe kir û bi serbilindî got ku wê çawa şêr xapandiye û xistiye bîrê.

Zarok û neviyên wê bi cesareta pîrika xwe serbilind bûn û ew pîroz kirin.


Dema lawirên din bihîstin ku Pîra Kîroşkê çi aniye serê şêr, hemû matmayî man. Çeqelê ku tu carî bi zimanê xwe nikanîbû, dîsa xwe avêt ortê û got:

- Min zanîbû ev kîroşkeke dekzan e!

Û helbet çeqel di vê gotina xwe da ne neheq bû jî. Çimkî Pîra Kîroşkê bi cesaret û dekên xwe him zora şêr bir û him jî xwe û gelek lawirên din ji mirinê xelas kir.








[1] Xwe tertilandin: Xwe tevdan, xwe tevlivandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE