18 juli 2011

Qisirkeno

Hebû tubebû, cotkarek hebû. Navê wî Qisirkeno bû. Li çolê carê hirçek rastî wî hatibû û dilê wê ketibû Qisirkeno.
Hirçê ji Oisirkeno pir hez dikir, loma jî her roj daweke beranan dianî dida wî. Qisirkeno jî hinek jê dixwar û hinek jî ji xwe ra difirot.
Rojekê Qisirkeno û jina xwe li hundur, li ber tifikê rûniştibûn û xwe germ dikirin. Jinikê ji Qisirkeno pirsî, got:

- Ma tu van dawên beranan her roj ku tînî?

Qisirkeno got:

- Xatûn, qet mepirse. Ya girîng te ji xwe ra pê kêf  kiriye. Çi ji te ra ez ji ku tînim? Tu ji xwe ra bixwe û bi dû nekeve.

Lê jinikê got:

- Na, hutul batil dibê tu ji min ra bibêjî. Heger tu nebêje ezê bixeyidim, herim mala bavê xwe.
Qisirkeno çiqasî got ez nabêjim, heger ez bibêjim ezê werim kuştin, pere nekir. Dawiya dawî ji mecbûrî jê ra got:

- Mêze ezê ji te ra bibêjim, lê dibê tu ji kesî ra nebêje. Heger ji devê te derkeve ezê werim kuştin.

Jinikê soz dayê, got ahd be ez ji tu evdê Xwedê ra nabêjim.

Piştî vê soza jinikê Qisirkeno got:

-Keçê, wele dilê hirçekê ketiye min, lema jî her roj ji min ra dawa beranekî tîne.

Tu nabêjî wê gavê hirçê li ser xênî, di rojinê (kulek) ra li wan guhdarî dikir. Dema hirçê dît Qisirkeno mesele ji jina xwe ra got, hirç gelkî hêrs bû û bi qêrîneke mezin ji Qisirkeno ra got:

- Ero Qisirkeno, ma ne sibe tu yê ji min ra werî ser cot! Heger min ev bêbextî ji te ra hîşt tu yê bibînî!

Roja din Qisirkeno ji mecbûrî rabû çû ser cotê xwe. Bala xwe dayê wa ye rûviyek hat. Rûvî ji Qisirkeno ra got:

- Bira çima mirûzê te wiha tirş û tahl e, ma derdekî te heye?

Qisirkeno got:

- Birakê rûvî, qet qal neke! Ezê derdê xwe ji te ra bibêjim. Dilê hirçekê ketibû min û her roj dawa beranekî ji min ra dianî. Me hinek jê dixwar û yê mayî jî ji xwe ra difirot. Me ji xwe ra pê kêf kiribû. Min soz dabû hirçê ezê ji tu kesî ra nebêjim. Lê do, jina min zor da min û ez mecbûr kirim ez jê ra bibêjim, ez wan dawên beranan ji ku tînim. Ji bo ku jê ra nebêjim min pir li ber xwe da, lê pere nekir, ji min ra got, heger tu ji min ra rastiyê nebêje ezê bixeyidim û herim mala bavê xwe.
Ez jî mecbûr mam û min jê ra got, wele dilê hirçekê ketiye min, ew ji min ra tîne.
Ji bextê min yê xerab ra tu nabêjî wê gavê hirç jî li ser xênî bûye û di rojinê ra li me guhdarî dike. Dema dît ez meselê ji jina xwe ra dibêjim, sonda kuştina min xwar, got ewê îro were min bikuje. Li ku be ewê nuha were. Ji ber vê yekê jî gewzê min tuneye.

Rûvî got:
- Ez kanim te ji destê hirçê xelas bikim, lê berî wê şertekî min heye, dibê tu vî şertê min qebûl bikî.

Qisirkeno bi meraqdarî got:
- Şertê te çi ye?

Rûvî got:

- Şertê min gurçikeke te ye. Piştî min tu xelas kir, dibê tu gurçikeke xwe bidî min.

Qisirkeno got:

- Heyran, baş e, ez şertê te qebûl dikim. Dema te ez ji destê hirçê xelas kirim ezê gurçikek xwe bidim te.

Rûvî got:

- Baş e, were hejekî bi dêla min ve girê bide. Ezê herim ser girê hember û dêla xwe li erdê xim û toz û dûmanê rakim. Çaxa hirç hat ba te û pirsî, got ew çi toz û dûman e? Tu yê bibêjî:

- Wele deveyên mala mîr gurrî bûne, li dohnê hirçan digerin. Qey hirçekê şerjê dikin û dohnê wê di devan didin. Deve jî xwe li erdê digevizînin, qey lema toz û dûman ji erdê radibe. Dema te wiha got, hirçê bibêje:

- Ez ketime bextê te, zû min veşêre! Tu yê jî wê çaxê jê ra bibêjî were têkeve çewalê toxim. Dema te ew kir çewêl, tu yê devê çewêl girê bidî û dû ra baş bi daran vêkevî û xwe jê xelas bikî.

Lê dema ez werim ba te dibê gurçika min hazir be.

Qisirkeno got baş e û bi vî hawî li hev kirin.

Dûra jî rûvî bi hejikê bi dêla xwe ve baz da, çû ser gir û bi rastî jî toz dûmanek mezin rakir. Bîstek derbas bû hirç hat ba Qisirkeno û jê ra got:

- Law Qisirkeno, ma ne min ji te ra gotibû dema tu vî sirê min bidî der û ji xelkê ra bibêjî dilê hirçê ketiye min, ezê te bikujim! Te çima ji jina xwe ra got?

Qisirkeno xwe tertiland, ji tirsa zimanê wî li hev gobilî. Him bi hirçê ra dipeyivî û him jî li girê hember dinêrî. Dawiya dawî toz û dûmanê bala hirçê jî kişand. Hirçê got:

- Qisirkeno, ma ew çi toz û dûman e ji ser wî girê hember radibe?

Qisirkeno got:

-Wele dibêjin deveyên mala mîr gurrî bûne û tenê donê(rûnê) hirçan wan rehet dike. Lema jî gelek kes derketine nêçîra hirçan û wan dikujin. Qey li ser gir hirçek kuştine û donê wê di devan didin. Lema jî wiha toz û dûman radibe.

Dema Qisirkeno wa got, hirç ji tirsan qutifî û ji Qisirkeno ra got:

- Law ez ketime bextê te, zû çêyakê bi min bike û min veşêre! Heger tu min veşêrî ezê dev ji te berdim.

Qisirkeno bi lez çewalê toxim vala kir û got:

- Hema were têkeve vî çewalî. Dema hatin ewê te nebînin.

Pêşniyara Qisirkeno ket serê hirçê û zû zûka ket çewêl. Piştî ku hirç ket çewêl, Qisirkeno devê çewêl baş girê da û dûra jî bi daran hate hirçê, heta ku ew di çewêl de temam kir.

Pir derbas nebû rûvî bi paş da hat û ji Qisirkeno ra got:

- Min tu ji hirçê xelas kir, nuha dibê tu soza xwe bînî cî!

Qisirkeno got:

- Rast e, me wisa li hev kiribû, were ji xwe ra gurçikek min derxe.

Dema rûvî ber bi wî çû, ji tirsan zikê Qisirkeno kir qurrequrr û çûzeçûz…

Rûvî got:

- Ev çi deng e ji zikê te tê?

Qisirkeno got:

- Wele sala xelayê ji mecbûrî min du cewrik xwaribûn. Nuha ew di zikê min da gelkî mezin bûne, bûne du kûçikên gurxenêq, dibêjin zû me berde ji bo ku em rûvî zîvêl zîvêlî bikin!

Rûvî gelkî tirsiya, got:

- Ez ketime bextê te wan bernede, heta ez xwe xelas dikim!

Qisirkeno got:

- De zû ji vir baz de û ruhê xwe xelas ke, ez bi zor wan radigrim! Lê heger tu bi paş da vegerî ezê ji mecbûrî wan berdim.

Rûvî bêyî ku li pişt xwe mêze bike ji wir baz da û careke din jî bi paş da venegeriya.

Bi vî hawî, Qisirkeno him ji hirçê û him jî ji rûvî xelas bû.

Xemîşoka min li dîyara rahme li dê û bavê guhdara...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE