12 juli 2011

Erdogan êdî xwe weke Rustemê Zal dibîne

Abdulah Ocalan di axaftina xwe ya dawî da gotibû ku di 6-ê mehê da li ser navê dewletê heyetek pê ra rûniştiye û wî û heyetê li hev kirine ku Konseyeke Aştiyê çêbikin.


Lê Erdogan di axaftina xwe ya meclîsê da ev îdîeya ku Hukûmet li Îmraliyê bi Ocalan ra rûdine red kir û got:


”Bi Îmraliyê ra bazar tuneye, derew e. Mesela bazariya bi îmraliyê ra ya rast min nerehet dike. Em bi tu berpirsiyarekî rêxistina terorîst ra li ser masê rûneniştine…”


Û dû ra jî bersîv da rexneyên MHP-ê û Bahçelî û got:


”Yê ku îdam bi paşa xistin hûn in. Li her derê yên ku dibêjin yek milet, yek al, yek dewlet, yek welat em in.”


Nuha meriv ji kê bawer bike?


Gelo mimkûn e ku Ocalan ya jî abûqatên wî vê yekê ji ba xwe çêdikin?


Ez bawer nakim, heger ji bo xapandinê be jî hinek diçin bi Ocalan ra rûdinin û hin sozan didinê, yanî lîstikeke weke ”hevdîtinê” dilîzin.


Yanî çi be jî axirê ”hevdîtinek” heye û ev yek jî bi destûra Erdogan dibe.


Ne mimkûn e ku tiştekî wiha bêyî hay û destûra serokwezîrekî bibe.


Lê li gel vê jî Erdogan mêrik her li eynî têlê dixe û dibêje tiştekî wiha tuneye, em bi ”terorîstan” ra rûnanin?


Û her kes jî dizane ku tiştekî wiha heye, hin kes li ser navê hukûmetê diçin bi Ocalan ra mesela kurd dipeyivin.


Mêrik li alîkî weke ku ”hevdîtinan” dike, hin kesan dişîne ba Ocalan û wî meşxûl dike û li alî din jî di meclîsê da bi pozbilindî û uslûbeke nîjadperest dibêje, ”Li her derê yên ku dibêjin yek milet, yek al, yek dewlet, yek welat em in….”


Yanî miletê kurd tuneye.


Û Mehdî Eker û hemû parlamenterên kurd yên AKP-ê jî ji van gotinên Erdoganê gurcî û pêxwasê Qasimpaşayê ra li çepikan dixin.


Û him jî mecbûr in ku ji tirkan bêtir li çepikan xin, nîşan bidin ku ew zilamên wî yên çiqasî saxlem û sadiq in.


Mêrik pir vekirî dibêje ku ez li her derê dibêjim miletekî bi navê kurd û zimanekî bi navê kurdî tuneye,(bi rastî jî dibêje)Mehdî Eker û hemû parlamenterên kurd, heta ku kefa destên wan reş bibin jê ra li çepikan dixin.


Û di wexta hilbijartinan da jî diçin Kurdistanê nava kurdan û dibêjin em kurd in û kurd jî rayên xwe didin van kesên êsîr û pepûkên Erdogan.


Erdogan weke şexsiyet merivekî lûmpen e, çimkî li kolanên Qasimpaşayê simît firotiye û bi vê kulturê mezin bûye, loma jî aliyê wî yê lûmpen û qebedayîtiyê ji aliyê wî yê întellektueliyê girantir e.


Lê piştî serkeftina hilbijartinên 12-ê hezîranê Erdogan, êdî ne weke qebedayiyekî biçûk, êdî weke Qebedayiyê bi nav û deng Îdrîsê Kurd (Kurd Îdrîs)dipeyive.


Serkeftina cara sêyem mêrik har kiriye, resta her kesî dixweîne, tinazê xwe bi her kesî dike.


Êdî nayê zeftê…


Erdogan berê jî merivekî zirzop bû, lê nuha tew bi carê da bûye ûqele û stûrekî çavsor.


Êdî ji qurtî û stûriyê nayê guhdarî kirin, bi çavê Rustemê Zal li xwe dinêre, dema dipeyive li asîmanan difire.


Rastiyê nabêje, hebûna kurdan înkar dike jî kes newêre pirsekê jê bike.


Him ”heyetan” dişîne ba Ocalan û xwedêgiravî ji bo çareseriya mesela kurd pê ra dipeyive û him jî dibêje, ”yek milet, yek al, yek dewlet, yek welat” yanî kurd tunene…


Û dîsa jî hin kurd xwe dikin qurbana wî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE