10 juli 2011

Daxwaza alîkariyê

Hevalekî mûşî heye, em jê ra dibêjin ”Şêrê Deşta Mûşê”. Esas bi qasî lepekî ye, tu tiştekî wî û şêrîtiyê berbî hev naçe, lê dîsa jî em bi vî navî ban dikinê.

Dibeku şêrekî biçûk be...


Ev ”Şêrê Deşta Mûşê” merivekî zarşîrîn û çelziman e. Loma jî ez carnan pê ra keviran dilîzim.


Ew bera meriv de jî xweş e û meriv jî bera wî de xweş e.


Camêr di keviran da kesî di ser xwe ra nabîne û gelekê caran heta nebe hezar jî venake û dest bi avêtina cokêr nake.


Piştî ku dibe hezar, êdî dibe agir û pêt û meriv ji desthilanîn da dixîne, jokêr li ser cokêr davê je…


Axir îdîa wî ew e, halanan wiha di xwe hildide...


Di lîstikê da ew carekê jî veneke jê ra nekêmasiye, bi gotinan kes nikane bi ser xe, miheheq sebebekî ji bo nevekirina xwe dibîne.


Lê dema hevalê wî veneke, gotineke wî ya bi tirkî ya meşhûr heye, tavilê dibêje, maşalah, yê li hemberî min tu dibêjî belkî  ”bostan korkulugu” ye, qet dest nabe xwe.


Û dû ra jî vedigere ser min ya jî kurdekî din, dibêje, ”hûn zimanzan û nivîskar in, ”ma bostan korkulugu” bi kurdî çi ye?


Yanî ew darikê ku meriv paçekî li serî digerîne û di nava bîstanan da datîne, ji bo ku teyr û tû jê bitirsin.


Bi rastî ez baş nizanim li alî me jê ra çi dibêjin.


Ji bo ku careke din dema ji min pirsî ez navê bi kurdî jê ra bibêjim, min nuha li ferhengên kurdî  û farisî nêrî.


Di ferhengên kurdî da dibêje, ”reşe”, ” batirsok", "metirse", "metirsok" û "bûkabaranê."


Bi farisî jî dibêjin ”metirse û metirsok”.


Ez dixwazim bi vê nivîsê ji we xwendevanan, ji kesên herêmên cihê cihê jî alîkariyê bixwazim, gelo li ba we ji ”bostan korkuluga” tirkî ra çi dibêjin?


Gelo bêyî van navên min li jor nivîsîn, hin navên din jî hene ya na?


Ji ber ku hin caran dikane gelek sînonîm tiştekî hebin.


Gelo zaza û soran çi dibêjin?


Heger hûn di vî warî da bi min ra bibin alîkar, ezê sipasdarê we bim. Careke din ezê bersîva wî bidimê û ji pitepita ”Şêrê Deşta Mûşê” xelas bibim.


Ji ber ku her hefte mexsûs ji min dipirse, dibêje kekê Zinar, ma bi kurdî ”korkoluk” çi ye lo?  Hevalê min weke ”bostan korkulugî” li hemberî min rûniştiye û qet venake, tim ez vedikim…


Esas ne rast e, hevalê wî ji wî bêtir veke jî dike mêraniya xwe, dibêje min yê hember baş taqîb nekira te nikanîbû vekira.


Loma jî mêranî tim ya wî ye…


Ez bi çar çavan li bendî bersîvên we me, bira bi vî hawî çend sînonîmên(hevmane) ”korkuluk”ê jî derkevin meydanê….

2 kommentarer:

  1. Kek Zinar ji bo alikari ya te zor sipas dikim.Te ez ji problemek gring rizgar kir.Ma niviskaren wek te heja nebin,ez de cava kurdi hin bibim.Le bele tiste heri eceb te di ve nivise xwe de ser buyina min bi resmi qebul kiri ye!Edi nikari inkar biki ha! Silav u rez ji biraye te ye bicuk Naci.

    SvaraRadera
  2. Gelek sipas Şêrê Deşta Mûşê...
    Hosteyiya te, ez înkar bikim jî kes qebûl nake, ji ber ku gelek şahid û şuhûdên te hene...
    Gelek silavên biratiyê..

    SvaraRadera

PARVE BIKE