11 juli 2011

Çîroka mozên hingiv û mozqirtikan

Dibêjin carekê çend mozên hingiv di qelîşteka koka darekê da ji xwe ra pêtagek çêkiribûn.
Wek her kewarê, di vê kewarê da jî du cûre moz(mêş) hebûn.
Celebekî wan mozên hingiv bûn, yên bi şev û roj dixebitîn û hingiv çêdikirin ew bûn û celebê din jî mozqirtik bûn, wek hemû mozqirtikên din, bêyî tiralî û tembeliyê ji wan tu karekî din nedihat.


Ji rojan rojekê mozqirtikan fort dan xwe  û dest bi quretiyê kirin, gotin:


- Hela hûn bala xwe bidinê, pêtaga (şana) me çêkiriye çi xweşik e! Bêyî me kes nikane pêtageke hew qasî xweşik çêke!


Bi van fort û quretiyên mozqirtikan, mozên hingiv pir aciz bûn û ketin gewriya hev. Mozên hingiv her çi qas gewriya xwe diqetandin, digotin:


- Me pêtag çêkiriye, tu kedeke we tê tuneye, lema jî divê hûn pesnê xwe nedin.


Lê mozqirtikan digotin na, me çêkiriye. Li ser vê, mozên hingiv ji bo ku heqî û neheqî ji hev were gerandin û rastî derkeve holê, rabûn çûn ban mozeke sor kirin. Ji moza sor ra gotin, mesela me ji vir heta vir e, em dikin nakin, em li hev nakin, xêra xwe tu me ji hev bigerîne.


  Moza sor li her du aliyan baş guhdarî kir, hinekî serê xwe xurand û dû ra jî got:


-Bi rastî ji bo min gelkî zehmet e ku ez bibêjim we kê ev pêtag çêkiriye. Ji ber ku hûn her du alî jî pir dişibin hev. Lê belê fikreke min heye. Ji bo ku ez bikanibim biryareke adil û di cî da bidim, herin têkevin du kewarên cihê cihê û di wir da her kesê pêtaga xwe çêke. Piştî ku we her du seriyan jî pêtagên xwe qedandin, wê gavê ezê werim lê binêrim û biryara xwe bidim. Dema ez bala xwe bidim çêkirina pêtagan û ji hingivê wan jî tam bikim, wê gavê ji bo min ewê pir ne zor be ku ez bibêjim kîjan pêtag baştir çêbûye.


 Mozqirtikan di cî da xwe ji van gotinên moza sor aciz kirin û gotin:


- Ev neheqîye. Qet xulqê me tuneye em rabin pêtageke nuh çêkin. Şerê me li ser vê pêtagê ye, ne li ser pêtageke din e. Ev hingivê me ye.


Mozên hingiv gotin:


- Baş e, em tavilê dest pê dikin. Çimkî em zanin, ev karê me ye û em karê xwe kanin.


Li ser vê, moza sor berê xwe bi mozên hingiv da kir û got:


- Nuha ez baş îqna me ku kî kane pêtagan çê bike. Êdî qet şik tuneye hingivê di qelîşteka koka darê da jî yê we ye.


Dibêjin ji wê rojê û vir da ye mozqirtik hew diwêrin pesnên xwe bidin û li pêtagên mozên hingiv xwedî derkevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE