02 april 2011

Kesên kurdperwer dibê ne li dijî tifaqa kurdan bin

Fehîm Işik, xebera li ser tifaqa di nabêna kurdên bakur da ji Netkurdê girtiye û di facebooka xwe da weşandiye û gotiye ”Hêvîdar im wê bi serkeve... Wê çi astengî dernekeve...”
Lê yekî bi navê Kenan Hazar û hinekên din li dijî vê tifaqê derketine û gotine, dibê BDP bi van partî û hêzan ra tifaqê neke, "çimkî ev partî ne kurd in, dijmin in, ne birayê me ne, Mesûd Barzanî ne birayê me ye û gelek tiştên wiha."
Hinekan jî gotiye, tifaqeke wiha ewê "bi kêrî" BDP-ê neyê, naveroka vê tifaqê pûç e, ji ber ku ev hêz hemû li dijî PKK-ê ne, loma jî heta ku ew dîtinên xwe yên derbarê PKK-ê da neguherin dibê BDP bi wan ra tifaqê neke
Yanî li gor dîtina vî camêrî, berî tifaqê dibê hemû hêz xwe rexne bikin, herin ba BDP-ê û jê ra bibêjin ew şaş bûne û ji nuha û pê va êdî ew li dijî PKK-ê tiştekî negatîf nabêjin.
Li hemberî dîtinên wiha totalîter aqilê meriv disekine, tu dibêjî belkî ev tifaq ji bo yekîtiyê ye, van hêzan dikin werin bibin serokên BDP.ê.
Ji bo van kesên ku tifaqa di nabêna kurdan da çewt dibînin ez dixwazim numûneyekê ji Şerê Cîhanê yê Duyem bidim.
Churcill serokwezîrê Îngilîstanê û merivekî li dijî komînîzmê bû.
Roosevellt, serokê Emerîkayê bû û ew jî merivekî dîndar û li dijî îdeolojiya çep û komunîzmê bû.
Stalîn jî merivekî komînîst û serokê dewleteke sosyalîst bû û dixwest Îngilîstanê û Emerîkayê û hemû dewletên kapîtalîst hilweşîne û di dewsa wan da sîstemeke sosyalîst ava bike.
Lê ev hersê serokên ku dîtinên wan û înteresên wan hewqasî li dijî hev bûn, dîsa jî di sala 1945-an da di Konferansa Yaltayê da li dijî Hîtler tifaq çêkirin û bi hev ra li dijî cepheya Hîtler şer kirin.
Lê hinek kurdên me, tifaqa kurdên ku dîtin û hedefên wan hema hema sedîsed weke hev in rast nabînin û dibêjin li dijî partiyên tirk gerek hevkarî û tifaqê nekin.
Ma qey dijayetiyên di nabêna BDP-ê, HAK-PAR-ê û KADEP-ê ji dijayetiyên di nabêna Stalîn û Roosevellt, Churcill mezintir in?
Û di ser da em hinek ne rûs û hinek jî ne îngilîz û emerîkî ne, em hemû kurd in, ferdên miletekî ne.
Bi rast û çep, dîndar û komîstên xwe, bi BDP, HAK-PAR û KADEP-ê ve em hemû bindest û êsîrên dewleta tirk in, hemû jî ji bo dewletê dijminên potansiyel in.
Lê li gel vî jî ji herdu cepheyan jî, yanî him ji nava PKK-ê û him jî ji nava partî û grûbên din, hin kesên siyasetnezan radibin li dijî hevakrî û tifaqa kurdan derdikevin û li ser navê kurdperweriyê di nabêna kurdan da fêsadiyê dikin, bizrên fêsadiyê direşînin.
Pêr, çend heban li dijî PKK-ê û BDP tiştên ne xweş gotin û di bin xêliya xwedêgiravî ew kurdên hîn baştir in, li dijî hevkariyê derketin.
Ez mecbûr mam, min rabû bersîva wan da, min PKK û BDP parast.
Hinek dost û hevalbendên BDP û PKK-ê sipasî min kirin, pesnê min dan.
Lê îro jî eynî însan, îcar ew bi xwe êrîşê dibin ser HAK-PAR-ê, KADEP-ê û Mesûd Barzanî, îcar ew dibêjin vanan ne kurd in, ne birayên me ne, dibê BDP bi van hêzan ra tifaqê neke.
Yanî kurmê darê di herdu aliyan da jî pir in….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE