07 mars 2011

Tevgera Goran dixwaze bi darê zorê îktîdarê bigre

Serokê Tevgera Goranê Noşîrwan Mistefa, di televizyona KNN-ê da diyar kir ku ew bi hilbijartinên pêşwext tenê nayên serî, ji bo ku ew hilbijartinên pêşwext qebûl bikin dibê hukûmet îstîfa bike.
Noşîrwan Mistefa dibêje:
-Bi van dam û dezgahên niha ger hilbijartinên pêşwext bên kirin jî ti wateya wê nîne, dema em behsa hilbijartinên pêşwext dikin divêt pêdiviyên wê hilbijartinê amade bin, berî hemî tiştekî divêt ev hikûmeta niha bê hilweşandin û hikûmeteke miweqet bê pêkanîn da serpereştiya qonaxa veguhestinê bike.
Maneya van gotinan dîktatorî û zorbatî ye, bi darê zorê girtina îktîdarê ye.
Heger armanca Goranê bi rastî jî ji navêrakirina hin gelşên aborî, gendelî, bêkarî û serdestiya malbat û hizban e, wê demê çareseriya herî demokratîk hilbijartinên pêşwext in.
Dibê vê pêşniyara serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî qebûl bike û herin hilbijartinên pêşwext.
Meriv di nava 2-3 mehan da diçe hilbijartinan, di hilbijartinan da raya gel digre, hukûmeteke nuh ava dike û van gelşan hemû çareser dike.
Îcar çima hukûmetê îstîfa bike û ewê hukûmeteke miweqet were danîn?
Heger Goran hilbijartinên pêşwext jî ji ber van şertên xwe yên zorbatî qebûl neke maneya xwe ew e ku armanca Goranê ne çareserkirina gelşan, tevlihevî û xerabî ye.
Tiştên Noşîrwan Mistefa dibêje zora zaliman e.
Esas qebûlkirina hilbijartinên pêşwext jî ji alî hukûmetê va tawîzekî pir mezin e, çimkî ev parlamento bi riya milet hatiye hilbijartin û hîn jî piraniya milet li pişt hukûmetê ye.
Yên rûxandina hukûmetê û belavbûna parlamentoyê dixwazin ne piraniya milet e, grûbeke biçûk ya organîzebûyî ye.
Ev grûba biçûk ne bi raya gel, dixwaze bi darê zorê, bi tehdîda derxistina tevliheviyê û kaosê dixwaze hukûmeteke demokratîk bixîne û bi zor were ser hukum.
Ev ”darbe” ye, ”cûntayeke sivîl” e, girtina îktîdarê ya bi darê zorê ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE