29 mars 2011

Şengê û Pengê

Dibêjin hebû tunebû, bizinek û du karikên wê hebûn. Navê karikekê Şengê bû, navê yekê jî Pengê bû.

Bizinê ji herdu karikên xwe jî pir hez dikir. Dema ew diçû çêrê, baş şîret li herdu karikên xwe dikir, ji wan ra digot:

- Baş guh bidin min, li van der û doran gurekî pir fenek û zalim heye. Dibê haya we baş ji we hebe, rojekê neyê we nexapîne. Dibê hûn bêyî min deriyê xwe ji tu kesên din ra venekin. Gur yekî şît e, ew dikane dengê min texlît bike. Lê bira di bîra we da be, dengê wî ji yê min qalintir e û nigên wî jî wek yên min ne sipî ne. Dema ez têm, ezê di bin derî ra tim nigê xwe nîşanî we bidim. Piştî ku we kalîna min bihîst û nigê min nas kir, hûnê derî li min vekin.

Bizinê her roj ev şîret li karikên xwe dikir, dûra jî diçû çêrê. Û her danê êvarê dema ji çêrê vedigeriya jî li ber deriyê kozê dikaliya, bi hezkirineke mezin ban karikên xwe dikir, ji wan ra digot:

-Şenga min, Penga min

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan!

Û Şengê û Pengê jî piştî ku ev dengê diya xwe dibihîstin, derî lê vedikirin û bi kêfxweşiyeke mezin didan lotikan û diçûn, diketin bin diya xwe, dan dibûn, heta ku zikên xwe têr bikirana ew dimêtin.

Rojekê bizin dîsa wek her tim çûbû çêrê û Şengê û Pengê jî tenê di kozika xwe da bûn.

Gur fêm kir karik bi tenê ne. Ji xwe ra got:

- Weleh fersend ev fersend e, dibê îro ez wan herduyan jî bixum û zikê xwe baş têr bikim.

Wiha got û dûra jî çû hêdîka li deriyê Şengê û Pengê xist, wek diya wan kalîya, got:

-Şenga min, Penga min

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan!

Şengê û Pengê dengê gur nas kirin, gotin:

-Na, tu ne diya me yî, tu derewa dikî. Tu dikî me bixapînî. Tu gur î.

Bîstek derbas bû, gur dîsa li derî xist, îcar tam wek diya wan kaliya, dengê xwe zirav kir, got:

-Şenga min, Penga min

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan!

Vê carê Şengê û Pengê nikanîbûn dengê gur ji yê diya xwe bigerandana, lê dîsa jî derî lê venekirin. Gotin:

- Ka di bin derî ra nigê xwe nîşanî me bide, em nigê diya xwe nas dikin.

Gur nigê xwe nîşanî wan da. Karikan nigê gur nas kirin, derî lê venekirin, gotin:

- Ev ne nigê diya me ye, nigê diya me sipî ye. Lema jî em derî li te venakin.

Piştî van gotinên Şengê û Pengê, gur fêm kir karik derî lê venakin. Aşek li wan nêzîkan hebû. Ji bo ku ew jî nigên xwe wek yên bizinê sipî bike, rabû çû ba qerêş, hinek ard jê girt û di nigên xwe da. Dîsa çû li deriyê koza wan xist, got:

-Şenga min, Penga min

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan!

Karikan wek cara din, dîsa xwestin nigê wî bibînin, gotin nigê xwe nîşanî me bide.

Gur nigên xwe yên ard tê da bû di binê derî ra nîşanî wan da. Nigên wî bi rastî jî îcar wek yê diya wan sipî bû. Lema jî karikan jê bawer kirin, derî lê vekirin. Bi vekirina derî ra gur xwe çindî ser Şengê û Pengê kir, herdu jî xwarin û dûra jî dora devê xwe alast, lêxist û çû.

Danê êvarê dema bizin ji çêrê vegeriya, bala xwe dayê ku deriyê kozê vekiriye, ne Şengê û ne jî Pengê heye. Di cî da fêm kir ku ev yek karê gur e.

Rabû çû ba hesinker û serpêhatiya xwe ji serî heta dawî jê ra got. Ji bo ku ew here herdu karikên xwe xelas bike, ji hesinker xwest ku ew herdu qiloçên wê wek du şûran jê ra tûj bike.
Hesinker tavilê qiloçên bizinê wek du şûran jê ra tûj kirin.


Bizin ket rê û çû. Pirr geriya hindik geriya, dawiya dawî bala xwe dayê ku wa ye gur zikê wî li ber dev e û di bin siya darekê de pixepixa wî ye raketiye.

Bizin hêdîka çû nêzî gur bû û bi wan qiloçên xwe yên wek şûran tûj, zikê gur ji nav şeqê heta ber sîngê qelişand.

Çer zikê gur qelişî, neqelişî, Şengê û Pengê gotin meee, meee û şirp û ji zikê gur baz dan derve.

Diya wan jî dîsa weke her tim, bi dengê xwe yê xweşik kaliya û got:

-Şenga min, Penga min!

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan.



*Li hin herêmên Kurdistanê ji dêlî ”Şengê û Pengê” dibêjin, ”Edlik û Bedlik” , ”Êlê Cemêlê”.

Lê dibe ku hin nav û waryantên din jî hebin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE