11 maj 2010

Masiyê mezin masiyê biçûk dadiqultîne

Min bi destê xwe malik li xwe xera kir û weselam…
Berê, çaxa facebook macebooka min tunebû, baş xerab rojê çend "xwarzî û biraziyan", çend xwendevanan nivîsên min şirove dikirin, çend gotinên dilxweşkir digotin.
Vê yekê him kêfa min dianî û him jî ezm û daxwaza nivîsandinê li ba min zêde dikir.
Lê piştî vê quzulqurta facebookê, erê xwendevanên min gelkî zêde bûne, lê şirove jî ji binde qediyane, êdî kes rêzekê jî li bin nivîseke min nanivîse.
Ji dêlî wê, her kes di facebooka min da dinivîse.
Û ev jî zêde kêfa min jêra nayê, min dixwest ku ev şirove di blogga min da bûna…
Weke min got, rojê bi hezaran kes blogga meriv ziyaret bikin jî tahm û heycana şiroveyê nade meriv, hebûna şiroveyan fena ku çezwê meriv yê qahwê li ser êgir be û cimata meriv jî tim şên be, meriv tu carî xwe tenê his nake.
Heta meriv ji hestê ”negirîngbûnê” jî heta dereceyeê xelas dibe.
Gava meriv dibîne ku çend kesan nivîsa meriv şirove kirine, rexne be jî kêfa meriv tê, bi kêmanî ya min tê.
Nexwe dema kes tiştekî nebêje, meriv dibe wek qerçiyê ji xwe ra lêxe û ji xwe ra bilîze…
Berî ku ez dest bi facebookê bikim xwendevann ya di bin nivîsê da dîtin û rexneyên xwe dianînên zimên, ya jî ji min ra dinivîsandin.
Lê nuha, ji ber ku ez lînka malperê dixim facebookê, loma hemû şiroveyên li ser nivîsên min di facebookê da tên kirin.
Û binê nivîsê jî reqûrût dimîne.
Li alîkî bi xêra facebookê hejmara xwendevanan zêde bûye, lê li alî din jî hejmara şiroveyan jî ketiye sifirê.
Mesela min nuha bala xwe dayê, 13 kesan nivîsa min ya do, ya li ser Baykal(Mêrik bi jina xelkê ra razaye, dibêje ev "komplo"ye )di facebookê da şirove kirine.
Heger ne facebook bûya, ev şirove ewê di bin nivîsê da bihatana kirin.
Ez nizanim çima, nivîs û şiroveyên di facebookê da bi min wek keda bersîs tê, yanî dişibe kefa sabûnê, zû wenda dibe.
Nivîs û şiroveyên 3-4 sal berê jî, gva meriv bixwaze, meriv dikane bixweîne. Lê facebook ne wiha wiha ye, piştî rojekê, du rojan wenda dibe.
Gelo ez şa şim?
Ji ber ku ez ji îşî fêm nakim.
Ez bala xwe didimê, her roj bi sedan tiştên nuh tên nivîsîn û berlavkiirn û yên kevn jî wenda dibin.
Jixwe di facebookê da bi pêketina nivîsan jî weke malper û bloggê ne xweş e, bi hezaran tişt hene, merivê li kîjanê binêre, li kîjanê nenêre…
Dîsa bi qasî ez dibînim vê facebookê ne îşê min tenê, îşê Dîwanxaneya me ya emekdar jî xera kiriye.
Dema facebook tunebû, cimata Dîwanxanê pir geş bû, lid or hezar kesî endam bûn, her şev gava min kompîtera xwe vedikir, tavilê dibû virîna meylan(mailan), şirove û rexneyan.
Yanî Dîwanxane tim geriyayî û şêwr jî tim germ bû.
Lê nuha ew jî nema, fena nexweşê têkeve ber sikratê, bala min lêye Dîwanxana me jî li ber girtinê ye.
Dinya wiha ye, dema tu nikanibî bi raqibê xwe ra reqabetê bikî, tu nikanî bijî, tu zû ya dereng tu yê herî îflasê.
Ne qanûna aborî, civakî tenê, qanûna xwezayê jî wihaye, masiyê mezin masiyê biçûk dadiqultîne…
Mixabin, facebookê bi hawakî him zora blogga min û him jî ya Dîwanxaneyê biriye.
Lê ev xurtiya wê min nabe ”îflasê”, heta dikane min hinekî din jî meşhûr bike, lê ji bo Dîwanxaneya ”emekdar û cefakar” ez hewqasî ne xweşbînim(optumîst).
Bi baweriya min pêşeroja Dîwanxaneyê ne diyar e…
Ez hêvî dikim ku ”îflas” neke û neyê girtin.
Ji ber ku gelek keda wê di ber min da heye, bi riya wê gelek kes ji nivîsên min haydar bûne û xwendine.
Ha ez viya jî bibêjim, herçî ez im, ez jê îstîfa nakim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE