01 mars 2010

Tirk ji Olîmpiydê destvala vegeriyan

Di Lîstikên 21-emîn Olîmpiyada Zivistanê ya li bajarê Kanadayê Vancouver da Tirkiyeyê yek madelye jî negirt û dîsa ji par ra bû welatê yekemîn.
Patenciya bûzê Tugba Karademîra ku hêviyeke tirkan ya herî mezin bû û jê hêviye zêr dikrin, di patînaja artîstîk ya jinan da bi zorê ket rêza 21-ê û tenê mafê beşdarbûna pêşbirka serbest bi destxist.
Tugbayê, di programa serbest da 129, 54 pûan girt û di nava 24 sporciyan bû ya herî dawî.
Yanî di nava 24 kesan da bû ya 24-em.
Tugba Taşdemira Kayakçî jî, di slaloma jinan ya mezin da tûra yekem di rêza 63-em da, tûra duyem jî di rêza 55-em da temam kir û di klasmana giştî da bû 56-em.
Yanî ew jî ji dawiyê bû yekem
Di bextê min da ne ez, lê rojenê min jî beşdar biba ewê têketa dereceyeke hîn baştir, axir bi kêmasî ewê tim li dawiya herkesî nema.
Taşdemîr, di tûra yekem ya slaloma bi sisiplîn ya jinan da tew neket dereceyê û loma jî mafê beşdariya misabaqeyê bi desd nexist.
Yanî feqîrê tew mafê beşdarbûna pêşbirkê jî negirtiye.
Xwedê hevza meriv bike, ê wê demê hûn çûn çi bîqî?
Madem hûn hewqasî nezan in ku hûn nikanin mafê beşdarbûna pêşbirkê bidestxin, wê demê neçin û xwe rezîl nekin.
Di pêşbirka kayaka bi bez ya jinan da Kelîme Çetînkaya jî bi dereceya 10.33.00 bû ya 69-em. Yanî ew jî bû ya herî dawî.
Çentînkayayê, di sprînta jinan da mefê beşdariyê bi dest nexist û loma jî nikanîbû beşdarî pêşbirkê bibe.
Yanî di sprînta jinan da jî di serî da têk çû û bû sifir.
Çetînkaya yê di misabeqeya 15 kîlometir taqîbê da jî bi dereceya 48.46.0 bû 61-em, yanî di vir da jî li dawiya her kesî ma û ji dawiyê bû yekem.
Erdînç Turksever jî di slaloma mezin da hemleya pêşî neqedand û loma jî ji destpêkê mafê beşdarbûnê bi dest nexist.
Sabahatîn Oglago, di beşê palika bi bez da 15 kîlometra serbest bi dereceya 13.09.00 temam kir û di nava 95 sporcî da bû yê 77-em.
Sporciyên tirk tenê di vir da nebûn yê herî dawî. Bêguman ji bo tirkan ev jî dikane weke serkeftinekê were hesibandin.
Welhasil îcar jî tirk di Lîstikên Olîmpiyada Zivistanê da bira madelye li wir bimîne, yek beş ne tê da, di hemû beşan da bûn yê herî dawî.
Esas tiştên wiha ne karê tirkan e, ew ji spor-miporên wiha fêm nakin. Mêrikan şampiyonê avakirina ”dewleta kûr”, rêxistinên çeta û çêkirina darbeyên leşkerî ne, heger di van waran da misabeqeyek çêbibe bêguman Tirkiye ewê bi rehetî bibe şampiyona cîhanê.
Pêşketin û mezinayiya welatekî di rojên wiha da diyar dibe, ne bi qebeqebe derewan, bi teror, kuştin û darbeyên leşkerî.
Ji bo welatekî şermeke pir mezin e ku hemû sporciyên wî wealtî tim ji dawiyê da bibin yekem....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE