09 mars 2010

Kurd ji netîceyên hilbijartinên Îraqê memnûn in

Bi qasî ku ji netîceyên hilbijartinên Îraqê û beyanên hin berpirsiryarên kurdan fêm dike, kurd ji netîceyên hilbijartinan memnûn in.
Berî hilbijartinan Celal Talebanî di beyanek xwe da gotibû, kurd bi kêmanî ewê 60 kursiyan bidestxin.
Di nivîsîek xwe da min ev texmîna Talebanî jî dabû.
Wisa xuyaye ku texmîna Mam Celal rast bûye.
Li gor texmînên ne resmî PDK-ê 33, YNK-ê 13, Goran 11, Yekgirtû 5 û Komelê jî 2 kursî bidest xistine.
Ev jî li ser hev dike 64 kursî, yanî 4 kursî jî ji texmîna Mam Celal zêdetir. Lê texmîn ew e ku bêyî van 64 kursiyên misogerkirî, kurd dikanin 2 kursiyên din jî qezenc bikin.
Wê demê dibe 66 kursî.
Wek tê zanîn di hilbijartinên giştî yên 2006-an da Kurdan di parlamantoya Îraqêda 53 kursî bi dest xistibûn.
Di vê hilbijartinê da di nabêna 11 û 13 kursiyan da zêde dikin. Û ev jî hejmareke ne hindik e.
Lê ji hemûyan girîngtir ew e ku kurd ji netîceyê razî ne û li gor hilbijartinên 2006-an hêza xwe zêde kirine.
Tiştekî din yê herî girîng, kurdan li Kerkûkê jî serkeftineke pir baş bidest xistine, ji 12 kursiyên parêzgeha Kerkûkê 7 kursî bi dest xistine.
Siyasetmedarê serbixwe û namzedê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê Mehmûd Osman, di derbarêvê serkeftina kurdan ya li Kerkûkê da beyanek daye ajansa AKnewsê û gotiye:
”Ev encama ku kurdan li Kerkûkê bi dest xistiye nîşan dide ku di referandûma diyarkirina çarenivîsa Kerkûkê da kurd ewê piranî bin. Pêwîst e ku kurd planekê amade bikin da ku feydeyê ji vê encamê bigrin.”
Bêguamn tiştê Mahmûd Osman dibêje rast e, kurdan di hilbijartina berê da jî piraniya kursiyên parêzgeha Kerkûkê girtibûn û wa ye îcar jî ev yek dubare kirine.
Dibê kurd ji vê serkeftinê sûdeke siyasî jî bigrin.
Li gorî encamên nefermî lîsteyên kurdistanî ji 12 kursiyên Parêzgeha Kerkûkê 7 kursî garantî kirine.
Herçiqas netîceyên resmî hîn diyar nebûne lê li gel vê jî kursyiyên lîsteya Goranê bidestxistine ez matmayî hîştim.
Wisa xuyaye ku Goran li herêma Silêmaniyê ji YNK-ê xurttir e. Min bawer nedikir ku ewê bi qasî YNK-ê raya bigre.
Lê wa ye bi qasî YNK-ê girtiye. Li gor texmînên ne resmî YNK-ê 13 û Goranê jî 11 parlamenter derxistine.
Pir ne dûr e ku di rojên pêş da Goran ji YNK-ê bibihure jî.
Ev aliyekî meselê ye, lê aliyê din jî siyaset e Goran e, gelo Goran ewê siyaseteke avakar û milî bimeşîne ya jî siyasetke sekter, reaksiyoner û li ser esasê dijminatiya bi YNK-ê PDK-ê ra bimeşîne...
Ev gelkî girîng e, ez hêvî dikim ku berpirsiyarên Goran di vê dema nazik da siyaseteke bi mesûlîyet bimeşînin û nekevin şaşiya berberiya bi hêzên kurd ra.
Siyaseteke wiha dikane kurdan bîne hember hev û ji dijmin ra jî fersend û îmkanên destdirêjiyê peyda bike.
Ji bo xizmeteke hîn baş û civateke hîn şefaf li Kurdistana Bbaşûr hebûna mixalefetê pêwîst e û pir baş e, lê ne mixalefeteke ku tenê ji bo dijayetiyê û teşxeleyê hebe...

1 kommentar:

  1. Xalo tu dev ji Goran berde û li yekgirtu binêre. Ew çiye ew partiyeke qaşo İslamci ku di têkiliya Feto û BBPê(ne BDP bila nayê tevlihevkirin) de ye û li Kurdistanê bi sedî deh rêjeyÊ 5 parlementer bi dest xistiye. û inşella ez ê derewker derkevim lê qet alakaya wan bi netewerperî tune ye.Serokê wan qasî ku ez dizanim hatibû cenezeya m.yazıcıoğluyê jî. Ew partî bi navê ummetparezê kurdan ji neteweperwerê dûr dixê û entegreyê İrakê dike.Mixabin ku îro sedî deh deng standiye ku ew ji bo pêşeroja kurdan xeter e.Xwezî hezarî yek deng bigirta besî wan bû.Ew û yên ku bi navê islamcitî dengê xwe li Bakurê didin partiyên saadet û akpyê wek hev in.eger ew hinekî xwe neteweperwer nişan bidin jî divê em bizanibin ku ew jî ji ber mecburiyet e. heke ji destên wan tên.ji bo wan zimanekî sereke ne kurdî, erebî ye. Û serokên wan jî ne nemir Barzanî yan jî yekî dî ye. Serokê wan serokên hamas û hizbulla ne û doza wan jî ne doza Kurdistan e, doza Filistin e.

    SvaraRadera

PARVE BIKE