10 mars 2010

Careke din li ser programa Kevî

Di nivîsa xwe ya 4-ê mehê da(Şeveke xembar) min qala programeke Kurd 1-ê (Kevî)kiribû û li ser û zîrekî û edîbiya zimanê Rûken Bagdû Keskînê jî min ev rêzên jêrîn nivîsî:
” Piştî xeberên swêdî min kanala Kurd 1-ê vekir, programa Kevî hebû, Rûken Bagdû Keskîn dipeyivî.
Hefta borî jî min bi zewq û kêfxweşiyeke pir mezin li programa wê temaşe kiribû. Di wê programê da jî li Stenbolê li ser hal û jiyana erebecîyên xwarinfiroş û birincfiroş radiwestiye.
Programê ez hejandibûm.
Min nizanîbû Rûken xanimeke hewqasî jêhatî, hewqasî edîb û hewqasî şair e. Cara pêşî bû ku min dît kurdek halê kurdan hewqasî bi hosteyî, hewqasî ji dil û hewqasî xweş bîne zimên.
Îşev bi tesadufî cara duyem bû ku min lê guhdarî dikir.
Programa îşev jî(Kevî) dîsa li Stenbolê lê îcar li ser jiyana jinên ”xizmetkar” yanî jinên ku ji xelkê ra paqjiyê dikin bû.
Rûken, di vê programê da jî muhteşem û serkeftî bû, çawa ku kulçeya zêr di destê hosteyê zîvkir da dibe xişrên rengorengo, di devê Rûkenê da jî gotin geh dibûn helbesteke Şêrko Bêkes û dilê meriv radikir pêdarê û geh jî dibûn straneke Eyşe Şanê, hinav li meriv diheland, giriyê meriv dianî…
Xwedêgiravî min xwe dabû ber telewîzyonê ji bo ku bîstekê bîna xwe fireh bikim, lê Rûken xanimê bi wan şiroveyên xwe yên fîlozofîk û bi gotinên xwe yên ji risasê girantir û ji êgir jî bi tîntir kezeb li min anî xwarê, xemgîniya min heft qatî zêdetir kir.
Bi hosteyî û xweşikiyeke pir mezin nîşanî min da ku kurdên di nava tirkan da di çi halekî xerab da ne...
Kela dilê min rabû, hestên min tevlihev bûn.

Ji ber ku edresa Rûkenê li ba min tunebû, loma jî min ji Mahmûd Lewendî xwest ku ew nivîsê jê ra bişîne ya jî bi hawakî wê jê agahdar bike.
Mala Lewendî ava be, nivîs jê ra şandiye.
Do min ev bersîva jêr ji Rûken Bagdû Keskîn xanimê girt. Bersîva wê jî bi qasî programa wê xweş e, loma jî min nexwest hûn jê bêpar bimînin. Ez nivîsê li jêr diweşînim.

”Roja te bixêr Kek Zinar,Nivîsa te ye la li ser malperê, Mahmûd Lewendî ji min re şand û min xwend, spas ji bo pesindarî û têbîniyên te...
Kevî; wek program xwedî naverokeke bi kul û jan, lê rastiyeke hişkûhola ye ya li ser civaka Kurdên bakur, nexasim jî di pêvajoya van bîst salên dawî yên di şerd de, ku hejmareke mezin ji nifûsa kurd, bi zext û zordariyî ji welatê xwe hate biderkirirn û wek nokên li tahtê ketî, li metropolên Tirkiye ji hev bela wela bûn…
Bê pîşe, bê xwendin, bê meslek û bê pergal, belkî hîn wext nedîtin şîna xwe bigrin , xwe di nav çerxa bêeman ya metropolên Tirkî û hewla jiyanê de dîtin...
Hejmareke resmî tune belkî lê tevî gundên valakirî bi sedhezaran Kurd ji welatê xwe, bêy veger derbeder bûn..
Mîna dara tu ji kokê hilkî...
Lewra şer ne tenê ew e ku sîleh biteqin û însan bimrin û dawiyê jî her tişt were ser statîstîka jimara jiyanên winda û bikeve nav arşîvan…
Bi vî awayî ji kokê rakirina însanan yek ji bîlançoyên herî xeter e yê şer. Paşerojeke winda ji bo Kurd û Kurdistanê...
Me xwest ku programa Keviyê bibe neynik li ber vî aliyê tahl yê jayana Kurdên derbeder û bike ku guhdêr hinekî li ser sebeb û encaman bihizire..
Lewra jibîrkirin, bi awayekî din navê mirinê ye..
Û Kurd ji herkesî bêhtir pêdiviya wan bi nejibîrkirinê heye..
Wek edîtor herçiqas konsept û naveroka programê ez çê bikim jî, di nivîsandina tekstê de hevala me Fatma Savci alîkariyeke xurt dike.
Ew aliyê şaîrane ku te got, te jê hez kiriye bi xêra wê ye..Bi derbirîna hestên te min dît ku program digihîje armanca xwe, kêfxweş bûm… û dîsa spas..
Li gel silavan
Rûken Bagdu Keskîn
Z PRODUCTION – KURD1
STEMBOL

Heger
we heta nuha di kanala Kurd 1-ê da li programa Kevî guhdarî nekiriye, temî û wesiya min li we di demeke kin da lê temaşe bikin.

Temaşe bikin û xweşikî, şîrînî, delalî û zerîfiya zimanê kurdî bibînin.
Ji ber kurdiyeke weka ya ”mihelmiyan” pirê caran ez nikanim bi kêfxweşî û bi temamî li programeke kurdî temaşe bikim.
Çimkî bi piranî zimanê programçêkir û pêşkêşvanan xerab e, nayê temaşekirin, madê meriv ji kurdî digerîne.
Însan kîjan zimanî hewqasî xerab bipeyive kesê li wî zimanî guhdarî neke, jê bireve.
Ji bo ku kurdî bi pêşkeve, milet û bi taybetî jî zarok jê hez bikin, dibê kurdî di telewîzyonan da baş were peyivandin, xatibên baş programan pêşkêş bikin, zimanê wan însanan celbî guhdariyê bike.
Di TRT6-ê da xortek carnan dipeyive, qala dîrokê dike, herêman dide naskirin, kurdiya wî pir baş e, ez lê guhdarî dikim.
Lê tekst û zimanê programa Kevî, muhteşem e, bêqusûr e, meriv naxwaze ji ber rabe, here tasek av vexwe.
Yanî ji bo ku temaşevanên programên kurdî zêde bibin, hewcedarî bi kesên weke Fatma Savcî û RûkenBagdû Keskînê heye.
Diyek çawa bi evîn û bi henûnî nêzî zaroka xwe dibe, Fatma Savcî û Rûken Bagdû jî bi bi wê evîn û henûniya diyekê nêzî zimanê kurdî dibin û bikar tînin.
Wek tê zanîn Fatma Savcî, şair e, lê ne şaireke wisa ji rêzê û ya heneka ye.
Ew şaireke xemxur, dûrbîn, dilzîz û evîndara kurd û Kurdistanê ye.
Li hember avahiyên hin mîmaran meriv çawa heyran û matmayî dimîne, devê meriv ji hev dihere, li hember bikaranîna kurdiya Fatma Savcî jî meriv wisa heyran dimîne, dixwaze tekrar tekrar bixwîne û lê guhdarî bike.
Fatma Savcî, dema bi kurdiyeke narîn ji bo welat û miletê xwe dilorîne, dilê meriv radibe pêdarê, meriv xwe wek Ristemê Zal dibîne û dixwaze bi tena serê xwe bajo ser kozika dijmin....
Di programa Kevî da ev aliyê Fatma Savcî yê şîrane pir xurt û berbiçav e, meriv dixwaze bi dilşadiyike mezin lê guhdarî bike.
Heger wexta we çêbû lê temaşe bikin, hûnê poşman nebin...

1 kommentar:

  1. Baş e Xalê Zinar,

    Emê niha jî li we di Kurd yekê de temaşe bikin. Min reklama programê di bloga xwe weşand.

    Silav û rêz

    Zinar Ala

    SvaraRadera

PARVE BIKE