23 februari 2010

Heger ne derew e kerem bikin, vaye yasax jî rabû

Li Tirkiyeyê Heyeta Bilind a Radyo û Telewizyonan (RTUK), ji bo weşana kurdî ya 24 saetan destûr da 14 radyo û telewizyonên ku daxwaza weşanê kiribûn.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê, RTUK-ê di civîna xwe ya îro da daxwaznameyên ji bo weşanên radyo û telewîzyonan ya bi zaravayên cuda nirxand û destûra weşanê da 14 radyo û telewîzyonan.
Heta nuha li Tirkiyê û li Kurdistanê ji bo weşaneke xurrî bi kurdî û 24 saetan qanûnê rê nedida.
Lê piştî vê qebûlkirina RTUK-ê, êdî li hember weşana kurdî ya 24 saetan tu astengên qanûnî neman.
Ji nuha û pêva kî bixwaze him li Tirkiyê û him jî li Kurdistanê dikane radyo û kanaleke telewîzyonê ya kurdî veke û 24 saetan weşanê bike.
Heta vê gavê kurdan tim digot, dewlet nahêle, qanûn rê nade û hwd.
Lê wa ye astengên qanûnî jî rabûn û dewletê jî êdî nikanibe nehêle.
Wê demê dibê li hemû qeza û bajarên Kurdistanê di zûtirîn demê da radyo telewîzyonên kurdî vebin.
Roj roja xêretê ye, dibê em dersa xwe baş bixebitin…
Di xeberê da tê gotin ku di vê etaba pêşî da tenê 14 radyo û telewîzyonê destûr girtiye.
Vê jimarê ez matmayî hîştim.
Çima hewqas hindik?
Ez nizanim gelo bi rastî tenê hewqas kesî miracaet kiriye ya jî miracaet pir in lê destûra weşanê dane 14 kesan tenê?
Min ji xwe ra digot, roja weşana kurdî serbest bibe bi sedan kes ewê ji bo weşanê miracaet bikin.
Diyar e ya ez pir şaş bûme ya jî miracaet kirine lê dewletê RTUK-ê destûr nedaye.
Rewş çi ye, çima wiha ye ez nizanim, kesên di vî warî da xwedî zanîn û agahî ne bira ji kerema xwe ra min û xwendevan agahdar bikin.
Ya din jî navê radyo û telewîzyonan jî gelkî bala min kişand.
Di nava wan da yek navê kurdî jî tuneye, her çarde nav jî bi tirkî ne.
Ev tiştekî ne normal e.
Ne maqûl e ku yek kurd jî navekî kurdî hilnebijêre.
Vê yekê ez hinekî xistim şikê.
Gelo nebe ku vana hemû ”di bin ra” radyo û telewîzyonên dewletê ya jî yên hevalbendên wan bin?
Bêşik dewletê viya bike. Ewê bixwaze di radyo telewîzyonan da propagandeya kurd û Kurdistanê neyê kirin, şiûr û fikrê kurdperweriyê neyê xurtkirin.
Çimkî dewletê çawa ku kanaleke xwe ya telewîzyonê(TRT6-ê)vekir, bêguman ewê bixwaze bi riya destik û hevalbendên xwe radyo û telewîzyonên mehelî jî veke û ji wan jî sûdê werbigre.
Bi dîtina min tiştê hatiye meydan fersendeke baş e û dibê kurd ji vê îmkanê bi lez û bez û maksîmûm feydeyê bigrin.
Kurdên zana, welatparêz û xwedî îmkan û desthilat divê sersariyê nekin, di vî warî da ji bo kesên din bibin pêşeng û numûne, hemû îmkanên xwe têxin dewrê û ji bo xuluqandina dezgehên kurdî hin gavên berçiva bavêjin, milet teşwîqî vekirina radyo û telewîzyonên kurdî bikin.
Ji ber ku destpêk gelkî girîng e, karên wiha ji ber xwe nabin, dibê kesên zana berê dest bavêjinê.
Dûra kesên din jî cesaretê digrin û ew jî dest pê dikin.
Di vî warî da rol û wezîfeya herî mezin îro dikve hustuyê siyasetmedar û ronakbîrên kurd, dibê ew milet teşwîqî weşana kurdî bikin.
Bi hêviya ku di demek nêz da bi sedan radyo û telewîzyonên kurdî dest bi weşanê bikin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE