10 februari 2010

Du bûyerên xêrê

Min îro di xeberan da li ser bajarê xwe Wêranşara xopan xeberek dilxweşkir xwend, ez pê kêfxweş û serbilind bûm.
Li gor xeberê, heyeta Belediya qeza Wêranşarê di civîna xwe ya îro da navê ”Taxa Kenan Evren” guherandiye, kiriye Taxa Azadî.
Kilîlîlî, kilîlîlî…
Çepik, çepik!!!
Her bijî ji xwediyên vê biryarê re.
Hercara ku di xeberekê da navê ”Taxa Kenan Evren” bi ber çavê min diket, ez ji hêrsa şepleyî dibûm.
Weke wêranşariyekî min ji xwe fedî dikir.
Min ji xwe ra digot, belediya bajarê min çawa dikane navê serokê cûntayeke leşkerî ku destê wî di xwîna gelek kurdî geriyaye bide taxeke bajarê xwe?
Diyar e hemû ked û xebata min bi avê da çûye…
Ez nizanim kînga û ji alî kê ve ev navê qebîh li wê taxê hatiye kirin.
Miheqeq ev nav piştî darbeya 12-ê Îlonê û ji alî qaymeqamekî ve li taxê hatiye kirin.
Ez naxwazim bawer bikim ku ev nav ji alî reyis û heyeta belediyê ve hatibe lêkirin.
Erê piştî darbeya 12-ê Îlonê Xelîl Keleşabdîoglu demakê bû serokê belediyê û dûra jî bû merivê ”dewleta kûr” û dijminê qewmê xwe û gelek tiştên xerab jî kir, lê li gel vê jî ez naxwazim bawer bikim ku ev nav ji bal wî va hatibe qebûlkirin.
Dibê hewqasî jî pîs nebûya, lê mixabin mimkûn e, nimûneyên vê yekê pir in.
Merivê bibe çete û qatilê dost û hevalên xwe bêguman dikane biryarekeke wiha jî bigre.
Lê ez nizanim, loma…
Axir Xelîl ya jî qeymeqamekî dewletê lêkiribe qet ferq nake, ya girîng ew e ku wêranşariyan îro xwe ji vê heqaret û rûreşiya mezin xelas kirin.
Û di ser da jî nevekî bi kurdî û pir xweş, Azadî lêkirin.
Loma jî weke kalekî wêranşarî ez kesên ev biryar girtine hemûyan yek bi yek pîroz dikim.
Endamên heyeta belediyê yên AKP-yî xwestine navê taxê bikin ”Taxa Eyyûbiye”, lê ev pêşniyar nehatiye qebûlkirin.
Pir baş bûye ku navê ”Eyyûbiye” ya erebî nehatiye qebûlkirin.
Kurd hata ji destê wan tê dibê navên kurdî li hebû kuçe, kolan û taxên welatê xwe kin û hemû navên tirkî û erebî biguherînin.
Helbet sedîsed nabe, lê heta ku mimkûn e.
Di eynî civînê da navê ”Taxa Keleşabdîoglu” jî guherandine lê di dewsa vî navî da navekî ne xweş û bi tirkî ”Yenîşehîr”lêkirine.
Ev şaş e, dibê di dewsa ”Keleşabdîoglu” da jî navekî kurdî lêkirina.
Nav, nasnameye, miletekî, zimanekî diyar dike, tîne bîra meriv.
Ev him ji bo cî û waran û him jî ji bo însanan wiha ye.
Ji bo ku axa me û mirovên kurd nebin xwediyên nasnameyên xelkê, dibê em navên kurdî him bidin cî û warên xwe û him jî zarokên xwe.
Ev yek gelkî girîng e...

Gelek şikir ku me ev roj jî dît.Li gor xebera hin maleperên kurdî, li Cizîrê Birca Belek piştî îşxala 163 salan dîsa li xwediyên xwe vedigere, leşkerên tirk îro dest bi valakirinê kirine û Birc nîhayet teslîmî xwediyên wê yên rastîn tê kirin.
Birca Belek ji sala 1847-an û virda ye, piştî têkçûna serîhildana Mîr Bedirxan kete destê artêşa Dewleta Osmanî û ji wê rojê û virda ye ji alî tirkan ve weke bargeheke leşkerî tê bikaranîn.
Piştî avabûna Komara Tirkiyê Birc weke cebilxane dihat bikaranîn û ev 15 sal in jî tabûreke tirk ew îşxal kiriye û tê da şarge bûye.
Piştî valakirinê Birca Belek ewê teslîmî belediay Cizîrê were kirin û dûra jî ewê were restorekirin.
Leşkerên tirk îro ji Birca Belek vekişiyan, sibe dora Kurdistanê ye, bêguman rojekê were artêşa Tirkiyê ewê ji Kurdistanê jî wiha vekişe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE